LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Sûriye û Iraq dikeve pêvajoya piştî DAIŞ’ê

Sûriye û Iraq dikeve pêvajoya piştî DAIŞ’ê

Bi operasyonên ku di Iraq û Sûriyê de berdewam dikin re êdî hêdî hêdî dikevin pêvajoya piştî çeteyên DAIŞ’ê. Ev di heman demî de tê wateya di Rojhilata Navîn de 3’emîn Şerê Cîhanê ya tevlîhev 7 sal pişt xwe hiştî gihiştiye noqteyekî girîng. Di nava 7 sal demî de gelek caran hevsengî û îtîfaqên nû ava bûn.

Bi her guherînekî re hin qûralên lîstikên xwe heyî formul û denklemên nû hatin çêkirin. Di encama guherînên heyî re jî gelek hêzan ku di heman keştiyê (gemî) de cih digirtin aliyên (teraf) diguhertin û derbasî qampa dijber dibûn.

Hin aqtorên nû ku di destpêka pêvajoyê de nehatibûn hesabkirin lê di dawiyê de bûn hêzên diyarker derketin holê. Niha yê heyî ji destpêka şer heta niha pozisyona xwe parastî aliyê Rûsya, Îran, Sûriyê û aliyekî din jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) man e. Li derveyê van hêzan, aliyên aktîf yên şer welatên Kendavê û Tirkiye halê hazir hem ew bixwe û hem jî komên ku ji aliyê wan ve dihatin destek kirin li derveyê pêvajoyê man.

Bi temamkirina operasyonên Reqa û Dêra Zor re wê pêvajoya şerê germ a di Sûriyê de jî di astek mezin de temam bibe. Ji vir û şûnde êdî di navbêra rejîma Sûriyê û QSD’ê û her wiha hêzên piştgiriyê didin wan de pêvajoya muzakereyê ya bê meşandin wê encamê diyar bike. Bêguman wê ev sedî sed wiha be kes nikare garantî bike. Zîra Îran û Tirkiye qet ji Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê (FDBS) ku wê aliyekî maseya muzakereyê rûnê his nakin û pir aciz in.  Ji ber kurd di federaliyê de hêza sereke ye ji aliyê her du welatan (Tirkiye û Îran) ve wek e pirsgirêka ‘Beka’ yê yanî domdariya xwe ya li Sûriyê dibînin û wisa pênase dikin. Ji ber vê yekî bi daxwaza rejîma Sûriyê bikeve halê xwe yê berê li dijî FDBS’ê di nav tevgeriyekî dijber de ne. Ev her du hêz ku ji vê rewşî piştgiriyê digirin îhtîmal e ku ya rejîma Sûriyê li dijî kurdan careke din sor bike, gengeşiyê zêde bikin û asta heyî derxin asta şer. Ev îhtîmalek biçûk be jî heye.

Rojeva sereke ya Sererkanê Leşkerî ya Îranê Muhammed Bagerî di ziyareta xwe ya li Tirkiyê û di rojên pêş de heye Serok Komarê Tirkiyê Erdogan a Îranê ziyaret bike, wê rewşa kurdan a li Sûriyê û Iraqê be. Daxuyaniya her du dewletan a piştî serdanê hatî dayîn, di esasê xwe de di polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan de di hêla prensîb te noqteyekî ku lihev nekin tune bû. Lê di çend noqteyan de hin nexweşî ji çav nereviya.

Tirkiye ku di şerê heft salan de yek ji windayê herî mezin daye, gelek daxwazên Îranê qebûl kirî bi hevpariyê re amade ye. Îran jî di gelek mijaran de wek e aliyekî qezanckirî xwedî hesabên demdirêj e.

Yekemîn Îran, ji ber pratîka siyasî û pêşînedîtina Tirkiye ya di şerê heft salên dawî ya Rojhilata Navîn de, bawerî bi rêveberiya Erdogan nayine. Duyemîn, Îran her çiqas nifuza xwe ya di Iraq, Sûriyê û Yemenê de bi parêze jî, hem bixwe û hem jî yên pêre wek leşkerî û aborî bi awayek cidî zirar dît û zeyîf ket. Ji bo vê jî armanca wî ya bingehîn ew e rewşa xwe ya heyî biparêze û sabît bigire û domdariya xwe ya di van herêman de mîsoger bike. Ya sêyemîn, dizane ku welatên Kendavê, Îsraîl û DYA ji hebûna wî ya di van herêman de ne rehet û aciz in wê bikevin nav lêgerînan û hin tiştên nû ser zêde bikin. Îran vê yekî baş xwendiye. Netekîm di demên dawî de pêşketinên li Iraqê diqewimin îşareta ku wê welatên dijberên wî bi hêsanî pes nekin e. Otorîteyên olî yên wekî Mukteda El Sadir ku di civakê de xwedî hêzek girîng e, di ser nasnameya Ereb de ji hêla Siûdî Erebîstan û welatên Kendav ên din ve gav bi gav tê şopandin, ev yek jî pratîka yekemîn a şênber  hat jiyîn. Ji ber vê yekî ye Îran, baş dizane û xwedî tecrubeyekî dîplomasî ye bê ku heta rewşa heyî komî serhev neke bi kurdan re bikeve şer wê her tiştî berbat bike û dawî li plana xwe ya di Rojhilata Navîn de bîne. Ji ber vê sedemî û sedemên dişibin vê Îran, bi ajandaya xwe ya raqîbê xwe yê dîrokî yanî Tirkiyê re ku di heremê de bi awayek cidî hatiye tecrîtkirin û bandora xwe winda kiriye fît nebe û wê di gelek mijaran de lihevkirinek stratejîk pêk neyine. Lê tenê Îran wê di pişt perdeyê de ji polîtîkaya dijbertiya kurdan a Tirkiyeyê sûd werbigire û wê heya dawî dixwaze ya kurdan zeyif bixe. Lê jixwe ev daxwaza wî ne sirr e.

Di pêşiya encamgirtina daxwaza hevkariya Tirkiye-Îranê astengî ne tenê ev e. Ji ber asta kurd gihiştiyê qonaxek girîng. Ango ji pozîsyonekî ku her du dewlet wekî berê lihev bikin û wê berteraf bikin zûde derbas kiriye. Teqez e ku wê bersivekî her hewildanekî li dijî kurdan bê dayîn. Di her du welatên ku bi milyonan kurd hene de wê teyisandina her gavekî dijî kurdan hebe, ev yek jî di kaosên salên dawî ya di Rojhilata Navîn de pêk hatî de baştir hat dîtin. Mînaka herî baş, li dijî înfazên li ser kurdên ser sînor ên çar rojên dawî de pêk hatî çewa derket asta serhildanê ye.

Îran û Tirkiye, piştî DAIŞ’ê di çerçoveya nakokî û têkiliyên li jor hatî diyarkirin de hatin cem hev, di heman demî de di navbêra Rûsya û DYA de jî bi awayek paralel têkilî û hevdîtina wan di çapemeniyê de derket. Wek pêvek, li gor rewşa şer a di qadê de ji ber nifuza Îranê zêde bûye têkiliya Îsraîlê jî bi Rûsya û DYA re zêde bû. Amadekarî û hemleya leşkerî ya DYA, Îsraîl û Brîtanyayê ku di başûrê Sûriyê de dikirin bi têkçûnê ve rû bi rû ma. Ev rewş çiqas bi bêdisplînî û perçekirî ya hêzên DYA’yê bû; an jî çiqas encama lihevkirina bi Rûsyayê re bû nayê zanîn. Gengeşiya di başûrê Sûriyê de, rejîm û QSD di başûrê Tebqayê de hatina pêşberî hev û bi xistina balafira rejîma Sûriyê re berdewam kir. Tam di vê demî de Rûsya, li dijî Efrînê tehdîda Tirkiyê xiste dewreyê.

Li qadê ku ev pêk dihatin, hefteyek di navbêra wan de civînên Astana û G20 hatin lidarxistin. Di Astanayê de li hîlafa ajandaya Tirkiyê û Îranê re di navbêra DYA û Rûsya de di rojavayê başurê Sûriyê de heremekî ‘ewlehiyê’ ya nû hat îlan kirin. Di Lûtkeya G20 de Pûtîn û Trump hatina cem hev re di qadê de pêşketinên balkêş li pey hev çêbûn. DYA, ragihand ku ew desteka xwe ya komên çete yên di bin qontrola Tirkiyê de jî heyî komên girêdayên Artêşa Sûriya Azad (ASA) yê qût kiriye. Piştî daxuyaniyê gelek komên di nava ASA yê de derbasî alê QSD’ê û rejîmê bûn. Daxuyaniyên DYA yên ku bal dikşand ser hebûna El Nûsra ya di Îdlibê de û Tirkiyeyê rexne dike, zêde bûn. Piştî hevdîtinê Rûsya ku hat diyarkirin ji herêma Efrînê xwe vekişandiye, li ser mevcutiyeta xwe teqwiye zêde kir, li aliyê din jî daxuyaniyên Tirkiyê ya li ser Efrînê kêm bûn.

Belkî wek e encamên hevdîtinê bê nirxandin ku DYA û QSD di sînorê xwezayî ya rojhilatê Firadê de di Reqayê de, Rûsya, Îran û rejîm jî di başûrê çemê Firat de pêşveçûnek girîng pêk anîn. Rûsya û yên pê re di çolên Sûriyê ya ku qadên niştecih pir kêm bûn de qontrolê pêk anî û ya dawî jî gihişte Dêre Zor ê. Pêve girêdayî DYA jî bi QSD’ê re qadên niştecih ên di rojhilata Firatê bigirin hatibû plan kirin. Sînora ku QSD ji xwe re diyar kiribû pêşveçûnek girîng pêk anî, lê hemleya DYA yê bi hin hêzan re wê di başûrê Sûriyê de hemleyê pêk anîbûya bi têkçûnê ve rû bir û ma, piştre wê bi komên bi navê Artêşa Sûriya Nû re ji Hesekê operasyonekî bida destpêkirin lê ev kom tevlî nebûn. DYA, wan çekên ku dabû van koman şûnde ji wan stand û deftera li vir girt. Her çiqas ev hemle dereng ma be jî bi hin hêzên nû re wê operasyonekî ji seranserê Çemê Firatê heta Deriyê El Qaîmê berdewam bike demek kurt de bide destpêkirin.

Tê gotin ku Rûsya û mutefîkên wî yên ku gihiştine Dêra Zorê her çiqas pir biçûk be jî îhtîmalek heye derbasî rojhilatê Firadê bibin. Ev awantaja di qadê de hinek hewesa wan a hevpeymana fiîlî dav bide. Rewşek wisa wê demek kurt de îhtîmalek mezin teyisandina xwe di Îdlibê de bibîn e. Her mijar hat ser Îdlibê êdî ne cihekî ku wisa her tişt di wir de xilas bibe ye. Lewra di vê heremî de komekî ku bihêz û disîplîna şer heyî nemaye, komên ku di şerê bi hev re têk çûyî, piştgiriyek girîng nagirin, komên ku ne disîplîn û ne tiştek bi awayek serserî tevdigerin hene. Koma ku herî bi hêz mayî tê nirxandin El Nûsra jî bila neyê jibîrkirin ku şaxekî El Qaîdê ye û Qaîde jî stratejiya şerê cebheyê, qad girtin û di cih da mabûn tune ye.

Sêgoşeya Cerablûs, Ezaz û Bab jî ku di bin qontrola Tirkiyê de ye êdî bandora wî ya ku li ser hevsengtiya Sûriyê bike nema ye. Ya dawî li pêşiya vî ‘Tevgerî’ ku hêj nayê zanîn ‘Mertal’ e an jî ‘Xencer’ e ji hêla Rûsya ve di Til Rifat de îbareya ‘Herêma ewlehî’ jî wek e hişyariyek ji bo Tirkiye ku dixwaze bi Îranê re angajmanek nû pêş bixe, tê nirxandin. Zîra hêzên kurewî êdî naxwazin rastî pêşketinekî bê destûra wan û suprîzekî di Sûriyê de werin.

09.09.2017

Rojev24 

 

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً