LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Operasyona Cenga Mezin ya Reqayê di roja 74 an de didome, wek encam di nav heftiyekê de, du taxên nû ji aliyê şervanên QSD ê ve hatin rizgarkirin, 4 jê segvan bi giştî 278 çete hatin kuştin, 14 wesayît û fabrîqeyek bombebarkirî hatin rûxandin û 370 sivîl ji dorpêça çeteyên DAIŞ ê hatin xelaskirin.

* Li 5 taxên Reqayê yên rojava, rojhilat û bakur şer qewimî û di encama şer de jî 17 çete hatin kuştin.

* Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esad, Buseyna Şaban got ku bi vekişandina piştgiriya hêzên derveyî re şerê Sûriyê di sala 6an de ber bi dawiyê ve diçe û da zanîn, çi Tirk, çi Amerîkî bin dê hikûmeta Sûriyê li hemberî hemû hêzên ‘nerewa’ raweste.

* Li derdora Meydana Tişrîn a bajarê Laziqiyê erebeyeke bombebarkirî teqiya, di encamê de 2 kes hatin kuştin, hin kesên jî birîndar bûn.

* Li bajarokê Meare El-Ertîq û Kefer Hemra yên dikevin bakurê rojavayê gundewarên Helebê û taxa El-Raşidîn û Mensûre yên dikevin rojavayê Helebê ji ailyê balafirên rejîma Baas a Sûriyê hatin bombebarkirin. Derbarê encama bombebarkirinê de tu agahiyên zelal nehatin girtin.

* encûmenên Mosko û Qahira şemiyê ragihandin ku dê bi encûmena gotûbêjan ya rikberiya Sûriya re di kongreya Riyad 2 hazir bibin.

* Artêşa Tirk a dagirker hewl dide ji bo dagirkirina Idlibê êrîşeke din pêk bîne. Li aliyê din jî şênyên bajaroka El-Has a Idlibê li dijî komên çete yên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) daketin meydanan û kiryarên wan ên li dijî sivîlan şermezar kirin.

* Komên çete yên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Şehba yên ku dagir kirine, agir berdan bazara bajarê Cerablûsê. Her wiha gelek malbat jî bi darê zorê ji malan koçber kirin, da ku malbatên çeteyan li wan malan bi cih bikin.

* Artêşa Tirk a dagirker der heqê gelê sivîl ê herêma Efrînê êrîşan dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, leşkerên artêşa Tirk a dagirker zarokê bi navê (S E ) ê 14 salî, dema li nêzî sînor pez û bizinên xwe diçêrandin, birîndar kir.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Namzêdê serokwezîrtiyê yê Partiya Demokrat a Civakî Martîn Schulz Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî rexne kir û ragihand ku pîvanê derbas dike.

* Walîtîyên Wan û Êlihê konferansên Înîsîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê qedexe kirin.

* Tevî hemû bertek û nerazîbûnên Tirkiyê li hember refrandoma Başurê Kurdistanê , danûstandinên di navbera her du aliyan de berdewam in û her du alî hewla pêşxistina pêwendiyên du alî didin.

* Li ketina bajêr a taxa Bagivar a 3 km nêzî Amedê, li benda kontrolê ya polîsan teqînek pêk hat. Bi teqînê re gelek polîstên tîmên taybet çûn herêmê û tîmên lêkolînê sewqî herêmê hatin kirin.

* Serokê Serfermandariya Îranê General Muhammed Bagherî, ji bo 3 rojan bibe mêvanê Serokê Serfermandariya Tirkiyê Hulusî Akar çû Enqere. Li gor agahiyan, di hevdîtinên Bagherî û şandeya pê re dê mijarên wek e referanduma ji hêla rêveberiya Herêma Kurdistana Federal a başurê Kurdistanê ku wê di meha îlonê de bê lidarxistin û êrîşên îhtîmal ên li ser Rojava pêk werin di rojeva wan de bûye. Li gor hin çavkaniyan, tê îdeakirin ku di hevdîtinên navbera her du serfermandaran Tirkiye û Îranê hatî kirin de, li dijî “Referanduma serbuxwetiyê” ya li başurê Kurdistanê her du welat di asta serfermandariyê de lihevkirinek ango gihiştine mutabakatekî.

* Piştî Serfermandarê Artêşê yê Îranê Enqere ziyaret kir, niha Serfermandarê Artêşê yê Rûsya Valery Gerasimov, piştre jî Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattis tê Enqere ziyaretê pêk tîne. Di rojeva ziyaretan û diplomasiya leşkerî bêtir operasyona li dijî Îdlibê û Sûriyeya Bakur heye.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya Siûdî re da xuyakirin, wan daxwaza Amerîkayê ya paşxistina referandûmê qebûl nekiriye, lê guftûgoyên bi Bexdayê re qebûl kirine. Barzanî li ser pirsekê diyar kir ku ew PKKê wek terorîst nabînîn û li ser helwesta bo referandûmê ya PYD û PKKê jî da zanîn ku piştgiriya referandûmê dikin.

* Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ragihand, operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê ji destê DAIŞê di 19 Tebaxê dest pê kiriye.

* Operasyona Rizgarkirina Telaferê ji aliyê hêzên Iraqê ve destpê kir, li gor daxuyaniya Fermandariya Polîsên Federal yekem bajarokê girêdayî navçeya Telaferê ya binavê Îbre Sexîre (Îbra Biçûk) hate rizgarkirin.

* Hêzên leşkerî yên Iraqê ji 3 milan ve dest bi êrîşa ser Tileferê kirin. Li gorî zanyariyên di destê îstîxbarata Iraqê de, hejmara çeteyên DAIŞê ya li vê navçeyê, di navbera 1200 û 1500 çeteyî de ye. Tê pêşbînîkirin di nava 2 hefteyan de operasyon bidawî bibe.

* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, statû û rewşa Herêma Kurdistanê ti carî nabe tehdîd li ser Tirkiye û Îranê.

* Li Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê Xweseriya Demokratîk hate ragihandin.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Berdevkê Komîta Asayişa Netewî û Siyaseta Derve ya Parlementoya Îranê Hisên Neqewî ragihand ku Amerîka di pratîkê de piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.

* Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Kabolê, idiaya girtina êrişkarekî xwekuj ê îranî ji hêla hêzên ewlehîya Efganistanê ve li wilayeta Nîmrûzê derew zanî.

CÎHAN:

* Li bajarê Surgut ê Rûsyayê kesekî bi kêrê êrişî însanên derdorê kir. Hêzên ewlehî êrişkarê ku 8 kes birîndar kirin kuşt.DAÎŞ ê ev êrîş girt ser xwe.

* Serokê Encûmena Karê Navneteweyî yê San Diego li bajarê Californiyayê David Edick ragihand ku li Rojhilata Navîn pêwistiya Amerîka bi dewleteke wekî Kurdistanê heye.

04:20-20.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً