LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Zagona hilbijartinê li herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê

Zagona hilbijartinê li herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê

Lîsteya bicîkirina zagona hilbijartinê li herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê

Beşê yekemîn:Pênase ,armanc û pêkhatin

Made(heyber)/1/:

Zagon:Zagona hilbijartinê ya federaliya demoqratîk a bakurê sûryê

Lîsteya bicîkirinê: Lîsteya taybet e ji bo bicîkirina zagona hilbijartinê li herêmên federaliya demokratîk a bakurê sûryê ye.

Hilbijartin: Piroseya fermî ye,hemwelatî mafdar e dengê xwe bi rêya sindoqên hilbijartinê bide ,hilbijêrekî bibijêre.. da ku ciyê xwe li encumenekê ji encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê bigire.

Encumen(meclis): Encumeneke federaliya demoqratîk a bakurê sûryê ye (komîn,encumenên şaredariyan,encumenên navçeyan,encumenên kantonan, encumenên herêman û Kongira gelan a demoqratîk).

Komisyona bilind a hilbijartinan:Komisyona taybet e, ji bo herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê ye.

Komîta hilbijartinê: Ew komîta ku rêveberiya hilbijartinê li navendên her hilbijartingehekê dike.

Dengda(dengder):Welatiyê ku mafdarê dengdayinê ye.

Tomara dengdayan a seretayî:

1)Tomara ku ji aliyê komisyona bilind a hilbijartinan ve amade(heyber) bûye,tê de ev dengnameyên dengdayan hene:

a-Nav,bav û paşnav

b-Navê dayikê

c-Regeza(nijada) kesê dengda

ç-Cîh û dîroka jidayikbûnê

d-Cîwarê nuha

2)Komisyona bilind a hilbijartinan vê tomarê di demeke ne bêhtirî 20 rojan berya hilbijartinan de belav bike,daku lê bê nerîn û nerazîbûn werin pêşkêşkirin.

3)Nerazîbûna ji vê tomarê li ber komisyana bilind a hilbijartinan bi nûnertiya komisyona nerazîbûnan di dema herî zêde sê rojan de piştî belavkirinê were dayin û divê komisyona nerazîbûnan herî zêde di sê rojan de biryarê pê bide.

Tomara dengdana dawî:Tomara dawî ye ,ji komisyona bilind a hilbijartinan derhatiye,nerazîbûn jê re nabe.

Bilêta dengdanê:

1-Bilêta ku komisyona bilind a hilbijartinan dide her kesê ku temenê xwe 18 sal di roja hilbijartinan de bi dawî kiribe.

2-Bilêteke kesane ye,nabe tu kes ji bilî xwedî di tu qonaxên piroseya hilbijartinê de bi kar bîne..û du dewreyên (xuleyên) li pê hev bi kêr tê li gor du dewreyên kongira gelan a demoqratîk ku guhertin nebe an bi sedemên zagonî jê neyê kişandin li gor yasadanên vê zagonê.

3-Bilêta dengdanê bi yeke din tê guhertin heke dengda cîwarê xwe yê hilbijartinê ji kantonekê veguhêztibe yeke dîtir.

4-Kesê ku mafê xwe wenda kiribe bi yasadaneke dadwerî bilêt jê tê kişandin û divê ku dadgeh û hêlên dadweriyê yên taybet derbarê her biryaran bi biyarên(yasadanên) di vî warî de komisyona bilind a hilbijartinan agahdar bikin.

5-Kesê ku bilêta xwe ya dengdanê wenda kiribe an rizandibe dikare ji dlêva wê li gor dema tê de mayî bi daxwaznameyekê ji komisyona bilind a hilbijaritinan re yeke nû bistîne .

Hilbijêr(berbijêr): Ew welatiyê ku bijartina wî ji aliyê komisyona bilind a hilbijartinan ve hatiye pejirandin ji bo encumenekê ji encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê.

Bijêrkar: Ew kesê ku mafê dengdanê di hilbijartinan de pêk aniye.

Lîsteya takekesî: Lîsteya ku yek kes tê de dikare xwe hilbijêre.

Lêsteya girtî:Lîsteyeke manicî ye, dengdan lê tê kirin weke ku heye,bêyî ku dengda tu guhertin û veguhertinê li rêkûpêka hilbijêrên ku ji hêla hêzên siyasî de bûye ..bike.

Hilbijêrgeh(daîreya hilbijartinan):Her herêmek destnîşankirî hejmarek kursî li gor zagonê jê re hatine bicîhkirin.

Navenda hilbijartinê:Ciyê ku dengda mafê xwe yê bijartina nûnerên xwe lê bi kar tîne..û komîta hilbijartinan karê xwe lê dest pê dike.

Cîhwarê hilbijartinê:Ciyê qeyda sivîl ya dengda an hilbijêr e.

Made(heyber)/2/:

1-Endamên encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê (komîn, encumenên şaredariyan,encumenên navçeyan, encumenên kantonan) bi dengbijartina nehênî(sirî) û yekser her du salan ji hêla gel ve têne hilbijartin.

2-Endamên encumenên herêman weke nûner ji nav nûnerên encumenên şaredarî û navçeyan têne hilbijartin.

3-Encumenên gelan li herêmê û kongira gelan a demoqratîk bi dengbijartina nehênî û yekser ji hêla gel ve..her ji çar salan têne hilbijartin.

Made(heyber)/3/:

Hilbijartina Endamên encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê weha pêk tê:

1-/60%/ şêst ji sedî nûnerên gel yên ku bi hilbijartinên giştî bi beşdariya tevaya gel tên.

2-/40%/çil ji sedî nûnerên hilbijartî li gor perensîbê demoqratiya lihevkirinê ji pêkhateyên regezî,olî,ayinî,çandî û civakî,li gor pirşêniya dîmografî li her herêmekê,divê ku ev rêje gota hilbijartinê be,endamên wê ji hilbijêrên ku rêjeya xwestî di hilbijartinan de bi şêweyê risterêzî ji hemû hilbijêrên pêkhateyan û bi dengên bilind hatine.. bibijêre.

3-Rêjeya çil ji sedî bi vî şêweyî tê beşkirin:

a-Li herêma Cizîrê: Ji vê rêjeyê re(60)şêst kursî destnîşan dibin..û bi vî awayî dabeş dibin:

Kurd(14) çarde kursî.

Ereb(14) çarde kursî.

Siryanî(16) şazdeh kursî.

Çaçanî(1) yek kursî.

Ermenî(1) yek kursî.

Êzîdî(2) du kursî.

Ciwan(12)diwazdeh kursî..û rêjeya ciwanan li herêma cizîrê bi wekhevî li van pêkhateyan /ereb,kurd,siryan/dabeş dibe.

Lewma divê dema ku daxwaznameya hilbijartinê pêşkêş bikin,(4) çar kes ji ciwanan bi kêmanî di her lîsteyeke girtî de hebin.

b-Li herêma Feratê: (28)bîst û heşt kursî ji vê rêjeyê re hene,bi vî awayî dabeş dibin:

Kurd(9) neh kursî.

Ereb(9) neh kursî.

Turkmanî(3) sê kursî.

Ermen(1) yek kursî.

Ciwan (6)şeş kursî tenê, rajeya ciwanan li herêma feratê weha dabeş dibe:

/3/ sê kursî ji kurdan re,/2/ du kursî ji ereban re,/1/kursî ji turkmanan re.

c-Li herêma Efrînê:(32) sîh û du kursî ji vê rêjeyê re hene,bi vî awayî dabeş dibin:

Kurd(9) neh kursî.

Ereb(9) neh kursî.

Êzîdî(4) çar kursî.

Turkman(2) du kursî.

Çerkez(1) yek kursî.

Ernaût(1) yek kursî.

Ciwan(6)kursî,ev rêje li efrînê li pêkhateyên kurd û ereb nîv nîv par dibe.

4-Nûnertiya (50) pêncî ji sedî ji herdu zayindan re li hemû encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê pêk tê,çi lîsteya takekes û çi ya girtî,her weha jî di rêjeya çil ji sedî de,ango rêjeya demoqratiya lihevkirinê.

5- Tu endam ji encumena gelan li herêmê û kongira gelan a demoqratîk ne mafdarê xwehilbijartina endamtiyê ye piştî ku du dewreyan li pê hev di wî ciyî de mabe.

Beşê diwemîn:

Mafê dengdanê:

Made(heyber)/4/:

Yekem:

1-Her hemwelatiyek ji welatiyên sûryê ji herdu zayindan ku girêdayî qeyda herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê be û hijdeh sal temam kiribe ta roja hilbijartinê, ew mafdarê dengdanê ye.

2-Kesên dikevin peyva(ên weke wan):

a-Ên bê qeyd :Ew kesên ku di tomarên bajêr de li herêmên ku lê dimînin ,bê qeyd an belge an diyarname ne.

b-Ên ku bêyî regezname mane:Ew welatiyên ku ji encama şênîjimarya awarte sala 1962an û fermayişên pê ve girêdayî ku çê bûn..bêyî rgezname mane.

c-Çi welatiyê sûryê ji hemwelatiyên herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê hatibe veguheztin an ji berê de qeyda xwe guhêztibe derveyî herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê.

ç-Kesê ku ji bêhtirî deh salan de berdewam û pevgihîştî li herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê bi cîh bûye ,ev jî bi rêya belgeyeke fermî ji komînê û pesindkirî ji nivîsgeha Asayişê ya nişteciyan be.

Diwem:

Kesên ku bi biryareke siyasî hatibin herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê û bi cîh bûbin,ew ne mafdarên dengdan û hilbijartinê ne,lê- ew tenê mafê dengdan û hilbijartinê ji komînan re û ji encumenên gund û şaredariyan re ji wan re heye.

Sêyem:

Mafê dengdanê li gor van perensîbên dengbijêriyê pêk tê:

1-Dengbijêriya giştî:Ew dengbijêriya ku ji hemû welatiyên ku mercên dengdayinê lê pêk tên re ye.

2-Dengbijêriya Nihênî(sirî):Dengbijêr karibe hilbijêran di odeya nihênî de bibijêre.

3-Dengbijêriya azad:Bi azadî pêk tê bêyî topizî û zorlêkirin.

4-Dengbijêriya yekser: Li yek pêlastê pêk tê.

5-Dengbijêriya takekesî:Dengda bi xwe dike,kesekî ji dêlva xwe naşîne.

Made(heyber)/5/:

Mercên ku pêdivî ne li ba dengda peyda bibin:

1-Divê Welatiyê sûryê be û ji welatiyên herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê be,an kesên weha ku berê hatine pênasekirin.

2-Hejdeh sal li roja hilbijartinê bi dawî kiribin.

3-Bilêta dengdanê li gor yasadanên vê zagonê pê re hebe.

4- Li gor zagonê bikêrhatî û amade be: yê ku ji mafê dengdanê bêpar be ev e:

a-Yê ku bi yasadaneke dadweriya lêvegeryayî jêvegirtî be,ji bilî kesê dîn an hişsivikê diyar ,ji xwe ev ji xweber jêvegirtî ne ji ber dînitî û hişsivikiyê bêyî ysadana dadwerî.

b-Kesê hişnexweş ê ku dema nexweşiya xwe tevî ne amade ye .

c- Kesê ku bi gunehbariyekê an sûcekî ne li rê an kêmbaweriyê bi yasadaneke dadwerî û lêvegeriyayî hatibe darizandin nabe ..heke li gor zagonê rêzdarî lê venegere.

5-Cîwarê hilbijartinê ji hilbijêrgehekê ta yeke dîtir di kantonê de yan jî ta kantoneke dîtir were veguhêztin bi çi bilêt an bawernameyekê ku ji hêleke fermî ya ew kesê veguhêzxwaz jê be bê dan..wê bilêtê şanî komîta hilbijartinê bide.

Made(heyber)/6/:

Dema hilbijartinên encumenên federaliya demoqratîk ji hêla komisyona bilind a hilbijartinan destnîşan bû,piştî ku encumena damezrîner a federaliya demoqratîk a bakurê sûryê bi vî awayî pesind kir:

a-Bîst û duwê meha kewçêrê(êlûnê) ji sala du hezar û hivdeyan ji bo hilbijartinên komînan.

b-Sêyê meha mijdarê(sermawezê) ji sala duhezar û hivdeyan ji bo hilbijartinên encumenên şaredariyan ,navçeyan ,herêm û kantonan.

c-Nehê meha çile(rêbendanê) ji sala duhezar û hijdehan ji bo hilbijartinên encumenên herêman û kongira gelan a demoqratîk.

Made(heyber)/7/:

1-Piroseyên hilbijartinan rojekê tenê pêk tên.

2-Hilbijartin demjimêr heştê sibehê ji roja hilbijartinan dest pê dike û berdewam e ta heştê êvarê.

3-Dibe ku dema hilbijartinan ne bêtirî çar demjimêrandirêj bibe li her navendeke hilbijartinê an li hin navendan ew jî bi biryara komisyona bilind a hilbijartinan dema ku pêdivî hebe û texmînkirina pêdiviyê li komisyona bilind a hilbijartinan vedigere.

Made(heyber)/8/:

Mafê kesên berbijêr an berdevkên(wekîlên)wan heye ku piroseyên dengbijêriyê û hejmartin û vavartinê(jevderxistinê) amade bibin, lê – pêdivê ye ku bilêta pênasînê ya pesindkirî ji komisyona bilind a hilbijartinan pê re be.

Beşê sêyemîn:

Merc û pêrabûnên hilbijartinê:

Made(heyber)/9/:

Divê ji bilî mercên li bal berbijêrê encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê hebin..ev merc jî hebin:

1- Hîjdeh sal ji temenê xwe li roja hilbijartinê bi dawî kiribin.

2- Nehatibe darizandin bi gunehbariyekê an sûcekî ne li rê an kêmbaweriya giştî bi yasadaneke dadwerî û pêlasta qutbirî jêgirtî, heke ku li gor zagonê rêzdarî lê venegere.

3-Divê zanibe bixwîne û binivîse,an xwedî serbûrî û pisporî be û pileya karînê bi rêya taqîkirinekê ji hêla komisyona bilind a hilbijartinan ji berbijêr re çê bibe,heke ev mercê karînê nebe,divê berbijêr xwedî serbûrî û pisporî be û belgeyek li bal komisyonê hebe ku berbijêr xwedî serbûrî û pisporî ye.

4-Divê ku di hilbijêrgeha ku xwe lê berbijêr kiriye de dengda be an cîwarê xwe yê hilbijartinê veguhêztibe.

5- Divê dema ku daxwaza berbijêriyê pêşkêş bike ne ji endamên hêzên çekdar an saziyên ewlehiyê be.

Made(heyber)/10/:

Yekemîn :

1) Bi daxwaznameya berbijêriya encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê re ev tişt pêwîstin:

a-Wêneyê nasname yan pasport an derhateka qeyda sivîl a berbijêr..ku rojbûn bi nomare û tîpan tê de hebe û tê de hatibe ku ew ji sûryê ye,an jî bawernameyeke bêqeydan(mektûmîn) an a kesên bêyî regezname hebe.

b-Du wêneyên kesane yên berbijêr.

c- Axaftinek wajokirî ji berbijêr ku xwe li tu hilbijêrgehên dîtir berbijêr nekirye.

Ç- Bi rêya pirtûkekê ji komînê ku mancî bike ev berbijêrê kîjan deverê ye.

d-Asta xwendin û nivîsandina berbijêr ku hebe.

e-Pisûleke mewdanî li gor hilbijartinên her encumenekê ..û komisyon nirxê wê pisûleyê paşê diyar dike.

2)Hêlên siyasî ku li gor zagonê rêpêdayî ne,dikarin daxwaznameyên berbijartina endamtiya encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê pêşkêş bikin(wêneyek rêpêdana kar pê re hebe)..çi bi komî û çi takekesî be,lîsteyekê ji berbijêrên hêla siyasî an hêlên dîtir bin jî amade bikin,heke hemû kursî di lîsteyê de bin an hinek jê bin,an ku yek kes bi navê hêleke siyasî xwe berbijêr bike.

3)Nabe berbijêr endamê tu komîtên hilbijartinan be.

4)Mercê veguhêztina cîwarê berbijêr ew e ku bi kêmanî du sal di ser mana wî li cîwarê ku dixwaze xwe veguhêzê re derbas bûbe û dive bi belgeyeke fermî manic bike.

Pêrabûnên berbijêriyê:

a-Daxwaza berbijêriyê ku hemû merc tê de pêk hatibin, berbijêr an berdevkê wî an ji hêla siyasî an berdevk pêşkêşî komisyona bilind a hilbijartinan li hilbijêrgeha xwe dike di hundirê pazdeh rojan de ji dîroka ku komisyon ji bo vekirina deriyê berbijêriyê destnîşan dike.

b-Berbijêr pelşanekê werdigire ku xwe tomar kiriye,nomare û dîroka tomarkirina daxwaznameyê tê de ne.

c-Daxwazname di rojên dewamê fermî û petlaneyên fermî de li wan rojên destnîşankirî ji bo daxwaznameyan..pêşkêş dibin.

Ç-Daxwazname di tomareke taybet de ji kanton an herêm an deverê re tomar dibin li gor risterêziya hatina wê..û ev damikên wê ne:

/nomereya risterêzî-dîrok û demjimêra pêşkêşkirina daxwaznameya berbijêriyê-navê berbijêrî çarane-cîh û dîroka jidayikbûnê(roj û meh û sal)- cîhwar-nomareya telephonê-pîşe-asta zanyariyê(doplome)-navê hilbijêrgeha ku jê berbijêr e-tevlêbûna siyasî(diyarkirina navê partiya ku ew jê ye)-biryara komisyonê-nomare û dîroka dana pisoleyê/.

Diwemîn:

1-Komisyon zagoniya daxwaza berbijêr dixwîne û di heft rojan de piştî dema pêşkêşkirinê biryarê dide û ku dem bi dawî bibe ew dibe pejirandî.

2-komisyon li cîgeha xwe navên pejirandî li gor rista tîpan.. li her hilbijêrgehekê,bi rêya şaxên nivîsgehên komisyonê radigihîne..û pelşaneke agahiya dawî ji komisyonê dide berbijêr ..pejirandî be an nepejirandî be jî.

3-Ku berbijêr mercekî ji mercan piştî bidestgirtina pelşaneka pejirandinê wenda bik, navê wî ji nav berbijêran bi biryara komisyonê vedihilê.

4- Berbijêr an berdevkê wî dikare daxwazê berya pejirandinê bi xwestekeke nivîskî ji komisyonê re bikişîne ..û navê wî ji lîsteya hilbijêrgeha wî tê hilanîn.

5-Berbijêr an berdevkê wî dikare daxwazê piştî pejirandinê bi xwestekeke nivîskî ji komisyonê re bikişîne berya hilbijartinê ne kêmî heft rojan be..û navê wî ji lîsteya hilbijêrgeha wî tê hilanîn.

6-Ku berbijêr were xwestin ji bo erkê xweparastinê nave wî tê hilanîn.

7-ku berbijêr ji karmendên rêveberiya xweseriya demoqratîk be,rêveberiya karê wî agahdar dibe ji bo pejirandina wî da ku destûra bêyî fon bide ji destpêka pejirandinê de ta ragihana berencaman.

Sêyemîn: Daxwaznameyên berbijêriyê ji komisyonê pesind dibin û pisûleya dawî bi pejirandina berbijêr didinê.

Made(heyber)/11/:

Kesê ku daxwaza wî nepejire dikare di sêrojan de piştî nepejirandinê nerazîbûna xwe ji bityara komisyonê pêşkêşî desteya cudakariyê bike û pêdivê ye ku desteya cudakariyê li odeya hîndariyê biryara lêbadayî di sê rojan de pê bide.

Made(heyber)/12/:

Pêdivê ye ku komisyona hilbijartinan piştî dawîbûna nakokiyan dabêjnameyekê bi navên pejirandî ji berbijêran amade bike û xanxankekê bi navên wan li gor rista tîpan li texteya taybet ji rgihanan re li cîgehên komisyonê ragihîne.

Made(heyber)/13/:

Erkên komisyonê:Komisyona bilind a hilbijartinan dikare şaxên nivîsgehan li hemû bajaran veke û erkên wan detnîşan bike:

1) Çêkirin û nûjenkirin û rêkûpêkirina tomara dengdêran.

2) Amadekirina bilîtên hilbijartinan û rêya guncaw ji belavkirina wan re.

3) Destnîşankirina komîtên amadekar ji hilbijartinan re.

4) Desnîşankirina komîtên pispor ji serpereştiya piroseyên hilbijartinan re.

5) Danîna navendên hilbijartinan di sînorên hilbijêrgehan de.

6) Dema hilbijartinan li gilî û nakokî û nerazîbûnên ji biryarên komîtên hilbijartinan binêrin.

7)Bilêta pênasînê bidin berbijêr û berdevkên wan û rojnamevanan, daxuyanî û wêneyên kesane tê de bin û ji komisyonê muhirkirî be.

8) Biryar bi daxwazan were dan û pesind bikin.

9)Amadekirin û çapkirina pêçekên bijêrkariyê bi awayekî hevyek û yekreng û ji pelinan çêkirî be ku naveroka pelê bijêrkariyê ne diyar be.

10)Hejmartina encamên hilbijartinan ên ji navendên bijêrkariyê hatine.

11)Ragihana encamên hilbijartinên hemû encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê.

Beşê pêncemîn:

Piropoganda hilbijartinê:

Made(heyber)/14/:

1-Piştî ku berbijêr karta pejirandinê bistîne dikare berbijêriya xwe belav bike û ragihîne bi rêya daxuyanî û mehrecan û gotaran,program û armancên xwe şirove bike.

2-Ku berbijêr takekes an ji partiyên siyasî be,divê pabendê van tiştan be:

a-Berbijêrên dîtir nehingêve û wan kêm neke,berhengariya wan neke,nêzî rêzdariya jiyana wanî taybet nebe.

b-Jiyana hevbeş û biratiya gelan bi hemû pêkhateyên heyî re li herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê biparêze,nîşandek û amajeyên zav, tîre , regez û êlî yên dijî system û toreya giştî di piropogenda wî de nebin.

c-Wêne û belavokên hilbijartinan li derveyî ciyên wanî destnîşankirî nelikîne û belav neke.

ç-Dawîjimêra derhatî û xerciya helbeya hilbijartinê ji komisyonê re pêşkêş bike di nava sîh rojan ji ragihana encamên hilbijartinan de.

d-Nabe berbijêr piropgenda ji xwe re bike berya ku pejirandinê wergire.

e-Dema ku erêniya pejirandinê digihêje berbijêr ,dive agahdar bibe ku ew ê- pabendê madeya bûrî be,deq û sizayên nerêkiyan nas bike.

3-Nabe berbijêr an partî piştgiriya mewdanî an alîkariyên berbiçav an padaş an yarmetî û alîkariyên dîtir ji jêderên derve û biyanî bidin helbeya hilbijartinê,çi yekser be çi neyekser.

4-Berya dema hilbijartinan bi bîst û çar demjimêran ..piropogenda hilbijartinê radiweste,nabe ne ew û ne tu şêwazên dîtir piropogenda bikin,ew ê têkevin lêpirsîna zagonî.

5- Bac ji piropogenda hilbijartinê re nînin.

Made(heyber)/15/:

Divê hemû lîste û berbijêr her tiştên girêdayî pirpogenda hilbijartinan di 15 rojan ji ragihana encaman de hilînin,kesê ne pabend be ,wê komisyon berbijêr û lîsteyê agah bike ku likeyan û manşêtan di çil û heşt demjimêran de rahêje,ya na wê komisyon bi alîkariya şaredariyên gel rahêje û ji kîsî berbijêr an lîsteyê be.

Made(heyber)/16/:

Nabe karmendên gerîngehên fermî payeya karmendiya xwe an derhatiyên wê an ewz û amûrên karê xwe ji xwe re an ji bilî xwe re bi kar bînin bi mebesta ku bandore li vîna dengda bikin,wê lêpirsîna zagonê pê re bibe.

Made(heyber)/17/:

Nabe tu fişar an zorkarî an dana hodeyên mewdanî bi mebesta bandorkirinê li vîna dengda bibe, wê lêpirsîna zagonê pê re bibe.

Beşê şeşemîn:

Piroseyên hilbijartinê:

Made(heyber)/18/:

1-Hemû karmendên hilbijêrgeh û komîtên bijêrkar berya ku dest bi karên xwe bikin vê sûnda zagonî didin:(Ez qesem dikim bi navê yezdanê mezin û bi xwîna şehîdan ku ez ê rast,razdar,pak û nêtar heta dawî bi karê xwe rabim) ev jî li ber şêwirmendê desteya cudakariyê li herêma wan dibe.

2-Komisyon pêrabûnên hevyek li hemû herêm û navendan pêk tine.

3-Nomare ji hilbijêrgeh , navend ,cîgeh û sindoqan re têne danîn.

4-Dema pîlansazî û çakirina navendên bijêrkariyê û cîgehan, divê hemû karmendên bijêrkariyê bi yekî ji komisyonê an komîtan re bin da ku navendan amade(heyber) bikin.

5-Navên dengdayan li navendên hilbijartinan risterêza tîpan qeyd bikin.

6- Her navendekê li cîgeha bijêrkariyê ji her tiştên nehestiyar amade bikin(nivîsgeh-pelên bijêrkariyê-razode-sindoq).

7-Çakirin û belavkirina karmendên bijêrkariyê bi liva girover û vacî maşkên demjimêrê bi vî awayî be:

Derbasok ji hêla rastê de1-çavdêrê tabûrê 2-berpirsê pênasînê 3-jêdera pelan 4-razode 5-sindoqa bijêrkariyê 6- deriyê derketinê.

8-kursiyên berdevk û çavdêrên hilbijartinan dûrî hatina dengdayan bin,da ku karibin çavdêriya piroseya hilbijartinê bikin bêyî ku ev bandorê li rêveçûna piroseya hilbijartinê bike.

9-Karmendên navendê li navenda xwe dengê xwe bidin.

10-Divê komîta hilbijartinan tev de,demjimêr şeş û nîvê sibeha hilbijartinê li navendê amade bin û dest bi hejmara pêçekên bijêrkariyê ji her sindoqekê re bikin û pêzanînan li ser wan binivîsin ,serokê komîtê dê pêçekan bi muhra navendê muhr bike û kirîsteyên hestyar li karmendên navendan belav bike..dê kar li demjimêra heştê sibehê bi dawî bibe.

11-Demjimêr heştê sibehê serokê navendê û endam li ber berbijêrên amade an berdevkên wan an saziyên ragihandinê an çavdêran..sindoqê vedike ku vala ye,wê muhr dike û deriyê bijêrkariyê vedibe .

12-Dngda bi bilêta hilbijartinê dengê xwe dide piştî ku berpirsê pênasînê lê dinere navê sêyane datîne û maf dide ku ew kare deng bide li gor van tiştan:dengda ji jêdera pelan pêçeka bijêrkariyê miuhirkirî werdigire ,derbasî razodê dibe pelê xwe dixe pêçekê.

13-piştî ku bijêrkar ji razodê dertê sindoqkar li pêçekê dinere ku muhrkirî ye tilya wî di ximavê dadike(şanepîçka çepê) û paşê rê dide ku pêçekê têxe sindoqê.

14-Berbijêr an berdevkê wî yê fermî û tomarkirî li gel komisyonê û her weha saziyên ragihandina deverê û cîhanî dikarin piroseya hilbijartinê binuxêmin û dapoş bikin.

15-ku yek ji endaman nehatibe serok yekî ji mînegan datîne û ku ew jî nebin,ji dengdayên amade yekî datîne piştî ku sûnda zagonî bide,lê ku komît tev ne amade be, komisyon komîteke dî datîne û endam tev sûnda zagonî didin..li herdu raweyan jî sûnd li ber komisyonê tê dan ..ne li ber şêwirmendê desteya cudakariyê.

Made(heyber)/19/:

Komîteke ji pênc endaman komisyonê ew danîne,serpereştiya her navendekê dike:

1-serokê navendê 2-çavdêrê tabûrê 3-berpirsê pênasînê 4-jêdera pelan 5- razdarê sindoqê.

Made(heyber)/20/:

Komisyon bilêtên pênasînê dide û derdixîne ,daxuyaniyên kesane yên berbijêr an berdevkên wan û çavdêran û rojnamevanan tê de ne,pê derbasî navendan bibin ,wêneyê kesane li ser e hem jî muhra komisyonê.

Made(heyber)/21/:

Serbareyî tiştê di zagonê de hatî,serokê navendê hemû pirsgirêkan li hundirê navendê sererast dike ,tevgera berdevk û hêlên siyasî,çavdêr û rojnamevanan zebt dike.

Made(heyber) /22/:

Piştî dema dengdanê bi dawî dibe,serokê navendê dergîlkê jor digire û nomareya kiltie tomar dikeû dema dergirtina sindoqê ,hejmara pelên dayî û pelên bijêrkariyê yên mayî û hejmaradengdayan tomar dike.

Beşê heftemîn:

Şêwaza hilbijartinê û hilbijêrgeh û jimêra dengan:

Made(heyber)/23/:

1-Sîstema hilbijartinê bi lîsteya takekes û lîsteya girtî esas tê girtin:

*Lîsteya takekes:Lîsteya ku yek kes xwe tê de dike berbijêrê hilbijartinan.

*Lîsteya girtî:lîsteyeke manic ye nabe dengda tu veguhertin an guhertinê di risterêza tê de bike û nabe kesekî jê dûr bixe an lê zêde bike,tenê dengê xwe dide lîsteyê weke ku heye û hew.

2-Pêdivê ye ku rêjeya 5o% ji herdu zayindan re di hemû lîsteyên girtî de berçav were girtin.

Made(heyber)/24/:

a-Her herêmek hilbijêrgehek e sebaret bi hilbijartina nûnerên xwe ku bibin endamên kongira gelan a demoqratîk.

b-konngira gelan a demoqratîk ji (300) endaman pêk tê,her herêmek ji herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê li gor pirbûna şêniyên her herêmekê bi vî rengî:

1-Herêma Cizîrê(150) sed û pêncî kursî.

2-Herêma Feratê(70) heftê kursî).

3-Herêma Efrînê(80 )heştê kursî.

Made(heyber)/25/:

1)Endamên encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê li ser esasê hilbijêrgehê têne hilbijartin û her yek çend berbijêran li gor kursiyên xwe hildibijêre.

2)Her kantonek ji herêmên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê hilbijêrgehek e ji bo hilbijartina nûnerên xwe weke endaman di encumena gelan de li herêman li gor zagona dabeşiyên rêveberî yên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê.

3) Her herêmek ji herêmên kantonan di federaliya demoqratîk a bakurê sûryê hilbijêrgehek e ji bo hilbijartina nûnerên xwe weke endaman di encumenên kantonan de li gor zagona dabeşiyên rêveberî yên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê.

4) Her şaredariyek an bajarek(tevlî gundên pê ve girêdayî) ji şaredariyên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê hilbijêrgehek e ji bo hilbijartina nûnerên xwe di encumenênnavçeyan an herêman de li gor zagona dabeşiyên rêveberî yên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê.

Made(heyber)/26/:

Lîsteya takekes û ya girtî li go sîstema HayirNîmayir tê dîtin,ev sîstem li gor vê hevkêşeyê ye:

1.hejmara kursiyên heyî li her hilbijêrgehekê X hejmara dengên rast ên her lîsteyekê ÷ hejmara dengên rast(bijêrkarên rast) ên her lîsteyekê.

2.di hijmartina dengan de têkiliya bi lîsteya takekes re wek a lîsteya girtî ye/ango pêşî bi sîstema HayirNîmayer e û di pê re ew berbijêrê pirdeng bi ser dikeve/.

3.ku dengên hilbijêran wek hev bûn ji kursiya dawî re,wê demê pişk tê avêtin bi amade(heyber)bûna berbijêran an berdevkên wan an nûnerên wan û ku yek ji wan an berdevk ne amade be..pişk eşkere ji hêla komîtê ve pêk tê û berencam li rapora komîta hilbijartinan manicî dibe.

Made(heyber)/27/:

1.Ku li hilbijêrgehê hejmara berbijêran û kursiyên destnîşankirî wek hev bin,ew berbijêr jixweveber serkeftî ne û rapor pê tê danîn.

2.ku di wê dema destnîşankirî ji bo daxwaznameyên berbijêriyê de û li dawiya dewamê fermî ji roja heftan tu hilbijêr xwe vekişînin û hejmara hilbijêran bimîne wek hejmara kursiyê xwestî ew berbijêrên mayî bi ser dikevin û raporek pê tê danîn.

Beşê heştemîn:

Jevderxistina dengan û ragihana encaman:

Made(heyber)/28/:

Komîta navenda hilbijartinê bi van tiştan radibe:

1.dengdayên beşdarî hilbijartinan bûne dihejmêre berya vekirina sindoqê,li navên tomarkirî yên di tomara hilbijêrkaran de vedigere.

2.piştî bidawîbûna dema hilbijartinê sindoqa her navendekê vedike.

3.pêçekên dengdanê yên di sindoqê de dihejmêre bê ku li naverokê binêre, hejmara wan beramberî tevaya dengdayan dike,heke hejmar kêm be an zêde be bi rêjeya /3%/ hilbijartina wêsindoqê têk diçe(lexû dibe) û roja li pê dûbare dibe li gor biryara komisyonê ,komîta hilbijartinê raporekê ji her sindoqekê re amade(heyber) dike û tevlî pêçekan hiltîne bêyî ku li naverokê binêre,tenê kesên deng dane vê sindoqê dîsan tên deng didin.

4.heke zêdebûn kêmî /3%/ be komîta navendê pêçekan li gor wê zêdebûnê davêje bêyî ku li naverokê binêre û raporê pê dinivîse,lê heke kêmbûn kêmî/3%/ be ji tevaya hilbijêrkaran,guh nadê û raporekê pê dinivîse.

5.her sed pêçekan dixîne pêçekeke hilbijartinan ku jê re amade bûye û her yekê nomareyeke risteyî jê re datîne,wan pêçekên hilbijartinan li gor rista nomareyan digire û pêçekên dengdanê yek bi yek derdixe û navên li kaxeta hudirê wê nivîsî eşkere ji komîta hilbijartinê û kesên amade re dibêje,her ku navê berbijêrekî tê gotin nîşnka X di damikên bi navê wî de tê danîn.

6.piştî xwendina pelan û nivîsîna navan dîsan vedigerîne pêçeka hilbijartinan a ku jê derxistiye,komît raporekê pê dinivîse tê de navên berbijêran û hejmara dengên ku her yekî anîne nomare û nivîskî û biryarên komîtê li dema pêvajoya hilbijartinan dinivîse ,endamên komîtê pel pel wajo (emze) dikin û encam eşkere li navenda hilbijartinê tê gotin û rapor derhal ji komisyonê re tê hildan.

7.heke komisyonê dûbarekirina jevderxistina dengan li navendekê xwest,ew komîta wê navendê dîsan pê radibe û raporekê pê amade dike.

8.serokê navenda hilbijartinê sindoqê tevî pêçek û pelên tê de bi raporekê radestî komisyonê an nivîsgeheke wê dike.

Made(heyber)/29/:

Pela dengdayinê ji van raweyan têk diçe:

1.ku muhra komîta navendê li pêçek tune be.

2.ku di pêçekekê de pêtirî peleke dengdayinê were dîtin û ne wek hev bin.

3.ku nave berbijêr an emza wî an tu nîşanên pênasa wî lê hebin.

4.pela ku qet neyê xwendin.

5.ku pela dengdanê têkeve ne sindoqa wê ya hilbijartinên encumenên şaredarî û navçe û kantonan de.

6.pela ku hemû giroverk dagirtibin li bin nav û wêneyên berbijêran an nîşank ,giroverk ,li hundirê wê an li nêzî wê ,li jor an li jêr wê ji bêtirî giroverekê re hatibin danîn.

Made(heyber)/30/:

1.pela spî bêyî tu nîşandek ji tu berbijêran re tê avêtin.

2.serokê navendê û herçar endam hemû raporên komîtan emze dikin.

3.di hemû raporan de,hem dema ragihana navên serkeftî .. nav çarane bin(nav-paşnav-navê bav-navê dê).

4.divê komisyon deqên zagonê yên derbarê gunebariyên hilbijartinan şanî komîtên hilbijartinê û berbijêran û dengdayan bike ,çap bike û li ser deriyên navendan bilikîne hem jî bernivîsan bide komîtên serpereştiya sindoq û hejmartin û jevderxistê .

Heber/31/:

Piştî piroseya hilbijêrkariyê bi dawî dibe ,bi biryara komisyonê nav li navend bi navend ji hev derdikevin(ferz dibin),kom dibin û encam bi raporekê têne ragihandin ,navên berbijêran û dengên ku her yekî standine rapor pê amade dibe û derhal ji komisyonê re li hilbijêrgehê tê hildan.

Made(heyber)/32/:

1. her berbijêr dikare daxwaza nerazîbûna ji piroseya hijmartin û jevderxistinê bide komisyona hilbijêrgehê di herî zêde sê rojan de,baca xwestî jî li dîwana komisyonê deyne ew jî bi vî awayî ye:

75000 heftê û pênc hezar ji bo hilbijartina kongira gelan.

50000 pêncî hezar ji bo encumena gelan.

25000 bîst û pênc hezar ji bo encûmena kantonê.

Komisyona hilbijêrgehê ne zêdeyî sê rojan biryarê bi nerazîbûnê dide û ev biryar li ber komisyona bilind di sê rojan de dibe ku were rikandin û komisyona bilind biryarê di sê rojan de dide bêyî jêveger.

2.ku nerazîbûn rast dergeve pere lê vedigerin û ku nerazîbûn manic nebe pere diçin gencîneya giştî.

Made(heyber) /33/:

Ku komisyona bilind li navendekê hilbijartin pûç kir bi sedema nerêkiya zagonê an ji ber ewlehiyê,roja piştî wê rojê li wê navendê hilbijartin dûbare dibe ku heke hevserokatiya komisyonê biryara rojeke dîtir need, ji nû ve hilbijartin tenê ji yên ku li wir dengdane û navên wan tomar bûne dibe..heke hilbijartin bi dawî bûbe,lê-ku bi dawî nebûbe ,dê hilbijartin li gor damika dengdayan li wê navendê bibe û di vê rewşê de encama dengan li wê navendê nayê ragihandin ta hilbijartin ji nû ve bibe.

Made(heyber)/34/:

Hevserokatiya komisyona bilind encama hilbijartinan li hemû hilbijêrgehan demeke ku komisyon bixwaze li ber saziyên ragihandinê eşkere radigihîne.

Beşê nehemîn:

Siza:

Made(heyber)/35/:

a-sizaya xerameta mewdanî/50000/ pêncî hezar li yê ku daxuyanî û wêneyan ne li ciyên wan bilikîne û siza dutaq dibe ku li ser dîwar û avahiyên olperestiyê bilikîne.

b-szaya xerameta mewdanî /100000/sed hezar lê dikeve yê ku nerêkiya biryarên piropogenda di benda diwemîn ji mada/15/ de bike(piropogenda hilbijartinan berya hilbijartinê bi bîst û çar demjimêran tê rawestandin) her weha ew biryarên mada/16/(komisyon bi hevrêziya şaredariyê ciyê likana wêne û daxuyanî û belavokên hilbijartinê li bajêr destnîşan dike) ji biryarên zagona hilbijartinê.

c- kesê ku van gunehbariyên li jêr bike bi raporeke fermî ji komisyona bilind re tê şandin dadgehê daku were darizandin,ev gunehbarî ne:

1)gunehbariya nivîsîn an jêbirin an zêdekirinê di tomara hilbijartinê de.

2)gunehbariya destdirêjiya damikan an tomara dawî.

3)gunehbariya pirnivîsê li tomara dawî ya dengdanê (nave kî bêtirî carekê binivîse).

4)gunehbariya berbijêriyê:ku berbijêr belge û kaxezên sextet pêşkêş bike.

5)gunehbariya berbijêriya li gelek hilbijêrgehan.

6)kesê ku amûr û alav û derhatiyên rêveberiya xweseriya demoqratîk di helbeya xwe ya hilbijartinan de ji xwe re an ji hinê dî re bi kar bîne.

7)her kes di komîtên hilbijartinê de erkmend e ku kaxezên dengdanê wergire an bihejmêre an jev derxîne û ku bi rêyeke yekser an neyekser ji kaxezan rahêje an lê zêde bike an navekî din ji bilî navê nivîsandî bixwîne.

8) kesê ku bi zorê debas bibe navendê an hewil bide bizorê debas be da ku nehêle dengda berbijêrê xwe bibijêre.

9)kesê ku destdirêjî sindoqa hilbijêrkariyê bibe berya jevderxistinê da ku nihêniya dengdanê pêşêl bike.

10)perepêdana ne rewayî ji hilbijêr re(pereyên alîkariya ji derve).

11)riswakirina karmendên hilbijêrgehan.

12)kesê ku bi mebest tiştek ji avahî , saziyên guhêztin an veguhêztinê yên ku pêk tên û ji pêkanîna hilbijartinê re amade bûne ..hilweşandibe an telef kiribe.

13)kesê ku xurtî an gef bi kar anîbe,nehiştibe dengda nerîna xwe di hilbijartinê de bide an bi zorê pê dabe.

14)her yekê ku gotin û peyvên derew li ser hilbijartinan an rewiştê berbijêrekî/ê belav kiribe an weşandibe bi mebesta bandorkirina li encama hilbijartinan.

Beşê dehemîn:

Yasadanên giştî:

Made(heber)/36/:

1-belgenameyên girêdayî hilbijartinan salekê têne hilanîn ew jî ev in:

a-tomarên daxwaznameyên berbijêriyê û raporên girtina wan û yên û daxwaznameyên berbijêriya komîtên hilbijarinan û her tiştên pê re.

b-raporên komîtên hilbijartinan tevlî pêçek(zirf) û pelên hilbijêrkariyê û pêçekên hilbijartinê û nerazîbûn û pelên jevderxistinê.

c-raporên komîtên navendên hilbijartinan tevlî biryarên ku wan stadine.

ç-belge û biryarên girêdayî komisyonê

2-lê derbarê encamên dawî de,ew ê têkevn erşîfa elkitronî li cîgeha sereke ya komisyona bilind a hilbijartinan.

Made(heyber)/37/:

Ne ji mafê berbijêr e ku daxwaza berbijêriya xwe ji du encumenên federaliya demoqratîk a bakurê sûryê re di heman demê de pêşkêş bike.

Made(heyber)/38/:

Dengdayên nuxsan û ji bilî wan jî xwediyên pêwîstiyên taybet ên ku nikarin nerînên xwe li ser pelên demgdanê bi xwe bi cîh bikin ..dibe ku li ber komîta serpereştiya navendê bispêrin yên ku bi wan re ne,da ku nerîna ku didin li ser pelê dengdanê binivîsin,an devokî nerîna xwe bibêjin..divê endamên komîta navendê dengên wan bibihîzin.. û ji herdu aliyan de jî ..serokê navendê vê spartinê di raporê de bi cîh bike.

Made(heyber)/39/:

1. Kesên ku dikarin derbasî navendên dengdanê bibin:

a-karmendên hilbijêrkariyê.

b-berbijêr û berdevkên wan.

c-dengda.

ç-çavdêrên raspêr ên deverê û ên navnetewî û wergêrvanên wan.

d-kesên saziyên ragihandinê yên raspêr bêyî alavên wan ji bilî navendên ku destûra komisyona bilind a ragihandinan pê hatibe dan da ku alavên wênekêşiyê derbas bikin,bêyî hevpeyvînên rojnamevanî li hundirê navenda dengdanê bikin.

e-endamên hêzên parastina ewlehiyê li gor xwesteka serokê navendê ku pêwîst be.

ê-karmendên komisyonê û endamên komîtên hilbijartinê.

2. dive ew hemû kesên li jor bibnavkirî li ba komisyonê tomarkirî bin û bilêtên wanî pênasînê ji komisyonê sparde bin.

Made(heyber)/40/:

Ji hêla desteya bicîkirinê ya federaliya demoqratîk a bakurê sure ve biryara vê lîsteyê hatiye standin.

29.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً