LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

Qanûna rêvebirina herêman ku di civîna Meclisa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, di rojên 27-28’ê Tîrmehê hate girtin.
Federaliya Bakurê Sûriyeyê ji 3 herêman pêk tê
Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li gorî Qanûna Herêmên Rêveberiyê ya nû hate derxistin, ji nû ve hate birêxistinkirin. Ev sîstem ji 3 herêman pêk tê. Di nava herêman de jî 6 kanton hene.
Herêmên Federasyona Bakurê Sûriyeyê wiha ne:
HERÊMA CIZÎRÊ: Ji Kantona Hesekê û Kantona Qamişlo pêk tê.
-Kantona Hesekê: Ji herêma Hesekê, Dirbêsiyê, Serekaniyê û Til Temir pêk tê.
Kantona Qamişlo: Ji herêma Qamişlo û herêma Dêrikê pêk tê.
HERÊMA FIRATÊ: Ji Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî pêk tê.
-Kantona Kobanê: Ji bajarê Kobanê, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Şêran û Qenaya, herêma Sirînê ku ji bajarê Sirînê, bajarok, gund û mezreyên wê, pêk tê.
-Kantona Girê Spî: Ji herêma Girê Spî, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Eyn Îsa û Silûk, pêk tê.
HERÊMA EFRÎNÊ: Ji Kantona Efrîn û Kantona Şehbayê pêk tê.
Kantona Efrînê: Ji herêma Efrîn, herêma Cindirêsê û herêma Raco, pêk tê.
Kantona Şehbayê: Ji herêma Til Rifet û navçeya Ehrez, Fafîn û Kefernaya pêk tê.
ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Li 4 taxên bajarê Reqayê, di encama şerê ku vê sibehê rû da 32 çete hatin kuştin.
* Li taxa Reqaya Kevin şervanan erebeyeke bombebarkirî rûxandin, di hundir erebeyê de 2 çete hatin kuştin. Ji ber erebeya bombebarkirî a hate teqandin, li nêzî şervanan hate teqndin, 4 şervanên QSDʹê birîndar bûn, rewşa hemû birîndaran baş e.
* Artêşa Tirk a dagirker madeya hişbirê (heşîş) li bajarê Babê diçîne û dirivîne Tirkiyê.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bajarê Babê yê dagirkirî gule di şahiyeke zewacê de bi awayekî bê ser û ber reşandin. Di encamê de 8 sivîl di nav de jin û zarok hebûn, birîndar bûn.
* Li Riyada paytexta Erebîstana Siûdî, amadekariya civîneke berfireh ji bo aliyên dijbereya Sûriyê di 15 vê heyvê de tê kirin.
* Hêzên Rêjîma Sûrî bi tundî 12 Tebaxê bajarê Dûma bi topa giran topbaran kir, û di encamê de hejmareke welatiyên sivîl birîndar bûn.
* Hêzên Rêjîma Sûrî bi alîkariya milîşên biyanî, hejmareke xalên leşkerî yên DAIŞ ê li bakurê rojhelatê bajarê Suxnê piştî şer û pevçûnên giran bi çekdarên Rêxistinê re kontrol kirin.
* Hêzên Rêjîma Sûrî gundê Terfawî li gundewarê Humsê kontrol kir.
* Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî di şerê dijî DAIŞê de Kolonel Ryan Dillon di rêya telefonê re ji nûçegîhanên Pentagonê re ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) niha pirtirî 50 ji sedî ji Reqa kontrol kiriye.
BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Yek ji krîza di navbera Almanya û Tirkiyeyê de bargeha li Konyayê bû. Hate ragihandin ku Tirkiye destûr daye Almanya serdana baregehê bike.
* Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiyeyê mueyîdeyên li dijî Rûsyayê pesind nake. Çavuşoglu destnîşan kir ku ev mueyîde zerarê didin aboriya Tirkiyeyê.
* Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê 11 Tebaxê herêma Çiyayê biradost a bi ser bajarokê Sîdekanê bombebaran kirin.
* Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundê Enzê yê herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin.
* Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan li Edeneyê hate binçavkirin.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Berdevkê Desteya Heşda Şebî Ehmed Esedî di daxuyaniyeke 11ê Tebaxê de ragihand ku dê Heşda Şebî beşdarî operasyona Tilaferê bibe.
* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson pêwendiyeke telefonê pêk anîn. Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî ya Barzanî û Tillerson de ku 10ê Tebaxê pêk hat de, li ser têkiliyên Bexda û Hewlêrê û referandûmê gotûbêj hatiye kirin.
* Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê biryar da ku Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, bi awayekeî elektronîkî deng bidin.
* Li başûrê Kerkûkê “Ketîbeya Ehrar a 2mîn a Iraqê” ya ser bi Heşda Şeibî hate damezrandin.
* Dezgehên ragihandina Kanadayê îdîa kirin, ku Kanadayê ji bo Hêzên Pêşmerge çek şandine Iraqê, lê Bexdayê ev çek dane mîlîsên şîe yên Heşda Şeibî.
* Rêberê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir dibêje, siyaseta hikûmeta berê ya Iraqê wisa kir ku kurd hizra cihêbûn û serxwebûnê bikin.
ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* DAIŞê bi zimanê farisî vîdeoyek belav kir û têde gef li Îranê xwar.
* Topxaneya Îranê dest bi topbarankirina sînorê bajarokê Hacî Omeranê li Başûrê Kurdistanê kiriye.
* DAIŞê serê pasdarekî Îranê, ku li Sûriyê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve dîl hatibû girtin, jêkir. Fermandeyekî pasdaran jî gefa tolhildanê li DAIŞê xwar.
CÎHAN:
* Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump li ser nakokiyên ku di rojên dawî de di navbera her du welatan de Amerika , Koriya zêde bûye dîsa Koreya Bakur tehdît kir.
* Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser rageşîya navbera Koreya Bakur û Amerîkayê diyar kir ku ew bawer nake bi rêyên leşkerî çareser bibe û got, dê Almanya muzakereyan berdewam bike.
* Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî tohmetên ku Rûsyayê mudaxeleyî hilbijartinên Amerîkayê kiriye ragihand ku ew hêvî dikin Amerîka mudaxeleyî hilbijartinê Rûsyayê yên sala bê neke.
* Li welatê Misirê bajarê Îskenderiye du tirên li hev ketin û li gorî ku hate raghandin di encama bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û 123 kes jî birîndar bû.
04:40-12.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً