LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Têkiliyên Urdun-Tirkiyê: Di siyasî dijmin aborî de birayên hev in

Têkiliyên Urdun-Tirkiyê: Di siyasî dijmin aborî de birayên hev in

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî şerê cîhanê ya yekemîn û duyemîn li Rojhilata Navîn statuyeke ser esasê Netew-Dewletê hat ava kirin. Di avakirina van hevsengiyan de welatên weke Tirkiye, Misir, Sûriye, Iraq, Îran û Urdun roleke girîng lîstin. Lê ev hevsengî tije bi nakokî hatibû avakirin. Di şerê cîhanê sêyemîn ku navenda wî Sûriye û Iraq e de niha nakokiyên Kevin jinûve germ dibin. Di jinûve germbûna van nakokiyan du welatên esasî jî Urdun û Tirkiye ne.

Têkiliya di navbera Tirkiye û Urdunê de bi taybetî jî di aliyê diplomatik de li ruxme hemû têkiliyan di nava nakokiyan de ye. Ev nakokî di asta kesayet de jî di navbera Qralê Urdunê Abdullah Bîn el Huseyîn û Serok Komarê Tirkiyê Erdogan de hene. Hevalbendiyek di navbera herduyan de tune ye. Bi taybetî di mijarên wek e qrîza penaberan û DAIŞ’ê de Qral Abdullah bîn el Huseyîn, di çerçoveya helwesta Amerîka û welatên Ewropa ya li hemberê Tirkiyê de li dijî Tirkiyê disekine. Ji ber Qral Huseyîn, di vê baweriyê de ye ku Tirkiye bi hevkariya DAIŞ’ê re veguhestina petrolê dike.

Di sê salan de 2013-2016’an de Abdullah bîn el Huseyîn û Erdogan tu civînên hevbeş pêk nanîn. Her wiha di hêla siyasî de jî mirov dikare rehetî bibêje ku têkiliyên Urdun û Tirkiyê di nava qrîzekî de ye. Lê di mijara aborî de lihevkirinek heye. Ji ber ku her du welat di sala 1947’an de li ser esasê bazirganiyê de Peymana Hevaltiyê îmze kirin. Ji ber vê yekî di hin mijarên aborî de şirîkê hev in.

An go ji aliyekî din ve ev hevaltî tê wî wateyî ku eger Tirkiye bi hevkariya DAIŞ’ê re veguhestina petrolê dike heman tiştî Urdun jî dike.

Ev ‘Hevalbendî’ di sala 2009’an de bi peymana “Veguhestina Vîsa” (Vîze) hat kûr kirin. Her wiha di sala 2011’an de “Peymana Bazirganiya Azad” hat îmze kirin. Her du peymanên di navbera her du dewletan de hêj jî derbasdar e û hêzdar e. Bi van du peymanan ew têkiliyên di hevûdin asteng dikin di mijarên bazirganiyê de hatin çareserkirin û tevgerandina sermayê di navbera her du welatan de hat erzan kirin. Di meha kanûna 2017’an de her du dewlet 70’emîn salvegera dostaniya diplomatik û stratejîk pîroz kirin.

Birayên Misliman û qrîza Erdogan a bi Urdun re

Nakokiyên siyasî ya di navbêra Erdogan û Qral Huseyîn li heremê hene. Malbata desthiladar a Urdun ên li hemberê AKP û Erdogan bi bertek e. Sedema wê ya sereke nêzîkatiyên her du aliyan li beranberê Birayên Misliman e. Tê zanîn ku serkêşiya projeya Birayên Misliman Qetar û Tirkiye dike. Ji ber vê yekî jî bi taybet di buyerên li Misirê û guhertina desthiladariya Misirê de nakokiya siyasî ya di navbera wan de kûr bû.

Erdogan nêzîkatiyên Serokê Misirê E-Sîsî li hemberê Serok Komarê berê Mursî yê ku ji Birayên Misilman e ve hatî hilberandin, rexne kir û got “Ev neheqî ye”. Lê E-Sîsî hevalbendê Qral Huseyîn e û Misir yek ji hevalbendê herî hêzdar ê Urdunê ye.

Li aliyê din di mijara Filîstîn de jî nakokî di navbera Tirkiye û Urdunê de berdewam e. Qral Huseyîn û Urdun piştgiriya Partiya Fetih dike, lê Hamas ji aliyê Erdogan ve piştgiriya xwe digire.

Lê nakokiyên herî berbiçav di şerê Sûriyê de derketin holê. Qral Huseyîn, derbarê têkiliyên DAIŞ û dewleta tirk de çend daxuyaniyan dabû û ji ber çima di asta navneteweyî de li dijî Tirkiye biryarek pêşîlêgirtinê nayê girtin rexne kiribû û wiha gotibû “Tu biryarên navnetewî ji bo karên dewleta tirk derbarê bazirganiya petrolê bi DAIŞ’ê re û tevgera terorîstî ya di Sûriyê de tê kirin tune ye. Çeteyên DAIŞ’ê bi riya Tirkiyê diçin Ewropayê. Ma wê tiştek neyê kirin?.”

Lê tişteke din li vir heye ruxmê van daxuyaniyên bi bertek û rexnegir, Urdun di şerê Sûriyê de li dijî rejîma Sûriyê şer kir û komên nerm ên di nava Artêşa Azad de pêş xist.

Dema Urdun li ser piştgiriya ‘serî hildanên nerm’ a li başûrê Sûrî dikir, Serokwezîrê Tirkiyê ya berê Ahmet Davutoglu di meha Adar a 2016’an de çû serdana Urdunê. Yekem serdana wî ji qral re teqez kir ku hevdîtinên bilind ên asta girîng bi taybet hat kirin û hêvî kir ku ev serdan ji bo têkiliyên xûrtir bibe destpêk. Davutoglu di vê serdanî de got ku ew penaberên Sûriyeyê mêvanê Tirkiyê ne û da zanîn ku ewlehiya Urdunê ji bo ewlehiya tevahiya heremê girîng e.

Aborî

Têkiliya aborî ya her du dewletan ne wek e têkiliya siyasî bi nakok û lawaz e. Di mijara aborî de her du dewlet bi hev ve girêdayî û bi hêz e. Salan e di navbera wan de nêzî milyarek dolar digere. Pêve girêdayî li gor hejmartinên 2017’an nêzî 3 hezar 500 welatiyên tirk li Urdunê dimîn in lê nêzî hezar û 700 welatiyên Urdunê li Tirkiyê dijîn. Di adara 2016’an de her du welatan peyman û mîsaqên derbarê sektorên berfirehtir îmze kirin. Di nav de peymana hevkariya navbera Ajansa Nûçeyan a Urdunê (Petra) û Ajansa Nûçeyên Anadol (AA) a Tirkiyê hat îmze kirin. Peymana Bazirganiya Azad  hebû ya di sala 2011’an de hatî îmzekirin de li ser bingeha bazirganiya di sala 2010’an a 57 milyon dolar pêk hatî bigihije 170 milyon dolaran. Di sala 2014’an de ku bazirganiya di navbera her du dewletan de sedî 99 bû, di sala 2015’an ji ber bûyerên siyasî ya li ser sînorê Sûriyê, têkiliyên aborî ya di navbera wan de  sedî 43.5 kêm kir.

Wek e encam mirov vê têkiliyê dikare wisa bi nav bike; tê zanîn ku têkiliyên aborî ya di navbera her du welatan de di serdema Serok Komarê Tirkiyê Abdullah Gul de pêş ketibû. Lê piştî Tayîp Erdogan desthiladariyê xist destê xwe ji ber sedemên siyasî, aboriya hevpar a di navbera her du dewletan de kêmtir bû. Wek sedem jî têkiliyên siyasî ya di navbera her du dewletan de di nava qrîzekî de ye. Berjewendiyên her duyan jî di rewşa niha de nagihijin hev. Ligel siyasetê nakokiyên şexsî yên mezin di navbera Erdogan û Qral Huseyîn de hene.

Havîn Elî

13.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً