LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Taxa El-kerîm hate rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin

Taxa El-kerîm hate rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin

REQA – Di şer û pevçûnên ji duh êvarî heya niha de, taxa El-Kerîm a dikeve bakûr rojavayê bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin.
Di pêşveçûna şervanên QSD’ê ya di bajarê Reqayê de, gelek gav tên avêtin. Di van du mehan de şervanan gelek derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin.Zêdetirî nivê bajar hate rizgarkirin.Her weha bi hezaran sivîl ji çembera çetan rizgarkirin û derbasî herêmên bi ewle hatine kirin.
Di şer û pevçûnên ji duh ve şervanên QSD′ê li bakûr rojavayê bajar, taybet li taxa Nahda û Berîdê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin. Di şerê ku li vê herêmê rû da de, taxa El-Kerîm bi temamî hate rizgarkirin û 16 çete hatin kuştin.
Li taxa Rewda jî şer û pevçûn berdewamin, şervanan êrîşa ekîpeke çeteyan a li ser herêma rizgarkirî têk birin û di encamê de 5 çete hatin kuştin.
Di saetên ber sibehê de jî, şervanan li taxa Deriyê hejmarek sivîl (di nav wan de birîndar jî hebûn) rizgar kirin.
Şervanan birîndarên sivîl rakirin noqteyên tenduristiyê.
05:50-05.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً