LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / HPG ê nasnameya şehîdekî xwe raghand

HPG ê nasnameya şehîdekî xwe raghand

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên HPG ê nasnameya şehadeta şervanê xwe Delîl Qamişlo di encama bombebaradina dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Avaşîn raghand.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) şervan Egîd saroxan bi nasnav Delîl Qamişlo di encama armanckirina dagirkeriya Tirkiyê heremên parastina medya li herêma Avaşîn şehîd bû.
HPG ê di riya daxuyaniyeke fermî de nasnemeya şehîd eşkere kir, daxuyanî wiha ye:
“Hevrê Delîl, di emrê xwe yê ciwantiyê de da ser şopa pratîsyenê herî baş ê kevneşopiya Apoyî fermandarê mezin Egîd û li dijî artêşa TC a dagirker bi berpirsyariyên mezin rabû.
Hevrê Delîl ku ji kevneşopiyeke welatparêziyê dihat, di nava têkoşîna me de bû xwedî sekneke mînakdar a ked û durustiyê. Di nava şert û mercên herî zehmet de li Çarçelayê bi erka fermandariya yekîneyê rabû û piratîkeke serketî bi cih anî. Bîranîna Delîl Qamişlo wê di nava têkoşîna me de her hebe.
Di şexsê hevrê Delîl de em hemû hevrêyên xwe yên şehîd careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê têkoşîna wan bin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên HPG ê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Delîl Qamişlo
Nav û paşnav:Delîl saroxan
Navê Dayikê: Munewer
Navê Bav: EbdulKerîm
Cihê ji dayikbûnê:Qamişlo
Dem û cihê şehadetê: 13 ê Tîrmehê 2017 / Heremên parastian medya (Herêma Avaşîn).

 

Şehîd Delîl saroxan bi nasnav Delîl Qamişlo ku ji xelkê kantona Qamişlo ya bi ser herêma Cezîrê ye, kurê Hevserokê meclisa cîbicîkirinê ya kantona Cizîrê ye.
06.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً