LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser gund û herêmên Şehbayê geriyan, Paşê artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên herêmên Şehbayê topbaran kirin.
* Li her çar aliyên bajarê Reqayê şerekî giran rû dide. Di encamê de 100 sivîl ji çembera çeteyan hatin rizgarkirin û 15 çete hatin kuştin.
* Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞ ê ragihand, kontrolkirina Reqayê niha tenê girêdayî demê ye û dê di demek nêzîk de were kontrolkirin. Ryan Dillon da xuyakirin, ku hêzên HSDê di çend saetên dawî de 250 metran ber bi pêş çûne û nêzîkî navenda bajêr bûne.
* Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAIŞê yê Hevpeymaniya Navdewletî yê Amerîkayê Brett McGurk got ku li Reqayê bi qasî 2 hezar milîtanên DAIŞê mane.
* Hevbenda Niştimanî ya rikberiya Sûriyê, ji dewletên piştevan û heval xwest ku piştgiriya avakirina artêşeke niştimanî yekgirtî bikin, ku ji hêzên şoreşê pêk bê, da ku beşekî sereke be ji hevpeymaniya navdewletî ya dijî tundkariyê
* Artêşa Libnanê 4Tebaxe bi tundî deverên DAIŞ ê li navçeya Til al Ras Bielbek û Qae li ser sînorên Sûriya topbaran kirin.
* Rêxistina Ceyş Mexawîr El-Sewre ya ser bi rikberiya Sûrî ve, mijara gotûbêjan bi Hevpeyamana navwelatî re li ser radestkirina bargeha Tinif ya li ser sînroê îraq-Sûriyê bo Rûsiya red kir.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin.
* Şaredarê Sêrtê yê berê Selim Sadk ku li Stenbolê hat binçavkirin, bi şertê qedexekirina derketina derveyî welat hat berdan.
* Di xwepêşandana piştgiriya perwedekarên tirk Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 149 roj in ketine greva birçîbûnê de, 33 kes hatin binçavkirin.
* Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), bi 6 TIR’an barê tang, top û obusan teqwî sînorê Kîlîsê kir.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Hat ragihandin ku Komîteya Referandûmê ya Herêma Kurdistanê, heftiya pêşiya me serdana Bexdayê dike û di wê serdanê de Hewlêr bi fermî bi Bexdayê re hevdîtinên cudabûnê dide destpêkirin.
* Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk diyar kir ku dê Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona kontrolkirina Hewîceyê bibin.
* Serokê nivîsgeha siyasî ya milîşiya ‘Esaib Ehl Elheq ya ji Heşd Şe’bî serokê herêma Kurdistanê agahdar kir ku li deverên nakokbar ber bi sepandina siyaseta rewşa heyî ve neçe, û wan tev li herêma Kurdistanê meke
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Hesen Rûhanî bi merasîmeke fermî, destûra serokomariyê ji Rêberê Îranê Elî Xaminêyî wergirt
* Moskowayê boykotên nû yên Waşengtonê li dijî Rûsiyê, Îran û Koreya bakurî rexne kirin û raghand: Komara Îslamî ya Îranê, mafê bervaniya berjewendiyên neteweyî yên xwe li hemberî bêqanûniyên Emerîkayê heye.
– CÎHAN:
* Li gorî Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî( IOM’ê) li Deryaya Spî ji destpêka vê salê ve 2 hezar û 397, li Egeyê jî 45 penaber mirine.
* Wezîrê karê derve yê Sûdan Îbrahîm Xendûr û yê Misirî Samih Şukîr, li ser rakirina rêgirên di nav pêwendiyên herdu welatan lihev kirin.
* Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser biryara dorpêçên nû yên aborî ku YE li ser Rûsyayê sepandine daxuyanî da. Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir, sepandina mueyîdeyan a bi hincetên bêbingeh dê ziyanê bide kompaniyên Ewropî û got, “Em vê gava ku bi înîsiyatîfa Berlîn ê hatiye avêtin, bê mentiqî û dijminane dibînin. Xuyaye ku hemkarên me yên Almanî, dorpêçên li dijî hiqûqa navnetewî û pêwendiyên navdewletî wekî çek bikar tînin.”
03:00-05.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً