LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Di 24 Tebaxê de Buroya MSD ê li parka Beylesan ya navçeya Amûdê ku girêdayî kantona Qamişlo herema Cezîrê ye wê civînekê di bin navê ( Federalî çareseriya herî guncave ji bo avakirina Sûriya pêşerojê ji hemû welatiyên Sûriyê re) li darbixe.
* Hemleya rizgarkirina Reqa di roja 77`an de bi hemû hêza xwe didome, şervan li eniyên bajar pêş dikevin. Di vê çarçoveyê de li aliyê rojhilat li taxa Mensûr şer derket. Di encamê de 9 çete hatin kuştin, termê çeteyekî tevlî çeka wî ket destê şervanan. Li taxa Reşîd jî şerekî giran qewimî û tê de 8 çete hatin kuştin.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Ezazê, gundê Merezan, Fîlat Qadî û Noqteya El-Berad ên navçeya Şera ya Kantona Efrînê, topbaran kirin.Herwiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Keleha Seman careke din gundê Îska ya navçeya Şêrawa yê Kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kirin. Di topbaranê de, derdora 25 top li gund û girê nêzî gund ketin.
Di heman demê de Artêşa dagirker a Tirkiyê herêma Til Rifet a Kantona Şehbayê topbaran kir. Di encamê de hin sivîl birîndar bûn û ziyan gihîşt malên welatiyan.
* Milîşên Hizbullah yê Libnanî îro sibhê gundê Qernet Şeabet Eko li devera Cird Ceracîr li ser sînorê Sûriyê-Libnanê kontrol kir.
* Hêzên Rêjîma Sûrî û milîşên bi ser ve, deverên (Kiwêr, Wadî El-lisûm, û Dehir El-Metleaa) li bakurê Humsê kontrol kirin.
* Rêxistina Daişê, otombîleke bombebarkirî di bargehên Rêjîmê de li dora navçeya Eqêribat li gundewarê Hemayê teqandin.
BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wê di 22yê Tebaxê de serdana Iraqê bike. Hat zanîn ku dê Çavuşoglu li Bexda û Hewlêrê hevdîtinan bike.
* Dadgeha Tirkiyê bona 6 kesan bi tawana peywendiya wan bi terorîstên DAIŞ`ê re biryara binçavkirinê da.
* Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû li Enqereyê hate binçavkirin. Otlû birin Navenda Têkoşîna li dijî Terorê.
* Di navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan de, van rojên dawî krîzên nû rû dan. Serokwezîra Elman Merkel peyaman dide, ku wê siyaseta xwe ya li dijî Tirkiyeyê girantir bike.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis gihîşte Bexdayê. Mattis wê piştî hevdîtinên Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê bike.
* Rojnameya New York Times, encama şerê 9 mehan a operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê eşkere kir. di şerê rizgarkirina Mûsilê de hezar û 400 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û zêdetirî 7 hezar leşker jî birîndar bûne.
* Operasyona kontrolkirina navçeya Telefer a girêdayî Mûsilê bi tevlîbûna hêzên Heşdî Şaebî û desteka hewayî yên Iraqê ket roja 3’an de. Hêzên Iraqê Ji aliyê rojhilat de ketin taxeka navçeya Teleferê de.
ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Omer Debax ragihand, ku Îran di helwesta xwe ya li hember giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de bi rijd e. Debax got: “Berpirsên Îranê yekparçebûna xaka Iraqê, di çarçoveya destûrê de çareserkirina pirsgirêkên li gel kurdan, weke rêya tenê ya çareseriyê dibînin.”
* Di şeva 20’ê Tebaxê de li gundê Yarimqî ya ser bi bajarê Mako ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, kolberê bi navê Wecîd Dewletxa yê 17 salî di encama gulebarana rejîma Îranê de bi giranî birîndar bû. Ji ber giraniya birîna wî, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
CÎHAN:
* Berdevkê rêxistina Talîbanê Zabiullah Mucahid ji ber axaftinên wî Serokê Amerîka Donald Trump şermezar kir û ragihand ku ev der ji Amerîka re wê bibe goristan.
* Siyasetmedarê îsraîlî û endamê Partiya Lîkud Arîel Polîsten di nivîsa xwe de ragihand ku roja îlankirina serxwebûna Kurdistanê dê bibe kêfxweşiya me jî.
* Ji ber baranên mosûnê yên li welatên Başûrê Asyayê nêzî 800 kesan jiyana xwe ji dest dan, saziyên alîkariya mirovî hişyariya nexweşiyên belav dibin da.
22.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً