LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Cenga Mezin 81 roj e didom e: Nexweşxana Zarokan hat rizgarkirin

Cenga Mezin 81 roj e didom e: Nexweşxana Zarokan hat rizgarkirin

REQQA – Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 81’an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike, du jê sekvan 48 çete hatin kuştin, Nexweşxaneya Zarokan bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkir kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya bi navê Cenga Mezin di roja xwe ya 81`an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Kevin a aliyê rojhilat ê Reqayê di encama şerê ku şeva din li taxê rû da de, du jê sekvan 21 çete hatin kuştin. Her wiha li heman taxê maşîneyeke çeteyan a cibilxaneyê hat rûxandin.

Li taxa Mirur a aliyê rojava yê Reqayê, di encama şerê ku rû da de, şervanên QSD`ê nexweşxaneya zarokan bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Li vir jî 16 çete hatin kuştin.

Her wiha li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê, şervanên QSD`ê bi pêşve çûn û gelek noqte ji taxê rizgar kirin. Li vê taxê jî, di encama şerê ku rû da de, 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

27.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً