LEZGÎN
الرئيسية / Civak û Jiyan / Li Başûrê kurdistanê 30 buyerên kuştin û intîharê pêk hatine

Li Başûrê kurdistanê 30 buyerên kuştin û intîharê pêk hatine

HEWLÊR- Li gorî rapora desteya serbixwe ya mafê mirovan hate diyar kirin ku di nava mehekê de li başûrê kurdistanê 30 buyerên kuştin û intîharê pêk hatine.
Desteya serbixwe ya mafê mirovan li Herêma kurdistanê serjimêra buyerên mirinê di nava mehekê de raghand, serjimêra ku desteyê derxistiye derbarê buyerên kuştin û intîharê di nava meha Tebaxê de li Herêma Kurdistanê ye.
Di vê serjimêrê de hate tekez kirin ku di nava meha Tebaxê de 30 buyerên kuştinê û intîharê li Herêma Kurdistanê pêk hatine.
Ji aliyê desteya mafê mirovan ve hate eşkere kirin ku 22 buyerên kuştinê û 8 buyerên intîharê çêbûne. Di nav buyerên intîhar de hate diyar kirin û tesbît kirin ku 14 rewşên birîndariyê jî hebûn.
Sedema van buyerên ku rûdane li gorî ku desteya mafê mirovan îdaa dike vedigere pirsgirêkên aborî û civakî. Di vê derbarê de desteyê tekez kir ku çek û alavên ku ji bo kuştinê hatine bikaranîn çekên ku daymî di destê himwelatiyan de ye.
Di meha Tîrmehê de jî ji aliyê desteya mafê mirovan li Herêma Kurdistanê ve  36 buyerên kuştin û intîharê hatibûn qeyd kirin.
04:05-05.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً