LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Tîmên taybet ên QSD`ê bi dehan sivîl ji DAIŞ`ê rizgar kirin

Tîmên taybet ên QSD`ê bi dehan sivîl ji DAIŞ`ê rizgar kirin

REQA – Di pêşveçûyîna şervanên QSD`ê di bajarê Reqayê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê bi dehan sivîl ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha di şerê ku şeva din rû dan de, 16 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê 63 roj li pey xwe hişt. Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê şeva din li taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûrê Reqayê derbeyên giran li çeteyan xistin û di encamê de 7 çete hatin kuştin.
Di heman taxê de, dema sivîlên xwestin derbasî aliyê cihên ku QSD`ê rizgar kirine bibin, ketina kemîna mayînên ku çeteyan çandibûn. Tîmên taybet ên QSD`ê yên rizgarkirina sivîlan yekser bi hawara sivîlan ve çûn û bi dehan sivîl rizgar kirin.
Di oxira rizgarkirina sivilan de, du şervanên QSD`ê birîndar bûn û sivîl bi selametî gihîştin cihên bi ewle.
Li taxa Reqa ya Kevin jî, di encama şerê ku rûdayî de, 5 çete hatin kuştin. Her wiha li baskê bakur- rojavayê bajêr li taxa Berîd û Nehda de, di encama şer de 4 çete hatin kuştin.
01:05-07.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً