LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Eger referanduma Barzanî ne ‘Blof’ be nexwe întîhar e!

Eger referanduma Barzanî ne ‘Blof’ be nexwe întîhar e!

NAVENDA NÛÇEYAN – Nîqaşên derbarê referanduma serxwebûnê ya Barzanî berdewam dikin, bêguman di van nîqaşan de nêrînên balkêş jî derdikevin holê.

Em jî dixwazin di vê tabloyî de ne têkoşîna kurdan a “azadî, demokrasî û serxwebûnê” ya li Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê de sedsal a dawî, tenê çend mehên di Kurdistana başur de pêk tên hinekî binirxîn in.

Serokê Herêma Federal a Kurdistana Başur Mesût Barzanî di 7’ê hezîranê de bi daxuyaniyekî ragihand û diyar kir ku ew dê di 25’ê îlonê de herin ji gel bipirsin ka hûn bi referandumê serxwebûnê dixwazin an na?

Ango di 25’ê Îlonê de gel bibêje ‘erê’ Kurdistan pêrepêre wê nebe serbuxwe ango dewlet.

Barzanî wê ‘Erê’yekî îhtîmal wek e qartek-kozek bikar bîne… ê tabî eger referandum çêbe!

Daxuyaniya Barzanî di 26’ê sibatê de yanî piştî sê mehan ku ziyareta Enqere û Stenbolê kir û ala Kurdistanê di van deran de bilind kir, da.

Baş e, Mesut Barzanî çima vê yekî kir?

Ji ber; Mesût Barzanî bi awayek yasayî êdî ne Serokê Kurdistan a başur e. Dema wî ya yasayî du sal berê xilas bibû lê tu kesî nikaribû tiştek bike.

Lewra 5 kurê Mela Mustafa Barzanî hene û nêzî 20 kurê wan kura jî hene.

Mînak, kurê Mesût Mesrûr Barzanî berpirsiyarê îstîxbaratê ye. Li başurê Kurdistanê her tişt ji wî tê pirsîn.

Kurê din Mansûr Barzanî fermandarê Pêşmergeyan e. Nêzî 80 hezar peşmerge jê tê pirsîn.

Li alê din eger em bên brayên Mesût Barzanî:

Sihat Barzanî; fermandarê çekên giran a pêşmergeyan e

Sîvan: Berpirsiyarê ofîsa (mekteba) Mesût Barzanî ye.

Kurt û kurmancî her tiştî başurê Kurdistanê xistine destê kur, brazî, zavayan û ew qontrol dikin. Wek e şîrketekî malbatî qontrol bikin, tevdigerin.

Lê bi zext û tirsandinê… bi hêza pêşmerge û eşîretiyê.

Mesût Barzanî ku bi vê têr nebû, nexweşîna Celal Talabanî firsend dît ji bo raqîb û dijminê xwe yê dîrokî Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ji hev bilav bike serî li hemû riyan da û hêj jî dide.

Di nava vê hewildanî de ya kurekî Talabanî kirin wezîr a din jî di riyên cuda de hat qezanckirin.

Ev jî têr nekir, alîkarê yekemîn a Talabanî Kosret Resûl bû cigirê Barzanî, kurê Kosret jî di hikumetê de bû wezîr.

Di nav heman hewildanî de ji rêveberiya YNK’ê Mela Bextiyar, Seîd Pîrê, Ednan Muftî û hinekê din dişibine wan, Mesût Barzanî bi rêbazekî ‘ku bi temamî hêstewarî’ kişand cem xwe.

Hevjîna Talabanî Hîro Xan û Serokwezîrê berê ya başurê Kurdistanê Berhem Salih û hin hevalên wan diyar e ku hêj biryarekî xwe yê zelal nedan e.

Dema rewş wisa be, gel jî li ser yek mijarî diaxive;

Nelirêtî, dizî û çewsandin…

Li gor çapemeniya hin kurdan û welatên rojava (ewropa), asta nelirêtî û dizî ya malbata Barzanî ji 100 milyar dolarî derbas dibe…

Gelek caran hin rojname û çavkaniyên Rûsiyayê dinivisandin ku Barzanî petrola DAIŞ’ê dikirî û di ser Tirkiyê de li welatên derve difirot. Yanî Barzanî ji vê karî gelek pere qezanc kir.

Ev jî gotina wan e ku Barzanî hinek ji vê pereyî ji bo dijminên xwe bikire bikar tîne. Yê nikaribe bikire jî bi rêbazên tên zanîn bêdeng dike…

Ev çiqas rast e, em nizanin lê di ragihandina tora civakî de gelek li ser vê mijarî tê nivisandin û hatiye belav kirin. Yanî rêbazên bêdengkirin, tirsandin û çewsandin a rêveberiya Barzanî tê ziman, anîna ziman a van rêbazan jî rojane ye û di astek bilind de jî baweriyek bi van çêdibe.

Lewra pêkanîna demên dawî de van tiştan piştrast dike…

Mînak Mesût Barzanî destûr nade ku Parlementoya Kurd lihev bicivin, ji ber ku Serokê Parlementoyê Goran, an go muxalife, ji Tevgera Guherandinê ye û ev tevger li dijî Barzanî û ‘listîka’ wî ya referandumê ye. Jixwe dema rewş wisa be nahêlin Serokê Parlementoyê bikeve avahiya meclîsê heta heta destur nadin bikeve Hewlerê jî.

Yanî Mesût Barzanî bê ku bi parlementoyê bişewire û ligel dema wî ya yasayî xilas bûye jî biryara referandumê girtiye.

Qeşmertiya ‘demokrasiyê’ ku di cîhanê de nehatiye dîtin!

Dema serokatiya Barzanî du sal berê dawî bibû, îş tenê bi vê xilas nabe, nahêle parlemento lihev bicive, eger bicive wê ev mijar bê nîqaşkirin û biryar bê girtin. Yanî di encama biryarê de wê Mesût Barzanî êdî nebe ‘Serok’. Heta heta makezagona (yasaya giştî) ya Kurdistanê ku hatibû jibîrkirin wê bê qebûl kirin û başurê Kurdistanê ne bi sîstema serokatî bi sîstema parlementeriyê were birêvebirin.

Ê… vaye Barzanî ji bo van mijaran ji bala miletê dûr bixe serî li lîstika referandumê da.

Barzanî baş dizane, jixwe çewa be serxwebûnî ji bo kurdan mijareke hêstiyarî ye…

Hem jî ji bo hemû kurdên di cîhanê de…

Ji ber vê yekî ye Barzanî difikire ku wê bi vê lîstika referandumê prestîjek mezin qezanc bike. Di ser de bi vê lîstikî waliyê Kerkukê yê YNK’yî Fahrî Kerîm bi vê rêbazê tê zanîn bi alê xwe ve kişandiye. Ew jî dev ji serokê xwe yê kevneşop Talabanî berdaye, bûye Berzanîcî.

Wisa bûye ku Mesût Barzanî ji ber pirsgirêkên xwe yê bi Bexdayê re û ketina buhaya petrolê ev salek e meaşên xebatkarên başurê Kurdistanê nikare bide. Di nava gel de bertekek mezin heye…

Piraniya civakê ya ku di firqa vê rewşî de ne li dijî Barzanî ne. Di nabiza rayagiştî ya hatî çêkirin de, desteka ji bo Barzanî derdora sedî 30’ye.

Niha jî em werin hesabên navxweyî;

Barzanî bi vê lîstika referandûmê re dixwaze qarta bazartiya xwe ya bi Bexdayê re zêde bike.

Li gor makezagona Iraqê ku ew jî jixwe ji hêla Amerîka ve hatibû nivisandin, mafê kurdan heye ku ji Iraqê veqetin. Lê bi şertê ku di referandum a bê kirin de ji sêsêyan duduyên wê bibêjin ‘erê’…

Lê di holê de pirsgirêkek heye;

Mesût Barzanî; plan dike ku bajarê Kerkûkê û hin navçeyên derdora wê ya ku piraniya wan Tirkmen in, jibilî wî jî hin navçeyên girêdayên Mûsûlê jî bi Kurdistanê ve girê bide.

Ev jî ji ber yekîtiya welat û petrolê Bexdayê, ji ber Tirkmenan Enqereyê û ji ber Şiêyan jî Îranê eleqadar dike.

Barzanî di bazartiya Bexdayê re; wê daxwaz bike ku Hoşyar Zebarî bibe Serokkomar, cigirê wî jî yekî kurd be. Ev jî têr nake, wê Barzanî bixwaze ku di hikûmetê de cih bide 4-5 parlementerê kurd.

Li gor hin kesan, hedefa Mesût Barzanî ew e ku bibe Serok Komarê Iraqê. Ev jî nebe wê hewil bide ku wek e Serokê rûhanî Humeynî ew jî bibe ‘serokê ruhanî ya Kurdistan a serbûxwe’. Jixwe çewa be ji tarîqata (cemata) Naqşîbendî ye!

Hin kes jî dibêjin; Mesût Barzanî wê xwe bide aliyekî dixwaze bibe ‘Serokê milî ya netewa kurd’.

Mesût Barzanî tenê bi vê daxwazî nemîn e, hedef dike ku petrol û xaza herêma kurdan bê ku erêkirina Bexdayê hebe di ser Tirkiyê de îxrac bike.

Barzanî bi van hesaban piştî partiya Talabanî YNK’ê tune kir wê partî û komên kurd ên din mayî bixe bin qontrola xwe.

Tirkiye hefteya bihorî nûnertiya partiya Talabanî ya li Enqereyê da girtin.

Li vir tirsa Barzanî tenê ji Goran an go Tevgera Goran dimîn e. Serokê partiyê Nevşîrwan Mustafa demên bihorî de jiyana xwe ji dest da û partî hinek hejiya. Eger ev partî bixwe ve bê û bi YNK’ê re bibe yek wê bibe partiyekî herî bi hêz. Goran jixwe ji YNK’ê veqetiyabû û ji ber ‘Paqij ma’ bû bala ciwanan dikşîne û tevlî dibin.

Baş e hesabên heremî û navneteweyî?

Yekemîn; Mesût Barzanî di vê lîstikî de ji Tirkiyê bawer dike. Ji ber vê yekî ala Kurdistanê li Enqere û Stenbolê daliqandin ji bo Mesût Barzanî pir girîng e. Hemû ragihandinên girêdayên Mesût Barzanî ligel hemû daxuyaniyên ‘dijber’ a Anqereyê propagandaya ‘Tirkiye me destek dike’ pêş dixe û her tim ya Hêza Çakûç (Çekîç Guç) ku di sala 1991’an de ji bo sê mehan çûbû başurê Kurdistanê û 12 sal li wir ma bibîr tîne û xweşûbêşî dike.

Her wiha Mesût Barzanî û çapemeniya wî propagandaya “Di demekî kurd di Sûriyê de hindik maye federaliyê pêk bîne de em li vir referandûma serxwebûnê pêk bînin pir girîng e” dike.

Lê li vir pirsgirêkek heye: Lewra kurdên li Rojava yanî li gor gotina wan ‘PYD’ bi piştgiriya Amerîka hemleya rizgarkirina Reqayê pêş xistiye û her wiha dijminê Tirkiyê ya ku Mesût Barzanî dibêje ‘Tirkiye me destek dike’ ye. Wê çewa be…

Ne tenê ev; Mesût Barzanî ya ku dixwaze ji Talabanî û YNK’ê xilas bibe, hadê em bibêjin xilas bû, ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qet his nake û jê nexweş e. Di ser de jî PKK niha ne tenê di Tirkiyê de di denklema hevsengiya Rojhilata Navîn de hêman a herî girîng û di asta stratejîk de ye.

Ji ber gelek hêz û welatên heremî û navneteweyî di heremê de mudaxil in. Bi taybetî DYA, Almanya, Fransa, Misir, Îsraîl, ji ber qrîza Qetarê dewletên kendavê yên Ereb, Siûdî Erebîstan, di vê denklema hevsengiyê de mecburin Tevgera Azadiya Gelê kurd berçavan bigirin.

Ev dewlet û hêzên me jimart di demên dawî de ji Tirkiyê aciz in û ji bo ya Tirkiyê aciz bikin jî wê serî li qebûlkirina Tevgera Azadiyê bidin.

Li Îranê halê hazir kurd rîskekî cidî nîne. Ji ber ku KDP-Îranê û Komala di nava xwe de bûne 3-5 perçe. PJAK jî ji ber rewşa siyasî di demên dawî de pêk tê niha ji bo av nekşîne aşa hin hêzên din, sekiniye û amadekariyên xwe yên pêşerojê dike.

Îran a ku ji ber vê rewşî rehet e ji bo zirarek negihije alîgirê wî yanî hikumeta Bexdayê dibe ku mudaxilê mijara referandumê bibe.

Lewra Îran di her du aliyê herêma başurê Kurdistanê yanî Hewlêr û Silêmaniyê de pir bi bandor e. Eger Îran bixwaz e dikare di her du aliyan de jî pirsgirêk bide jiyandin. Mînak alîgirê Îranê du milyon milîsên Şiêyî (Heşdî Şabî) di rojekî de dikare Kerkûkê dagir bike. Heman rîsk di herêma Mûsûlê de jî derbasdar e.

Bila neyê jibîrkirin ku nîvê tirkmenan Şêî û nîvê din jî Sûnî ne. Tirkmenên Sûnî ku ji bê eleqedarbûna Tirkiyeyê gazincan dikin, eger nexwazin kurdan re bibin yek dibe ku ji milîsên Şêî yên mutefîkên hikumeta merkezî alîkariyê bixwaz in.

Ev beşek ji rêjeya lîstika navxweyî,heremî û navneteweyî ye. Em dibên beşek ji ber ku her tiştî li vir nivisandin pir zahmet û tevlîhev e.

Bêguman Mesût Barzanî dema vê lîstikî dilîze hinek hêz jî lîstikên xwe dilîzin û wê bilîzin jî.

Ji ber vê yekî ye eger Barzanî ne blof dike hindik maye întîhar bike. Mînak di meha çileya 1946’an bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan Komara Kurd a Mehabad hat îlan kirin.

Dema Sovyetan got “Ez di vê karî de tun eme” ev dewlet piştî 11 mehan ji holê rabû û sazûmankarê wî Qazî Muhamed hat darvekirin. Hevkarê wî Mela Mûstafa Barzanî reviya Iraqê.

Evder Rojhilata Navîn e qûrban jî her tim kurd in!

Ji ber vê yekî ye li gor min eger lîstikekî mezin a Trump tunebe wê ev referandûm teqes taloq bibe. Piştre jî Barzanî wê derkeve bibêje “Min her kesî tirsand” û biryara taloqkirinê ragihîn e. Jixwe ev referandûm jî ne îlana serxwebûnê ye. Wê ji gel serxwebûnê dixwazin an na bipirsin.

Di serî de Tevgera Goran gelek rêxistin û kom dibêjin ku ew li dijî referandumê ne. KCK jî daxuyanî da ku ew rast nabînin lê ne li dijî referandûmê ne.

Derdê ciwanan ne serxwebûnî ye siyasetek paqij e.

Li başurê Kurdistanê her kes hemû qirêtiyan dizanin. Jibilî kesên ji ber berjewendiyên xwe deng dernaxin, hin aliyên ji ber olî, eşîrî û netewperestiyê piştgiriyê didin Mesût Barzanî, ji xeynê wan piraniya civaka başurê Kurdistanê li dijî Barzanî ne û Rojavayê Kurdistanê dişopîn in.

Ji ber ku her kes dizane Amerîka piştgiriyê nede Mesût Barzanî nikare tu tiştî bike. Lewra yê Barzanî anî vî halî Amerîka bixwe ye.

Yê wî anî vî halî jî Hêza Çakûç ku di sala 1991’an ji bo sê mehan hate Tirkiyê û heta dagirkirina Iraqê 12 sal di başurê Kurdistanê de ma bû û patronê wî Amerîka bû.

Ji bo serxwebûnê di makezagona Iraqê de derfeta referandûmê jî vekir dîsa Amerîka bû.

Di sala 1972’an de ligel Wezîrê Karê Derve ya Amerîkayê hevpeymanekî veşartî bi bavê Mesût Mele Mûstafa Barzanî re danî jî yê di 1975’an de dev ji kurdan berda dîsa Amerîka bû.

Gelo wê rewş biguhere nizanim lê lîstika referandumê ya Mesût Barzanî di 3 salên pêşiya me de li heremê dibe ku pêşketinên balkêş biqewim in.

Ligel van yekan jî tê gotin ku Mesût Barzanî ne van pirsgirêkan û xeyalên gelê kurd tenê berjewendiyên xwe difikir e.

Li gor zanebûna me ya hemû tiştên Kurdistanê, Barzanî di rewşek zor de ye û tenê xwe, malbat û eşîra xwe dixwaze xilas bike… Wek e her car…

Bêguman gelê başurê Kurdistanê di ser ragihandin û tora civakî her tiştî dizanin û niha her tiştî dinivsînin û diaxivin.

Madem wisa ye bila ev referandûma Barzanî jî bibe wek prova ango ceribandinek ma wê çi bibe?

Em ê temaşe bikin û bibîn in…

Em hêvî dikin ku xelet nîn be!

03.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً