LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şerê Reqayê li pênc taxên bajar bi dijwarî didome

Şerê Reqayê li pênc taxên bajar bi dijwarî didome

REQA- Hemleya Reqa bi hemû hêza xwe didome li 5 taxên bajar şerekî giran rû dide, di encama şerê li her pênc taxan de 53 çete hatin kuştin, erebeyek bombebarkirî hate teqandin û gelek cihên stratejîk hatin rizgarkirin.
Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 74`an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de ji duh di saetên nîvro de û heta niha li taxa Mansûr a rojhilatî bajêr şer diqewime, şervanên QSD`ê pêş dikevin û heta niha li vir 12 çete hatine kuştin.
Di heman demê de li taxa Reşîd şerekî giran rû da, di şerê li vir de jî herî kêm 19 çete hatin kuştin. Şervanan li vir erebeyek bombebarkirî beriya ku bighêje hedefa xwe teqandin.
Dîsa li taxa Rewda ya rojhilatî bajarê Reqayê jî şerekî demkurt derket. Li vir jî yek jê segvan bi giştî 2 çete hatin kuştin.
Li taxa Berîd a bakurî bajar jî şer derket,di encamê de 7 çete hatin kuştin.
Li taxa Deriyê ya rojavayî bajar jî şerekî giran rû da li vir jî 13 çete hatin kuştin û gelek cihên stratejîk hatin rizgarkirin.
04:55-19.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً