LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SERKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SERKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* pevçûnên li Reqayê didomin û niha li taxa Mensûr û Reşîd şer bi dijwarî berdewam dike, di encama şerê du şevan de 46 çeta ji aliyê şervanên QSDê ve hatin kuştin.

* Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ên di gundên Tiwês, Kesar û bajarokê Marîyê de bi cîh bûne, gundên Til Medîq, Til Cîcan, Zoyan û Şêx Îsa yên Kantona Şehbayê yên rizgarkirî topbaran kirin.

* artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Minx, Eyn Denqnê û Bendava Şehbayê yên Kantona Şehbayê û gundê Merenaz a Kantona Efrînê, topbara Kirin.

* Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Muxalefeta Sûriyeyê (SMDK) li paytextê Erebîstana Siûdî li Riyadê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê civîneke berfireh li dar xist. Cîgirê SeroKê SMDKê ebdulrahman Mustafa ji bo civînê de got: “Di civînê de rewşa siyasî giştî ya Sûriyeyê hat axaftin. Meha cotmehê li Riyadê wê konferanseke mezin were lidarxistin. Berpirsên Siûdî daxwaza ku ‘bila Esad here’ ji me nekirin. Ev îdîa derew in. Ji xwe helwesta SMDKê diyar e.”

* Bargeha Himêmîm ya Rûsî, ragihand ku derfet heye da ku rêkefitneke nû li Xûta rojhelat çê bibe, mîna rêkefitna gundewarê Humsê ya bakur.

* hêzên ji rikberiyê tevlêbûna xwe li Eniya Niştimanî ya Rizgarkirina Sûriyê ragihandin, ya ku nû li parêzgehên Der’a û Qinêtrayê hatiye avakirin.

* Serkêşê hêza Siqûr El-Şam ya ser bi rikberiya Sûrî ve El-Şêx doza avakirina encumeneke şoreşger û rêveberiyeke sivîl li bakurê Sûriyê kir.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de ragihand ku hedefa sereke Serokomar Erdogan a pêşî guherandina rêvebiriyên herêmî ne.

* Berdevkê hukimeta Tirkiye û cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag, piştî civîna Encûmena Wezîran daxûyanî da rojnamegeran û ragihand ku Tirkiye ji hemû senaryonên li Efrînê re amade ye.

* Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê, Bekir Bozdag ragihand ku biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê xizmeta îstiqrara herêmê nake û xêrê ji herêmê re nayne.

* Konsula Amerîkayê ya li Edenê Linda Stuart Specht serdana Amedê kir.li gel nûnerên saziyên sivîl hevdîtin pêk anî û serdana komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê kir.

* Dozgeriya Enqerê biryar li ser 33 kesan bi tawana hevkariya di gel Gulen da.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerim di axaftina xwe de ragihand ku hikûmeta Iraqê dizanîbû wê Kerkûk nebe aîdî wan lewma li bajêr ti xizmet nekirin.

* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Ji bilî serxwebûnê, ti rêyeke din li pêş Kurdistanê nîne.

* Berdevkê Bereya Tirkmenî Elî Mehdî got, ku ji ber reftara partiyên kurd baweriya tirkmenan bi wan nemaye û got: “Bi tevî vê yekê jî em amade ne guftugoyê bikin.”

* Li gorî çavkaniyên herêmî, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di axaftina xwe de ragihand ku wê parlamento li hemberî biryara referanduma Kurdistanê ti gavan navêje.

– ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê, Mihemed hisên Baqirî tevî şandeke pilebilind a siyasî û leşkerî ya Îranê serdana Tirkiyê kir..

* Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir: Ger Emerîka boykotên li dijî Îranê bidomîne, Tehran dikare di demeke kurt de ji rêketinama navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de derkeve.

– CIHAN:

* Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand ku helwesta me ya tund li dijî Tirkiyeyê, encamên xwe yên destpêkê nîşan daye û got: “Fişara aboriyê bandora xwe nîşan da.”

* Jêdereke Siûdî diyar kir ku:” Erebistana Siûdî rêjîma Îranî ya niha gotûbêjan li gel wê nabin, nexasim piştî ezmûneke dijrêj, ew rêjîmeke rêzê li yasay û pîvanên deplomatîk yên pêwendiyên navwelaî nake, û rêjîmeke derewîn e û rastiyan diguhere”.

* Êrîşa çekdarî li hemberî Mîsyona Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Malî (MÎNÛSMA) hate kirin. Di êrîşê de 7 kes mirin, 7 jî birîndar bûn.

16.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً