LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di nava heftiyekê de 2 tax hatin rizgarkirin û 278 çete çarenûsa xwe dîtin

Di nava heftiyekê de 2 tax hatin rizgarkirin û 278 çete çarenûsa xwe dîtin

REQA- Operasyona Cenga Mezin ya Reqayê di roja 74 an de wek encam di nav heftiyekê de, du taxên nû ji aliyê şervanên QSD ê ve hatin rizgarkirin, 4 jê segvan bi giştî 278 çete hatin kuştin, 14 wesayît û fabrîqeyek bombebarkirî hatin rûxandin û 370 sivîl ji dorpêça çeteyên DAIŞ ê hatin xelaskirin.
Operasyona rizgarkirina navenda Reqayê ku ji aliyê fermandariya QSD ê ve di 6 Hizîranê de bi navê “Cenga Mezin” hatibû raghandin di roja 74 an de bi hemû dijwariya xwe li 7 taxan didme pêre jî di nava heftiyekê de şervanên QSD Ê herdu taxên mehdî û El- Refqa li aliyê rojhilatî Reqayê rizgarkirin.
Taxa Reqaya Kevin Li taxa Reqaya Kevin ku li aliyê rojhilat dikeve şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di şerê li vê taxê de 3 jê sekvan bi giştî 12 çete hatin kuştin û birîndarên çeteyan jî çêbûne. Termê çeteyên hatine kuştin tevî çekên li ser wan ketine destê şervanên QSDʹê û depoyek cebilxaneyê kete destê şervanan. Li nêzî nexweşxaneya zarokan çeteyan xwestin bi wesayeteke bombebarkirî êrîşî şervanên QSD`ê bikin. Wesayeta bombebarkirî negihîşte hedefa xwe û ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.
Taxa Rewda Li bakur–rojhilatî bajar û bi taybet li taxa Rewda di navbera şervanan û çeteyan de şer derket di encamê de yek jê segvan bi giştî 20 çete hatin kuştin û fabrîqeyeke çêkirina erebeyên bombebarkirî hat ruxandin.
Taxa Diriyê Li taxa Diriyê ya dikeve rojavayê bajar di encama şer û pevçûnên derketin 37 çete hatin kuştin termê 3 ji çeteyan ketin destê şervanan, gelek çete jî birîndar bûn û 3 erebeyên bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hatin ruxandin û gelek cihên stratejîk hatin rizgarkirin.
Taxa Berîd Li taxa Berîd a bakur- rojavayê di şerê ku derket di encamê de 31 çete hatin kuştin û şervanan 3 maşîniyên bombebarkirî ku dixwestin xwe bi şervanan de biteqînin, bê bandor kirin û rûxandin.
Di vê navberm de di 13 Tebaxê de şervanên QSD’ê taxa mehdî û taxa El- Refqa yên aliyê rojhilatî Reqayê bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin. Di encam de 35 çete hatin kuştin.
Piştî her du tax hatin rizgarkirin, şervanên QSD`ê derbasî taxa Reşîd û Mansûre bûn. Di encama şerê li her du taxan de, 2 maşîneyên bombebarkirî û motorsiklêtekî çeteyan, hatin rûxandin.
Taxa Nezlet Şehade operasyonên şervanên QSD`ê yên paqijkirina taxên rizgarkirî didomin. Di vê çarçevê de şervanan li taxê miqadarek ji çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ`ê dîtin. Di nava wan de 1 Termal, BKC û miqdarek ji guleyên wê, du B7, du kelaşinkof û 30 bombeyên dest ketin destê şervanan de. di şerê ku li vê taxê rû dabû de jî 38 çete hatin kuştin û şervanan erebeyeke çeteyan ruxandin. termê 27 çeteyan tevî cebilxaneyan wan û depoyekî cebilxanê ketin destê şervanan. Di dawiya heftiyê de Odeya hewanan ya li taxê kete destê servanên QSD.’ê
Taxa Mansûra Di encama şerê dijwar li vê taxê 44 çete hatin kuştin û erebeyeke bombebarkirî beriya ku bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hate ruxandin
Taxa Reşîd li taxa Reşîd 61 çete hatin kuştin, çeteyek bi saxî ket destê şervanan û du erebeyên bombebarkirî hat ruxandin.
Sivîlên ku hatin xelaskirin:
Li taxa Deriyê ku dikeve rojavayê bajar Gurubek nezî 20 kesan ji destê çeteyan hatin rizgarkirin, di nav de birindar jî hene.
Her weha ji hêleke din ve jî 300 sivîl hatin rizgarkirin, 10 jê zarok pir kes birindar bûne.
tîmên taybet ên QSD`ê yên sivîlan rizgar dikin careke din 50 sivilên dîtir ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
19.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً