LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Hevserokê KCK`ê Cemîl Bayik da zanîn ku dahatuya Rojava û Bakurê Sûriyê bi esasî piştî rizgarkirina Reqayê wê were diyarkirin. Wê beloqtir bibe bê ka Sûriye wê bi çi karekterî be.

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* li gundekî bajarokê Keramê yê rojhilatî Reqayê di ecama teqîna mayîna çeteyan a berê çandibûn çar zarok birîndar bûn.

* li 5 taxên Reqayê 53 çete hatin kuştin, hin noqteyên stratejîk ji çeteyan hatin rizgarkirin û pêşketina şervanan di wan taxan de didome.

* Artêşa Sûriye, Libnan û ya Hizbullahê 19 Tebaxê berê sibehê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ku li sînorê herdu welatan bi cih bûne operasyon da destpêkirin.

* Li gundê Medan a di navbera Dêra Zorê û Reqayê de ciwanek dema dixwest ji çeteyên DAIŞʹê bireve bi guleyên çeteyan birîndar bû.

* Atêşa Tirk Kantona Şehbayê topbaran kir û di heman demê de jî balafirên keşifê li cihên topbarankirî digeriya, Artêşa Şoreşgeran jî bersiv da.

* Wezareta berevaniya Rûsî ragihand ku piştî hêza feyleq El-Şam tevlî rêkeftina agirbeste li Xûta rojhelat bû, niha hemî hêzên Rikberiyê yên li Xûta tevlî agibestê bûne.

* Hêzên Rêjîma Sûrî bajarê Hemûriyê li gundewarê Şamê bi roketên zemîn-zemîn armenc kirin, û di encamê de kesayetiya navdar ya li bajêr Ebû Umer hate kuştin.

* hejmarek kuştî Roja pêncşemê bi gulleyên Daiş li bajarokê Abû Xeşeb li gundewarê bakûr rojavayî Dêra zorê ketin.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Li navçeya Şemzînan a Bakurê Kurdistanê teqînek çê bû û di encamê de 2 kuştî û birîndar çê bûn.

* Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku partiya Serokwezîra Almanya Angela Merkel, CDU û yên din yên mezin dijminê Tirkîyê ne, wî bang li tirkên li Almanya kir ku herin ser sindoqan û dengê xwe nedin wan partiyan.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa terorîstî ya bajarê Barcelona yê Îspanyayê şermezar kir.

* Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bersiv da daxuyaniya Sererkanê Hêzên Îranê Muhamed Hisên Baqirî ku li Tirkiyê gotibû, nabe li Herêma Kurdistanê referandûm were kirin. Di daxuyaniya de , tê gotin, “Axaftina li ser mafên gelê Kurdistanê ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere ya li karûbarên navxweyî yên Kurdistanê tê dîtin.”

* Wezîrê Berê yê Ragihandina Urdinê û Nivîskar Salih Qellab ragihand, ku dewletên erebî ne li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ne û bêdengiya wan nîşaneya rizamendiyê ye.

* Rêxistina terorîst a DAIŞê biryar da ala xwe ya reş li ser binke û baregehên xwe yên li bajarokê Telaferê ku dikeve rojavayê parêzgeha Nînowa, bîne xwar.

* Li gundê Melhe ya rojavayê navçeya Dubizê ya Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrîşê mala efserekî polîsê Dubizê kirin û 7 endamên heman malbatê kuştin.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Li Îranê 3 partiyên kurd Komeleya Şoreşgerên Zahmetkêş (KOMELE), Partî Demokratî Kurdistan (PDKÎ) û Hizbî Demokrat (HDK) pêşmergeyên xwe xistine sînor û li hemberî rejime şerê çekdarî dikin.

* Nûnerê herdem yê Komara Îslamî ya Îranê Xulamelî Xweşrû li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê got: Bila rayedarên amerîkî ji şaştiyên berê dersê werbigirin`

CÎHAN:

* Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew hêvî dikin muxalefeta Sûriyê di têkoşîna dijî terorê de çalaktir bibe.

* Wezareta Derve ya Amerîkayê biryanameyeke nû ya lîsteya reş a DAIŞîyan belav kir. Di biryarnameya Wezareta Amerîkayê de, navê 30 kesên ku tê îdiakirin pêwendiya wan bi DAIŞê re heye hat ragihandin.Herwiha di biryarnameyê de rêxistinên şaxên DAIŞê jî hatin nivîsandin ku di lîsteyê de tê gotin, şaxên DAIŞê li Lîbya, Erebîstana Siûdî, Yemen, Cezayîr, Mîrîtiya Caucasus, Herêmên Xoresan û Sinaiyê jî hene.

* Li Wuppertal-Elberfeld a nêzî bajarê Dusseldorf ê Almanyayê di ncama êrîşeke bi kêran de, kesekî can da kesekî din jî bi giranî birîndar bû.

04:05-19.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً