LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Hemleya Rizgarkirina Reqayê bi gavên mezin di roja 76`an de dewam dike. Di vê çarçoveyê de li Taxa Mansûr ya rojhilatî bajêr şerekî dijwar rû da û 9 çete hatin kuştin. Li heman alî li taxa Reşîd jî di encama şerê ku lê qewimî de 11 çete hatin kuştin û li Reqayê Kevin jî 4 çete hatin kuştin.
* Serokê Sûriyê Beşar Esed rexne li welatên Rojava kir û red kir her hevrêziyeke ewlekarî an nûvekirina balyozxaneyekê li Dîmeşq, berî ku ev welat pêwendiyên xwe yên li gel gurûpên opozisyonê qut bikin.
* Komên çete yên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) dest bi hemleya binçavkirina sivîlan û koçberên ji bajaroka Medaya kirin. Meclîsa Sivîl a Gundê Eqrebat Cebet El-Nusra hişyar kir ku dest ji kiryarên xwe berdin.
* Hêzên Rêjîma Sûrî bi alîkariya milîşên biyanî , bajarokê Tîbê li bakurê bajarê Suxnê li gundewarê Humsê yê rojhelat kontrol kir.
* Wezareta Parastina Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Rûsyayê li Dêra Zorê konvoya terorîstên DAIŞî bombebaran kir.
* Di şerê artêşê yê dijî rêxistina DAIŞê li ser sînorê Libnanê û Sûriyê 3 leşkerên artêşa Libnanê hatin kuştin
BAKURÊ KURDISTN Û TIRKÎ:
* Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di bersiva xwe ya ihtîmala girtinê de got: “Ez naxwazim senaryoyeke ku serokê partiya muxalif a sereke were girtin bifikirim. Hefteya pêşiya me em ê hemû hurgiliyên mijara edaletê li Çenekkaleyê di ‘Kongreya Edaletê’ de binirxînin.”
* Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand, ku li gel Îranê li hev kirine da ku li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyon pêk bînin.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Berdevkê milîşa Heşd El-Şebî ya Îraqî ” Ehmed El-Esedî” ragihand ku milîşa Hzibullah û Îran dê alîkriya hêza wî di şerê Tellevfar de bikin, ku ji berî du rojan dest pê kiriye.
* Desteya Bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîran gihişte Girê Zergete yê Silêmaniyê û bi Tevgera Goranê re dest bi civînê kir.
* Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî re got: “Dê Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûna Kurdistanê bibe.”
* Hat ragihandin ku wê gera duyemîn a navbera desteya Iraq û Kurdistanê ya diyalogê li Hewlêrê bire ve here.
* Artêşa Iraqê li devera Zumar a li bakurê rojavayê Mûsilê baregeheke mayînde ava dike.
ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf destnîşan kir: “Parastina Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û girtina pêşiya bêsoziyên Amerîkayê, mijara sereke ya Komara Îslamî ya Îranê ye“.
CÎHAN:
* Ji ber ku platforma Moskow negihiştiye Riyadê, civîna Desteya Bilind a Danûstandinan a opozisyona Sûriyê li gel herdu platformên Moskow û Qahîreyê ji bo îro duşemê hate paşxistin.
* Hat ragihandin ku li bajarê Chicago yê Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya heftiyê de 8 kes hatin kuştin û 54 kes jî birîndar bûn.
21.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً