LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di heftiyekê de êrîşên li ser Rojava

Di heftiyekê de êrîşên li ser Rojava

NAVENDA NÛÇEYAN – Dagirkeriya Tirk di kiryarên xwe yên li ser Rojava berdewame, di nav heftiya borî de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Rojava kirin armanc û bi vê yekê êrîşî kantonên federal yên Kobanê Efrîn Şehba û herêmên Girê Spî  Dêrik û Bab ê kirin, bi xwesteka Tirkiyê ya derbaskirina  girûpên çete niha dest bi avakirina dîwarekî din rastî gundên Sûrikê û Edamên yên navçeya Raco ya Efrîn ê kir, da ku reht li ser sînor tevbigere, lê êrîşên Tirkan bê bersiv namînin û rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ tên û hewildanên wan yên derbasbûna Rojava têk dibin. 

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:
Di 03.08.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî eniya Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Her wiha di heman rojê de saet di navbera 01:00 û 03:00`an de çeteyan bi obûsan êrîşî Malikiyê, Şêwarxa û Eyn Deqnê kirin. Şervanên QSD ê di heman demê de bi çekên giran bersiv dan êrişên çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de leşkerên Tirk ên ku bi tireksekî ve dixwestin di eniya gundê Sêlim yê girêdayî Kobanê rê çêkin rastî bersiva Şervanên QSD ê yê bi çekên giran hatin. Di encamê de tireksa leşkerên Tirk derb xwar û sekinî.
Di heman dîrokê de Çeteyên Cebeht El-Nusra ji aliyê Tirkiyê ve têne destekkirin û li kela Semanê bi cih dibin, welatiyê bi navê Samî Bazo 16 salî ye ji gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dema ku keriyê pezê de diçêrand, hedef girtin. Di encamê de Samî birîndar bû û li nexweşxaneya Avrîn tê dermankirin.
Di 04.08.2017 saet 05:00`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk xwestin ku bi wesayîteke bombebarkirî êrişî Eyn Deqnê bikin. Hêzên Sûriya Demoqratîk êrîşa çeteyan ferq kirin û lê dan. Di encam de wesayîta bombebarkirî bêyî ku bigihîje hedefa xwe hat rûxandin. Her wiha di heman rojê de Hêzên Sûriya Demoqratîk dronekî çeteyan jî xistin erdê û desteserkirin. Ji aliyê din ve artêşa Tirk eniya Eyn Deqnê, Belûniyê û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Efrîn Şera bi obûsan topbaran kirin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi çekên B7 êrîşî Girê Qestelê, bi topên hawanê êrîşî Girê Baz û Girê Barîn ên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, bi çekên doçka êrişî Girê Şehîd Şîlan û bi çekên doçka û BKC jî êrîşî Maranezê û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.
Di 05.08.2017an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajaroka Mari dagirkirine derdora gundê Kefer Naya ya herêmên Şehbayê topbaran kirin. Bi dehan top li derdora gund hatin xistin. Hat gotin ku ji ber topbaranê ziyana canî çênebûye, lê gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbûye.
Di heman dîrokê de Atêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên kantona Efrînê û herêmên Şahba topbaran kirin. Artêşa Tirk û çeteyên li nêzî sînorê navçeya Cindirêsê jî tevgera xwe zêde kir.
Di 06.08.2017an de Artêşa Tirk a dagirker saet di 20.00′an de deriyê sînor ê bajarê Girê Spî gulebaran kir.
Di heman dîrokê de Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bajarê Ezaz û Mari dagirkirine gundên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê topbaran kinrin. Di encama topbarnê de ziyaneke mezin di mal û milkên welatiyan de çêbû.
Di 06.08.2017an de jî saet di 10.00ʹan de Artêşa Tirk a dagirker li Kaniya Kurdan a Navenda Kobanê û li aliyê rojava jî li herêma sînor a gundê Bubanê gule li welatiyan û çeperyên YPGʹê reşandin. Şervanên YPGʹê jî bersiva êrîşan dan û şerekî dem kurt rû da. Di bûyerê de tu kuştî û birîndar çênebûn.
Di 07.08.2017an de Balafirên artêşa Tirk li asîmanê navçeya Bilbilê ya girêdayî herêma Raco ya Kantona Efrînê ya girêdayî herêma Federal a Efrînê geriyan. Di heman demê de artêşa Tirk bombeyên bi ronahî davêje ser sînorê Kantonê, da balafir bikaribin bi awayekî baş keşf bikin.
Di heman dîrokê de Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker noqteyên hêzên Ekrka Xweparastinê ya bajaroka Şiyûx Foqanî a girêdayî bajarê Kobaên ya herêma Firatê gulebaran kirin.
Di 07.08.2017an de jî Piştî ku artêşa Tirkiyê dîwarê di navbera Rojava û Bakurê Sûriyê lêkir, dest bi lêkirina diwarekî din jî kir. Dîwarê din ê di navbera Rojava û Bakurê li rastî gundên Sûrkê û Edam ên navçeya Raco ya Efrînê û ji aliyê Bakur jî rastî herêma Îbrahîm Dada ye. Di heman demê de Artêşa Tirk xendqan jî li ser sînor dikole.
    
Di 08.8.2017`an de Leşkerên dewleta Tirk a dagirker, welatiyekî ji gundê Eyn Xedra ya girêdayî bajarê Dêrikê dema dixwest ser sînor ji bakur vegere Rojava ew qetil kirin.
Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran dikin.
Di 08.08.2017an de jî Artêşa Tirkiyê êrîşî nuqteyên YPGʹê yên li gundê Boban yê dikeve rojavaeyê bajarê Kobanê kir. Artêşa Tirkbi çekên giran êrîş pêk anîn, şervanên YPG`ê jî bersiva êrîşan dan.
Di heman dîrokê Artêşa Tirk a dagirker êrîşî noqteyeke YPG′ê ya li gundê Bobanê yê dikeve rojavayê Kobanê kir. YPG′ê bersiv da.
Di 09.10.2017an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Eyn Deqnê yê girêdayî Kantona Şehbayê, topbaran kir.
Di 10.08.2017an de Çeteyên Silêman Şah ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li herêma Babê bi awayekî hovane destdirêjî jineke ducanî kirin û ew işkence kirin.
04:35-10.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً