*Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel salvegera 33’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurd pîroz kir.
– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê ya Reqayê, 20 sivîlên din ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ber bi gundê Merenazê yê girêdayî Kantona Şehbayê pêş ve biçin, lê ji ber bersivdayîna Hêzên Şoreşger neçar man ku paşve vekşin.
* Navendên Ceyş EL-Îslam ya li Derayê rastî êrîşa teqemenî hat. Di encamê de 23 çete hatin kuştin.
* Berdevkê fermî yê Liwaa Muatesim ye bi ser Rikberiya Sûriya ve hêzên rêjîmê bi êrîşa bi ser navenda berevaniya sivîl li idlib û kuştina 7 endamên wan tewanbar kirin.
* Seraya Ehil şam ya bi ser rikberiya Sûriya de ragihandin ku desthilatên Libnanî benden rêkeftina derketina wan ji Arsal binpê kirin.
* Hêzen rêjîmê operasiyonek daxistina leşkerî li navçeya Qudêr ya li rojhelatî humsê pêkanîn û di encam de gundê Qudêr kontrol kirin.
* di encama gotûbejan bi encûmena HTŞ re, Rêjîma Sûriyê 100 dîl ji wan 24 jin berdan û hejmarek ji wan dîlên serbest hatin berdan gihan Idlib ê.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ
* Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di peyama xwe yê ku ji bo Nobeta Edalet û Wijdanê re şand de, ragihand ku sedema girtina wan amadekariya hilbijartina pêşxwext û got ”Em ji hilbijartinê natirsin”.
* Civata Navendî ya Partîya Dêmokiratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) ragihand: 37 endamên HDP di encama opêrasyonên polîsan li 6 bajarên Tirkîyê de hatin girtinê.
* Serokê Partîya Komarxwaza Gelê Tirkîyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu tekez kir ku li vî welatî ti garantîyek ji bo mal û canê mirovan tune ye û got: Li hilbijartina din, em ê Erdogan bidin alîyekî û Tirkîyê ji belaya vî dîktatorî rizgar bikin.
* Li navçeya Qabilcewza Êlihê (Batmanê) di dema derbasbûna wesayita leşkerî ya Artêşa Tirkiyê de teqînek rû da û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca tûra duyem ya civîna şêwira yekîtiya netewî ya Kurdistanê li Hewlêrê li gel Tevgera Îslamiya Kurdistanê civiya.
* Parlementera tirkemen a Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li perlemana Iraqê Nehle El Hebanî, serokê Herêma Kurdistanê bi sûcê hewildana ji bo alozkirina rewşa vê navçeyê bi merema dûrkirina welatiyan ji pirsgirêkên rasteqîn tawanbar kir.
* Heşda Şabî 180 zarok û ciwanên gundê Beşîr a Kerkûkê perwerdehiya şer dide wan. Zarok û ciwan ev 3 meh in li ser bikaranîna çek, taktîkên şer û êrîşkirinê tên perwerdekirin.
* Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku şanda ji bo danûstandinên li ser referandûmê diçe Bexdayê nûnertiya hemû gelê Kurdistanê dike û Kerkûk jî beşeke ji Kurdistanê ye.
* Wezareta Pêşmerge ragihand ku hikûmeta Iraqê li hember hinardekirina cebilxaneyên ku bo Pêşmerge hatine şandin, astengiyan derdixe.
* Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî dibêje, eger PDK mercên ku ji aliyê Civata Nîştîmanî ya Goran ve hatine pêşkeşkirin qebûl bike, dikarin guftûgoyan bikin.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Du protokolên pazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hatin îmzekirin.
* Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê Elî Larîcanî got: “Cinayetên koma têrorîst a DAIŞ`ê nîşan dide ku têrorîst çiqasî ji çanda îslamî dûr in û tu armanca wan ji bilî xistina duberetiyê û xerabkirina navê misilmanan tune“.
* Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û Nûnerê taybet ê sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Ismaîl Weled Şêx Ehmed li karên Yemenê li ser pêwîstiya bidawîanîna karesata mirovî li Yemenê û peydakiirna rêkarên siyasî yên giştalî pêgirî kirin.
– CÎHAN:
* Di êrişa bombeyî ya li dijî wesayîta leşkerî li eyaketa Belucîstan ku dikeve başûrêrojavayê Pakistanê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.
* Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bal kişande ser îhtîmala şer û pevçûna navbera Amerîka û Koreya Bakur û got: “Ev dê encamên gelek xirab derxîne holê.
05:05-13.08.2017
Rojev24