LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Şer bi dijwarî didome, 23 çete hatine kuştin

Şer bi dijwarî didome, 23 çete hatine kuştin

REQA- Li taxa Reqaya kevin,şer bi dijwarî didome. Di şerê ji şevê din ve 23 çete hatin kuştin. Her wiha depoyek cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.
Pêşdeçûna servana li bajarê Reqa yê di roja xweya 69’an de dewam dike.Li taxa Reqaya Kevin ev sê roj in şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di şerê ji şevê din ve 2 jê sekvan bi giştî 6 çete hatin kuştin û birîndarên çeteyan jî çêbûne. Termê çeteyên hatine kuştin tevî çekên li ser wan ketine destê şervanên QSDʹê. Hejmara kuştiyên çeteyan dibe ji hîn zêdetir be. Di haman taxê de depoyek cebilxaneyê kete destê şervanan.
Li bakur–rojhilatê bajar jî û bi taybet li taxa Rewda di navbera şervanan û çeteyan de şer derket di encamê de 7 çetan hatin kuştin.
Li taxa Diriyê ya dikeve rojavayê bajar jî şer û pevçûn derket di encamê de 4 çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn. Di heman taxê de şervanekê QSDʹê birindar bû.
Li taxa Berîd a bakur- rojavayê bajar jî şer derket di encamê de 6 çete hatin kuştin.
Di şerê li tevahiya eniyan de 3 şervanên QSDʹê ku di şer de roleke wan a mezin hebû şehîd bûn, her wiha sê şervan birîndar bûn.
11:00-13.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً