LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Taxa El-Kerîm a dikeve bakûrî rojavayê bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin,di encam de 16 çete hatin kuştin.
* Atêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi çekên giran gundên kantona Efrîn ê û herêmên Şahba topbaran kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê li nêzî sînorê navçeya Cindirêsê jî tevgera xwe zêde kir. Her wiha Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bajarê Ezaz û Mari dagirkirine gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin.
* Artêşa Tirk a dagirker li Kaniya Kurdan a Navenda Kobanê û li aliyê rojhilat jî li herêma sînor a gundê Bubanê gule li welatiyan û çeperên YPGʹê barandan. Şervanên YPGʹê jî bersiva êrîşan dan û şerekî demkurt rû da. Di bûyerê de tu kuştî û birîndar çênebûn.
* Rêjîma Sûriyê bajarê Suxnê ku cihê herî mezin û dawî ya çeteyên DAIŞ`ê a li parêzgeha Humsê mabû, kontrol kir.
* Konseya bilind a gotûbêjan ya dijberiya sûrî hevdîtin bi wezîrê karên derve yê Erebistana Suûdî re ji bo pêkanîna komîteyek birêxistina civîna Riyaza 2 pêk anîn .
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Hêzên Parastina Gel (HPG), ragihand ku tu têkiliya wan bi kuştina kesên bi navê Faris Newaf Mihemed û Xidir Ezîz Hesen ên li Sinoneyê re nîne.
* Bombedûmana artêşa Tirk a li ser çiyayê Cûdî dewam dike. Şewata ji ber bombedûmanê li herêmê derket, dorfireh dibe.
* Demîrtaş ji Nobeta Wijdan û Dadmendiyê re nameyek şand û got, “ne dema tirsê ye, dema wêrekî û rabûnê ye.”
* ‘ Nobeta Wijdan û Edaletê’ ya HDP’ê, ku ev 6 roj in li Parka Yogûrtçû ya Stenbolê didome, wê derbasî Wanê bibe.
* Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Ahmet Kaya dema ji girtîgehê derket ji ber lêpirsînek din hat binçavkirin.
* Li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê polîs û leşkeran bi hevre operasyon pêk anîn. Di operasyonan de polîsekî tevgera taybet hat kuştin û 4 polîs û leşker jî birîndar bûn.
* Wezîra Belcîkî ya bi eslê xwe kurdî Zuhal Dêmîr dev ji nasnameya xwe ya Tirkî berda û da zanîn ku Enqere nedihîşt ku ew jiyana kurdî bijî.
* Herdû rojnameyên Almanî Die Welt û Welt am Sonntag li dadgeha Ewrupî ya Mafê Mirov dozek li dijî hikûmeta Tirkiyê vekirin li dor girtrina peyamnêrê wan Deniz Yucel.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Li bajarê Hewlêr di depoyek a aîdê hêzên Zêrevanî de teqînek rû da.
* Serokwezîrê îraqî “Heyder Abadî” ragihand ku Heşda şebî bi temamî di bin siya artêşa îraqî de kar dike.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Serokê Îranê Hesen Rûhanî Amerîka tawanbar kir bi têkbirina rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin ên cîhanê, û banga welatên Ewrupî kir ku alîgiriya Waşinton nekin.
– CIHAN
* Balafireke girêdayî arasa Amerîka li qeraxê bakûrê Avustralya de kete behrê. 23 kesên di balafirê de hatin rizgar kirin lê 3 kes jî windane.
* Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi piraniya dengan biryarnameyeke nû ji bo zêdekirina boykotan dijî Koreya Bakur pesend kir.
* Teqînek li navendeke Îslamî ya Wîlayeta Mînîsota ya NY rû da û tu ziyan nehatin ragihandin.
* Peyvdarê parêzgarê Sari Pul, Zabî Amanî got, Çekdarên tevgera Talîbvan a Afganî herêma stratîjî ya Mirzawalang li Navçeya Sayad kontrol kir piştî du rojan ji şerekî giran li dijî hêzên ewlekariya Afganistanê.
04:00-06.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً