LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / 100 sivîl hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin

100 sivîl hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin

REQA – Li her çar aliyên bajarê Reqayê şerekî giran rû dide. Di encamê de 100 sivîl ji çembera çeteyan hatin rizgarkirin û 15 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê pêşdeçûna xwe li bajarê Reqayê didomînin û gavên giring davêjin. Li Nezlit Şehadê ya dikeve başûrê bajar (ku piraniya wê dibin kontlola şervanan de ye) şerekî giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ′ê de rû da. Di encamê de şervanan xeteke parastinê ya çeteyan şikandan.
Di şerê vê taxê de, 5 çete hatin kuştin û cenazeyên 2 çeteyan tevî miqdarek cebilxane, ketin destê şervanan. Her wiha şervanan 100 welatiyên sivîl (ku jin û zarok jî di nav de hebûn) ji çembera ku çeteyan li navenda bajar li ser wan ferz kiriye, rizgar kirin.
Li taxa Berîd a bakur rojavayê bajar jî, şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.Di encamê de (yek jî wan sekvan) 3 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin. Her wiha li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajar jî, di encama şer û pevçûnan de 7 çete hatin kuştin.
12:20-05.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً