LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Pêşketinên heftiyekê li Reqayê

Pêşketinên heftiyekê li Reqayê

REQA- pêngava rizgar kirina Reqayê ku di 6 Hizêranê de hatibû îlan kirin 68 roj li pey xwe hişt, şervanên QSD ê pêşketin li taxên bajar qezenc dikin û derbeyên giran li çeteyan didin, di nav heftiyekê de ji destanên lehengiyê li Reqayê û bi bedelên giran ji qurbaniyên hovîtiya DAIŞ ê ji şervanan û gelê herêmê, şervanên QSD di nava heftiyekê de herdu eniyên Başûr û rojhilat gihandin hev û pêre jî herdu taxên Hîşam Ebdulmelik û Nezlit Şehadê ku dikevin başûrî bajar rizgarkirin û bi vê karîbûn çeteyan têxin nava çeperekê, di heman demê de taxa El-kerîm ku dikeve bakûrî rojavayê bajarê Reqayê hate rizgar kirin, di şerên giran li Reqa gelek çete hatin kuştin, û bi sedan sivîl hatin rizgar kirin.
Operasyona Cenge mezin ku di 6 ê Hizêranê de hatibû raghandin, 68 roj li pey xwe hişt, ku di nava van rojan de ji taxên navendî yê bajarê Reqayê 12 tax ji çeteyên DAIŞ ê hatine rizgar kirin.
di nava heftiyekê de şer li van taxan rû da bû û ev pêşketin hatin bidesxistin.
Taxa Nezlit Şehade- Li Nezlit Şehadê ya dikeve başûrê bajarê Reqayê şerekî giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ′ê de rû da. Di encamê de şervanan xeteke parastinê ya çeteyan şikandan, û di şerê vê taxê de, 27 çeteyên DAIŞ`ê yek jê sekvan hatin kuştin û cenazeyên 2 çeteyan tevî miqdarek cebilxane, ketin destê şervanan. Ji rûdanek din ya pevçûnan.
Di roja 66 an de şervanên QSD ê herdu xetên cebheya Başûr û rojhilat gihandin hev û bi vê taxa Nezlet Şihadê hate rizgar kirin.
Taxa Berîd Li taxa Berîd a bakur rojavayê bajarê Reqayê, şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da. Di encamê de (sê ji van sekvan) 15çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin.
Taxa RewdaLi taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajarê Reqayê, di encama şer û pevçûnan de 39 çete hatin kuştin, şervanan êrîşa ekîpeke çeteyan a li ser herêma rizgarkirî têk birin
Txa Nehda Li taxa Nehda ya li aliyê bakur- rojavayê bajar, di şer de du jê sekvan 12 çete hatin kuştin.
Taxa El-kerîm- Li Taxa El-kerîm a dikeve bakur rojavayê bajarê Reqayê di roja 61`an de ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û 16 çete hatin kuştin. Her wiha di encama operasyona paqijkirinê li taxê gelek cebilxaneyên çeteyan kete destê şervanan.
Taxa Reqaya Kevin Li taxa Reqa Kevin li derdora Mizgefta El-Etîq şer rû da. Li vir jî 4 çete hatin kuştin, ji rojên şerên gerim li vê taxê di encama şerê ku rûdayî de, yek jê sekvan 21 çete hatin kuştin.
li taxa Reqayê Kevin jî çeteyan hewl dan bi erebeyek mayînkirî êrîş bikin, lê beriya ku bigihêje hedefa xwe hat teqandin û balafireke keşfê ya çeteyan xistin û di encama şerê li vê taxê de 4 çete hatin kuştin. Di heman taxê de doçkeke 12.5 a çeteyên DAIŞ`ê hate rûxandin. û erebeyeke bombebarkirî hate rûxandin, di hundir erebeyê de 2 çete hatin kuştin.
Taxa Hîşam Ebdulmelik Li aliyê başûr-rojhilat ê Reqayê li taxa Hîşam Ebdulmelik, di encama şerê ku heta niha dewam dike de, 28 çete hatin kuştin. Li taxa rex wê jî Hîşam Ebdilmelêk şer giran bû û 6 çete hatin kuştin, dîsa yek ji wan sekvan bû.
Di roja 66 an de şervanên QSD ê herdu xetên cebheya Başûr û rojhilat gihandin hev û bi vê taxa Hîşam hate rizgar kirin.
Taxa El-Beyatra şervanên QSD`ê li taxa El-Beyatra ya navenda bajarê Reqayê kargeha sereke ya çêkirina mayînan, teqand. Di encamê de 10 çete hatin kuştin.
Taxa Deriyê Li taxa Deriyê ya aliyê rojava yê Reqayê, di encama şerê ku derket de, 8 çete hatin kuştin.
Rewşa Sivîlan
Di nav rewşên şer û pevçûnên li Reqayê de, şervanên QSD ê hewil didin ku sivîlan ji nav pencên çeteyên DAIŞ ê xelas bikin, lewma jî DAIŞ ê ji ber têkçûna xwe sivîlan wek mertalên zindî bi kartîne da ku pêşveçûna şervanan asteng bike.
Li Taxa Nezlit Şehadê ya dikeve başûrê bajarê Reqayê şervanan 100 welatiyên sivîl (ku jin û zarok jî di nav de hebûn) ji çembera ku çeteyan li navenda bajar li ser wan ferz kiriye, rizgar kirin.
Dema şervanan sivîl rizgar dikirin, wekî her car sekvanên çeteyên DAIŞ`ê sivîl ji xwe re kirin armanc. Di encamê de bav û kurê xwe birîndar bûn. Şervanan yekser birîndar rakirin nexweşxaneyê û sivîlên din gihîştin cihê bi ewle.
Tîmên taybe ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê li taxa Nezlet Şihade 125 welatiyên sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 2 welatiyên ku di encama topbarana çeteyên DAIŞʹê ya li ser sivîlan de birîndar bibûn hebûn.
Di roja 63 an de ji şerê dijwar li vê taxê dema sivîlên xwestin derbasî aliyê cihên ku QSD`ê rizgar kirine bibin, ketina kemîna mayînên ku çeteyan çandibûn. Tîmên taybet ên QSD`ê yên rizgarkirina sivîlan yekser bi hawara sivîlan ve çûn û bi dehan sivîl rizgar kirin û sivîl bi selametî gihîştin cihên bi ewle.
şervanên li taxa Deriyê hejmarek sivîl (di nav wan de birîndar jî hebûn) rizgar kirin. Şervanan birîndarên sivîl rakirin noqteyên tenduristiyê.
Di roja 66 an de ji şerê dijwar li herdu taxên Nezlet şihadê û Hîşam ebdulmelik zêdeyî 600 sivîl ji aliyê QSD ê ve hatin rizgar kirin û li cihên bi ewle hatin bi cih kirin.
08:00-12.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً