LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi gera şervanên QSD ê çekên çeteyên DAIŞ ê bidestdixin

Bi gera şervanên QSD ê çekên çeteyên DAIŞ ê bidestdixin

REQA- Şervanên QSD ê bi moralekî bilind eniya şer li Reqayê geş dikin, di şerê şervanan li hemberî çeteyan ku ev çend rojin li heman taxan berxwedanî didome 33 çete hatin kuştin û miqdarek ji çekên ku çeteyan li ser elektrîk bikartanîn bidesxistin.
Hemleya rizgarkirina Reqa di roja 77`an de bi hemû hêza xwe didome, şervan li eniyên bajar pêş dikevin.
Di vê çarçoveyê de şevê din li aliyê rojhilat li taxa Mensûr şer derket. Di encamê de 9 çete hatin kuştin, termê çeteyekî tevlî çeka wî ket destê şervanan.
Li taxa Reşîd jî şerekî giran qewimî û tê de 8 çete hatin kuştin. Li vir jî termê çeteyekî ket destê şervanan. her wiha çekek SPG-9, BKC, Kilêş ku çeteyan li ser elektirîkê bikar tanîn, hatin bidestxistin.
Li taxa Berîd ya bakur-rojavayê bajêr şervanan derbên giran li çeteyan xistin,di encamê de 9 çete hatin kuştin.
Li taxa Mirûr a rojavayî bajarê jî şervan pêşve çûn, şer derket û di encamê de 10 çete hatin kuştin. Li vir jî termê 2 çeteyan ket destê şervanan.
Dîsa li taxa Nehda ya rojavayî bajêr jî şer derket û li vir 5 çete hatin kuştin.
22.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً