LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / şervanên QSD`ê zêdetirî ji sedî 50 ji Reqa rizgar kirine

şervanên QSD`ê zêdetirî ji sedî 50 ji Reqa rizgar kirine

REQA- Şervanên QSD ê bi hemû hêza xwe operasyona Reqayê bi serkeftin pêşvedibin, di şerê giran li taxên bajar de 24 çete hatin kuştin û niha şervanan zêdetirî 50 ji sedî bajar girtine.
Hemleya Rizgarkirina Reqayê ku QSD`ê di 6`ê Hizêranê de li dijî “paytexta” DAIŞ`ê dest pê kir, bi hemû leza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê zêdetirî ji sedî 50 ji bajêr rizgar kirine û rojan e pêş dikevin.
Şeva din li taxa Mansûr a aliyê rojhilat ê Reqayê, di encama şerê ku rû da de, 7 çete hatin kuştin.
Li aliyê rojava yê Reqayê şer didome û li taxa Mirur 8 çete û ya Nehda di encama şer de 5 çete hatin kuştin.
Her wiha li taxa Bêtanî ya aliyê rojava yê Reqayê, şerê demkî derket û di encamê de 4 çete hatin kuştin.
Sê şervanên QSD`ê ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê berxwedaneyek bêhemba meşandin, gihîştin asta şehadetê.

 

24.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً