LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Independent: Ciwanên kurd ên bakurê Iraqê tevlî PKK’ê dibin

Independent: Ciwanên kurd ên bakurê Iraqê tevlî PKK’ê dibin

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Independent ku li Brîtanyayê weşanê dike, nivisandiye ku kurdên li Iraqê her çiqas diçe hejmara wan zêde dibin, ligel agirbest xira bûye û balafirên şer ên tirk operasyonên hewayî ya li ser Qada Parastina Medyayê dike jî tevlî PKK’ê dibin. 

 Rojnameya Independent a Brîtanî derbarê tevlîbûna nava PKK’ê nivisand û destnîşan dike ku tevlîbûn jî piranî ji başûrê Kurdistanê pêk tê.

Nûçeya rojnameyê ku mahreca wê Kerkûk e bi kurtasî wiha ye:

“PKK, jibilî Tirkiyê ji hêla Amerîka û YE ve jî wek rêxistina terorê tê qebûl kirin. Lê ciwanên kurd, diyar dikin ku ew di şerê DAIŞ’ê de dixwazin tevlî PKK’ê bibin. Ev yek çavkaniya xwe di herêma Kurdistan a ku nîv xweser tê qebûl kirin de neserkeftina hikumetan digire. Wisa tê xûya ku ew rîska wê rastî êrîşên dewleta tirk werin jî ya ciwanên kurd ji riya wan nake.

Li Kerkûkê xwendekarekî 23 salî ku nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku ji ber hikumet soza xwe nagirin ew bêzar kirine, ji ber vê yekî jî bi armanca di qampên PKK’ê de perwerdehiyê bibînin ew plan dike ku here Çiyayê Qendîlê. Ev kes, dibêje ku ji ber van û hin sedemên din ciwanên Kurd tevlî PKK’ê dibin û ligel jiyana wan di rîskê de be jî. Eger min ji partiyên siyasî yên li Kurdistanê bawer kiribûya ez ê neçûma Qendîlê. Lê ji yekî jî bawer nakim, yek rêxistinek heye ew jî PKK ye.”

Rojnameya Independent, di nûçeya xwe ya taybet de qala bê îstîkrariya aborî û siyaseta hikumetên navendî ya Iraqê û başûrê Kurdistanê jî dike û wiha vedibêje “Li bakurê Iraqê pêşketina demokrasiyê ji ber dizî, nelirêtî, herkes mirovê xwe derdixe herî pêş û hwd bi têkçûnê ve diçe. Niha ciwanên kurd ku bi facebook, telefonên biaqil û filmên Amerîkî mezin bûne, ji ber binesaziya zeyîf û rojane qûtbûna ceyranê (kehrebê) bêzar bûne. Berdevka PKK’ê Zagros Hîva diyar dike ku ji ber van sedeman di hejmara tevlîbûna ciwanên kurd ên di bakûrê Kurdistanê ya ji bo PKK’ê pir zêde bûye.

‘DAIŞ û Tirkiye eynî ne’

“Pêvçûnên ku bi Tirkiyê re careke din dest pê kir, şerê di Sûriyê de û tehdîtên tûnekirinê ku çavkaniya xwe ji DAIŞ’ê digire, komên ku tevlî PKK’ê bûne bi tez û perspektîfên Serok Ocalan a di girtîgehê de ye radîqal bûne, eleqeya ji bo PKK’ê zêde dike. 30 milyon zêdetir kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê demek dirêje rastî îşkence û kuştinê re rû bir û dimîn in. Ji hêla hikumetên ku dijminatiya ciwanan dikin mafê wan nayê dayîn.

Şervanên PKK’ê li dijî DAIŞ’ê di eniya pêş de ne. PKK’yiyek bi navê Serkeft a 21 salî di rojavabaşûrê Hewlerê ji Independent ê re axivî û diyar kir ku şerê nû ya bi Tirkiyê re wisa kir ku ew bi DAIŞ’ê re jî şer bikin, di esasê xwe de her du jî (Tirkiye-DAIŞ) eynî ne. Ji bo her du cebheyan jî têra xwe gerîlayên me hene. Tirkiye dar e û em bi şaxên wî ve şer dikin.”

“Hîva, dibêje ku ji Kurdistan a Iraqê her meh nêzî 100 ciwanên kurd têne Qendîlê û tevlî PKK’ê dibin. Independent, vê îdeaya berdevk Hîva belkî nikare piştrast bike. Lê dema me bi ciwanên ku meyila wan a tevlîbûna rêxistinê heye, malbatên şervanan û bi saziyên siyasî yên girêdayîna wan bi PKK’ê re heye axivî, li gor qiyasa tevlîbûna partiyên siyasî yên kurd, tevlîbûna rêxistina PKK’ê zêdetir e, ji ber ku hêzekî ciwanan dikşîn e, cihê xweşiyê tê dîtin.”

“Rayedarên ewlekariyê ya Kerkûkê, dibêjin ku ji vir çend kes tevlî PKK’ê bûne hejmarek zelal tune ye. Şêwirmendê Wezîrê Berpirsiyarê Pêşmergeyan Dr. Saîd Kakeî, got ku wezaret ji tevlîbûna nava PKK’ê bi fikar e û ditirse, lê her mirov di tevlîbûna xwe ya rêxistinan de azad e.”

10.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً