LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Rastiya saziyan (Mûnezamat) ên li Bakurê Sûriyê

Rastiya saziyan (Mûnezamat) ên li Bakurê Sûriyê

Sazî çiye? armanca wê ji derbasbûna welatekî çiye? di çi şert û mercan de xwe ava dike? Em ê heta astekê hewil bidin di vê nivîs ê de zelal bikin.
Sazî ango komel ew kombûneke mirovî yan jî girûbek ji kesan e, têkiliyên fermî di nav wan de heye û ev yek ji bo pêkanîna armancên ku ji bo wê rêxistin hatiye ava kirin heye, lewra gelek beşên Saziyan (Mûnezematan) hene, hin ji wan bazirganî, aborî û hînbûn e û di nav van beşan de jî taybetiyên ji bo pêkanîna armancên xwe yek e:
Her saziyek ji bo armancekê kar dike ku ew armanc hebûna wê îfade dike
Her sazî di nav xwe de komên ji kesan dihewîne
Her sazî divê astek e wê ya fermiyetê hebe
Sazî û komeleyên mirovî li herêmên ku afatên xwezayî (Lehî, erdhêj û hwd ) yan jî şer lê pêk hatine belav dibin. Ew jî bi armanca alîkarî û destekdayîna hemwelatî û sivîlên wê heremê ye û ev alîkarî bi taybetî di warê aborî, tenduristî, civakî û piskolojî de tê kirin.
Ev saziyên ku têne ava kirin ji dewletên cur be cur tên welatên ku di nav şer û pevçûnan de ne. Armanca hatina wan pêwîst e ji bo derbaskirina qirîza heyî û birîna hemwelatiyên wê heremê pêçandin be.
Lê bi taybetî di salên dawî de bi awayekî vekirî derdikeve holê ku hin saziyên ku ji dewletên desthiladar û dewlemend tên van herêman jibilî pêçandina birînan hemû cure karî dimeşîn in. Vê yekî jî di warê pêşkêşkirina alîkariya mîna pereyên bi kaxez (Qesîme) , di riya peymanên bi bazirganan re an jî belavkirina alavên jiyanî mîna xwarin û li xwekirinê ferq cudahî û nakokiyan di nava hemwelatiyan de ava dike.
Di şoreşa Rojavayê kurdistanê de gelek sazî (Mûnezemat) derdikevin pêşberî me. Ev jî piraniya wan ji Ewropa têne bi rêvebirin.
Ev sazî piranî di demên ku civak di nav rewşek a buhayî û kêmaniya pêdiviyên jiyanî de zehmetî dikşînin de derdikevin holê. Ji bo vê jî ev sazî destpêkê xwe wekî xizmetkar an jî alîkarê civakê didin nîşandan û poltîkeya (bi birçîbûnê terbiyekirin) tenê ji bo demê xwarin, vexwarin û çend perçe kinc yê herî giring jî ji bo civakê wergerînin çanda parsekiyê pere tê belavkirin.
Li gorî ku derdikeve holê ji xwe van saziyan bi dûmana 6 salan ji şoreşa Rojava ne xwedî sûdeke li ser civaka sivîl bûn. Ji ber ku di dema karê wan de pirsgirêkên di nav civakê de zêdetir dibûn, dibû sedema nakokiyan di nav gel de. Heta mirov dikare bibêje bû sedema ku gelê herêmê bibe çav birçî û li bende alîkariya van saziyan be.
Saziyên ku îro dibin muxetebê gel bê sînor dixebitin û li ser esasê xizmeteke lewaz derfet jêre hatiye vekirin ku derbasî nava hemû civakê bibe, gelo ev jî ne cihê rexneyê ne?
Lê tiştê balkêş ew e ku ev sazî di karê xwe de cihê herî istratejîk û herî bi bandor digirin. Navendên saziyên ku niha li Rojava dixebitin wê bibin nimûneya vê nivîsa me.
Li gorî tê xuyakirin ku hejmarek pir ji van sazî û komele bi giştî li Sûrî û taybet jî li Rojavayê Kurdstanê kar dikin. Lê karê dikin bi demkî ye û tu pirojên demdirêj li pêş nexistine, tenê karê wan hewarçûna penaberan û belavkirina alîkariyên xwarinê li hemwelatiyan e.
Çima Rojava?
Rast e niha li Rojava şerek heye. Lê li gel vê yekê jî aramiyek a jiyanê heye. Ji ber ku niha di tevahiya Sûriyê de cihê herî bi ewle Rojava ye. Ev yek bû sedem ku penaber ji hemû deveran berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê û hejmarek pir ji penaberên Sûriyê li vir bi cih bûne. Ev yek derdixe holê ku niha gelek kamp ji wan re hatine vekirin, lê alîkariya ku tê xwestin ji aliyê sazî û komelên îdaa dikin karê wan hewarçûn û alîkariya penaberane pêk nayinin.
Wek mînak jî em dikarin kampa Holê ku li başûr-rojhilatê Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê dikeve nîşan bidin. Li gorî serjimêra dawî hejmara penaberên Iraqî herî dawî gihişte 200 hezar penaberî. Lê di vê kampê de, ev sazî û komeleyên xwedî îdaa peywira xwe bi cih nanîne.
Ruxmê heta niha ku di gera mûnazematan de ti astengî nehatiye danîn, ji aliyê her kesî ve tê destek kirin û ji bo ew hêz û misyona xwe karibin bicih bînin rê hatiye vekirin jî lê di piratîkê de alîkariya ji wan tê xwestin pêşkêş nekirin e.
Ev mûnezematan divê li gor yasa û sîstema li wî welatê lê kar dike bi fermiyet tevbigerin. Ev tevgerandin divê di nava civakê de an jî gelan de ti ferq û cudatî çêneke. gelek ji saziyên ku niha li Rojava dixebitin û bi serê xwe diçin û tên ji ber ku ne li gor hevpeymanan tevdigerin ew ferq û cudatiya di nav gelan de pêktînin û hewildidin di hêla madiyetê de bi xwe ve girêdidin.
Der heqê van sazî û komeleyên bi îdaya hewarçûnê rexneya herî pir tê kirin projeyên demdirêj ji bo gel pêşkêş nekirin e û gel li bendewariya alîkariya xwe ya demkî dihêlin e. Yanî heta niha bi derbasbûna salên şoreşê re û bi hatina gelek saziyên ji bo avakirina bingehek xurt ji welat re ku gel bi xwe kar bike û pêdiviyên xwe qezenc bike nehatiye kirin. Berovajî wê bi wê alîkariya ku dihate belavkirin gel fêrî hazir madiyat, bêkarî kir. Tevî van pirsgirêkên ku derdixistin şêwazê karkirina saziyan divê bi sîstem be û ji aliyê rêvberiya wê heremî be.
Ji ber ku niha her sazî şaxên xwe li hemû bajarên Rojava vekirin e. Pêve girêdayî her çiqas ku perwerdeyên hiqûqî, mafê mirovan, çalakiyên sivîl çawa pêk tên, guhertina desthilatdariyê bi rengekî aştî çawa çêdibe û dadkirina desthilatdariyê di nava saziyên navnetewî de çawa ye hatine vekirin jî lê rolekî civakê gihiştandina hev nelîstine.
Ji derveyî van xebatên ku me li jor rêz kir, hin sazî wek şopdar, lêkolîn û istixbaratî ya wî welatî an wî sîstemî bikin têne şandin û her weha bi riya van saziyan xwe di nava civaka wî welatî de bi rêxistin bikin.
Di heman demê de yek ji armnca van hin saziyan ew e ku di nava civakê de çînek avakirin e. Ev çîn jî çînîtiya Bûrjiwaya biçûk e. Yanî danûstandina civakê tenê ne li ser pereyên dolar û Euro be wê razî nebe. Ev yek jî bû sedema ku gel li pereyê zêde bigere û xwe li saziyan bi cih bike. Di heman demê de bû sedema buhaya ku li bazarên Rojava niha tê jiyan kirin. Ev jî bi xwe re di bazarê de ew danûstandina civakê ya xwezayî dûrxistin û saet bi saet buhaya pereyên bûrjiwazî bilindtir bike.
Ji bilî nakokiyên li herêmên Rojava derdikevin bi sedema wan wekî (kirîna malan, kirîna erebeyan, madeyên firotinê li bazaran û hwd), bi kiriyeke buha û (Dolar) xaniyan û erebeyan digrin. Ev yek jî di jiyana gel a bajaran de ku jixwe ji berê de jî zehmet bû niha zehmetir dike.
Wek encam mirov dikare bibêje ku ev sazî (Mûnezamat) yên bi taybetî ji derve de tên ji bilî kar û peywirên xwe yên esasî karên ku cudatiyê dixe nava civakan dikin.
Ji ber vê yekê lazime ev sazî rewşa xwe zelal bikin da ku baş xwe di nav civakê de îfade bikin. Ji bo vî jî divê projeyên demdirêj û xurtkirina jiyana civakê ya xwezayî derbixin. Ji bo karibin bi fermî xebat bimeşînin divê destûra yasayî ji cihên têkildar bigirin.
Şevger Hemo
17.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً