LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Şer li taxên Emîn û Sekenê yên li navrasta bajarê Reqayê bi dijwarî didomin û şervanan di nav du rojan de 250 mayînên çeteyan teqandin.
* Di encama şerê dijwar ê li taxa Mirûr ya Reqayê de, 13 çete hatin kuştin û miqdareke mezin ji ceblixaneyên çeteyan ket destê şervanan.
* Di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de li gelek herêmên bakur û başûrê Helebê şer diqewime. Di encama şerê wan de sivîl têne kuştin.
* Serkêşê berê yê tabûra 13ê û serkirdeyê Artêşa Idlibê ya Azad Ehmed El-Siûd tekez kir ku Artêşa Azad dê bimîne û ti kes nikare wê tune bike.
* Di encama xefkeke çeteyen Feyleq El-Şam li ser eniya şerê gundê Xelse li başûrê  Helebê 15 leşkerên Rêjîmê hatin kuştin û birîndar ketin, .
* Tora Sûrî ya mafên mirovan amara kuştiyên sivîl di meha Tebaxa borî de belav kir .Li gor rapora torê, hejmara kuştiyan gihiştiye 772 sivîlî, 285 ji wan bi destê Hevpeymaniya Navdewletî, û 229 bi destê rêjîmê, li gel 11 yên dîtir di bombebarana Rûsî de Htine kuştin.
BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Li çar taxên Licê ya navçeya Amedê bi hinceta operasyona li dijî PKKê qedexeya derketina derve hate ragihandin.
* Angêla Mêrkêl serokwezîra Alman roja yekşemê ragihand ku pêwîste Tirkiye nebe endamê Yeketiya Ewrûpa. Mewlûd Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê bilî rexneya ji gotinên serokwezîra Alman, welatên ewrûpî bi zivirîna ber bi erzişên pêş şerê cîhanî yê dudyan yên wekî hovîtî û faşîzmê tawanbar kir.
* Wezîrên karên derve yên Tirkiye Mewlûd Çawûşoglu û Îranê Muhemed Cewad Zerîf li bara kuştina vê dawiyê ya misilmanan li eyaleta Raxînê li welatê Miyanmarê bi riya telefonê gotûbêj kirin.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Siyasetmedarê navdara ê kurd Mehmûd Osman di axaftina xwe de ragihand ku hinek hêzên derve ji bo referanduma serxwebûnê guvaşê li rêvebiriya Bexdayê dikin.
* Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) û Bizava Gorran daxwaza paşxistina referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê birêve diçe kirin.
* Emîndarê Giştî yê Hîzbullahê Lubnanê Hesen Nesrullah li ser rêkevtina wan a li gel DAIŞê bersiv da rayedarên Iraqê û got: “Veguhestina wanTerorîstên DAIŞê, li ser Iraqê nabe gef.”
* Balyozê berî yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad got, ku eger di navbera Washington, Bexda û Hewlêrê de rêkeftinek çênebe, zehmete Mesûd Barzanî ji biryara giştpirsiyê vegere.Herwiha Xelîlzad diyar kir, ku ew bawer nake heta 15-20 sal din jî li bakûrê Sûriyê, an ku li Rojavayê Kurdistanê dewleteke kurdî were damezrandin.  
ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Wezareta Derve ya Îranê anî ziman ku wê ji Siûdiyê du şande biçin serdana Îranê.
* Sekreterê Giştî yê Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê Muhsin Rizayî ragihand ku em li dijî proseya referanduma serxwebûnê ne.
* Serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê Seyîd Mehmûd Haşimî- li ser piştgirîya tam a Komara Islamî ya Îranê ji delweta Iraqê di warê jinavbirina têrorîsmê, ji nû ve avakirin û pêşxistina Iraqê de sekinî.
* Fermandarê Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem ul Enbiya Ferzad Îsmaîlî  (S) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li hemberî dijminan sistiyê nake .
CÎHAN:
* Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 2 leşkerên rûsî li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê di êrîşa DAIŞê de hatin kuştin.
* Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew amade ne li hemberî Koreya Bakur çekên nukleerî bikar bînin.
04:00-05.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً