LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê di navbêra erê û na de ye

Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê di navbêra erê û na de ye

Adnan Mustafa

Di Tîrmeha 2017’an de ango beriya du mehan li herêma Cizîrê 3’yemîn Civîna Meclîsa Federaliya Bakurê Sûrî hate li darxistin û di civînê de rêzebiriyar hatin girtin. Biryara herî girinîg a vê civînê pesendkirina hevpeymana zagona Federaliya Bakurê Sûrî û erêkirina zagona Hilbijartinê bû. Helbete di rewşeke wiha hesas û girîng de îlankirina vê pêngavê cihê destxweşiyê ye. Dîsan mirov nikarê pêvajoya siyasî û pêşketinê di warê Federaliya Bakurê Sûrî, ji pêşketina QSD’ê yê li bajarê Reqqayê qut bike û binirxîne. Em dikarin bêjin ku her gava leşkerî û pêşketinê li qadên Sûrî ji aliyê QSD’ê ve çêdibin, di warê siyasî de jî MSD û Rêvebiriya Xweseriya Demoratîk pêngavên guncaw li gor vê yekê davêjin. Bêguman ev yek bi keda hemû pêkhateyên ku li Bakurê Sûrî, Rojavayê Kurdistanê û bi keda şehîdên azadiyê ne.

Di derbarê vê mijarê de, tişta herî sêr û sosret ev nêzî du heyvin ev pêngav hatiye avêtin, lê hîna tu raksyonek(red fîl) bi taybet ji aliyê Emerîka û Rusiya ve derneketiye pêş ji bo Federaliya Bakurê Sûrî. Di serî de Emerîka, Rusiya û tevahî welatên Ewrupa, bêdengiya xwe parastine. Van hêza ne bi erênî û ne jî bi neyinî helwesta xwe li hember îlana Federaliya Bakurê Sûrî û Hilbijartina hîna jî nîşan neda ne, ev yek jî tê wateyê ku ‘Bêdeng mayîn, tê weteya qebûl kirinê’.

Di vê çarçoveyê de, helwesta welatên herêm girîng e. Di serî de Tirkiyê û Îran xwedî helwesteke çawane û çawa li mijara Federaliya Bakurê Sûrî temaşe dikin? Helbet ev yek pewîstî bi şîroveyeke kur û dirêj nake, Federaliyê dane aliyekî, her du welat Tirkiyê û İran xwedî pirojeyê Kurdan qebul nakin. Pirsgirêk ne ku sîstema federalî qebul nakin, fikir û raman dameznerê projeyê qebul nakin. Ev tê weteyê ku ji bo Tirkiyê û İran Federalî tiştekî başe û nayê redkirin, lê nexweşiya herdu welatan bi Kurd re ye. Zihniyeta înkar û îmha Kemalîzma Tirkiyê  û Xûmenîzma Îranê vê yekê qebul nake! Berovajî vê yekê di salên 2003’an de dema mudexeleya Emerîka ya İraq’ê çêbû û rêjîma Seddam hate hilweşandin, weke Federaliya Bakurê Sûrî ne be jî, lê pergala ku Emerîka li İraqê daye rûnişkandin Fedraliya îtthadî bû. Rastiya vê dijitiya Îran û Tirkiyê ji Kurdan re, di hatûçûna dîplomasî ya di navbêra İran û Tirkiyê di dema dawî de hîn bi zelalî dide diyarkirin ku çendî djiminatiya desthilatdarên ser Kurdistanê xêra gelê herêmê û Kurdan naxwazin. Ji ber ev hêz baş dizanin ku pêkanîna Federalîzma Bakurê Sûrî, tê weteya hilweşandina Statuko (qalib) ê sîstema netew dewletbûnê di herêma Rojhilata Navîn de û yê serkêşî û Nûnertiya vê xetê dikin îro di herêmê de Tirkiyê û îran e. Divê baş bê zanîn ku dijberiya Fedralîzma Bakurê Sûrî, djiberiya Kurdan tenê nîne, di heman demê de dijberiya Emerîka û Rusiya bi xwe ye jî. Ji ber hevkarê resen yên vê serdemê di Sûrî de Kurd in. Astengkirina projeya Ferdralîzma Demokratîk a Bakurê Sûrî, tê weteya ku astengkirina Emerîka û Rusya jî.

05.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً