LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Hilbijartina Federasyona Bakurê Sûriyeyê wê 19’ê Çileya 2018’an bi hilbijartina Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê û Meclîsên Herêman re biqede û bi vî rengî rêveberiya federasyonê diyar bibe.

* Şervanên QSDʹê piştî şerekî dijwar ku ev çend roj dewam dike taxa Mirûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin.

* Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Kantonên Efrîn û Şehbayê, zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

* Di êrîşeke rêxistina DAIŞê de li ser bargehên milîşiyên alîgir ji rêjîmê li bakurê gundê Hemîmê li çolistana Dêrezorê 40 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Hêzên rêjîmê holkeya Teyim li başûrî Dêrazore kontrol kir.

* Rêjîma Sûrî kuştina komitan Ehmed Selman Selûm di topbarana terorîstên Daisê de ji bargehên wan re li dora bajarokê Şula li başûrê rojavayê bajêr ragihand.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya bo Kazaxistanê de, piştî hevdîtina bi Serokomarê Kazaxistanê Nursultan Nazarbayev daxuyanî da û got “Înşellah gavên hatine avêtin, li Astanayê bi encam bibin. Bi vî awayî dê pêvajoya Cenevê jî hêsantir birêve biçe.”

* Wezareta Karên derve ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê li bara sefera welatiyên tirk bo Almanya hişyarî da û ragihand: Bila welatiyên Tirkiyê li sefera xwe ya Almanê haya wan ji êrîşa nijadperestan hebe.

* Li Îzmîr a bajarê Tirkiyê li Hola Konferansê ya Atakuleyê, Însiyatîfa Piştgirîya Referanduma Serxwebûnê konferansek hate lidar xistin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê da xuyakirin: “Encama referandûmê çi dibe bila bibe, em ligel birayên xwe ne” û got, “Em daxwaz dikin bi biryara parlamentoyê herin referandûmê.”

* 9 partî û nûnerên 76 gundên ereb ên Deşta Nînowayê piştevaniya xwe ji bo giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ragihandin, daxwaz kirin, ku beşdarê piroseyê bibin û navçeyên wan bi Kurdistanê ve bên girêdan.

* Rejîma Îranê ku di mijara dijbertiya kurdan de hevkariya bi Tirkiyê re zêde kiriye li xwe mikur hat. Serokê Şewirmendiya Serokê Olî ya Îranê Ayetûlah Alî Hamaney, Elî Ekber Velayetî, daxuyanî da û diyar kir ku ziyareta Sererkanê Leşkerî ya Îranê General Muhammed Bakirî ya li Tirkiyeyê dîrokî û diyarker dinirxîn in.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî peywendiyên navebra Têhran û Karakasê ber bi pêşketinê da zanîn û got: Damezirandina komîteya hevpar a aborî ya Îran û Vênêzoêlayê pêngaveke bibandor di rêya xurtkirina hevkariyên du alî ye.

CÎHAN:

* rojnameya Haarêts ya Îsraîlî şemiyê li ser zimanê pisporê karên Erebî “Tisfî Baraîl” ragihand ku êrîşa asîmanî ya îsraîlê ya dawî, Îsraîl dike hevkar di avakirina rêjîma nû ji şûriya re.

* Berpirseke di wezareta karê derve ya Siûdiyê belav kir ku tiştê ajansa nûçeyan ya Qeterî li barê pêwendiya din av Temîm û Bin Selman belav kiribûn, berdewamiya guhertina Qeter ji rastiyan re ye.

* Li Meksîkayê erdheja bi pîleya 8.2 çêbû di encamê de bi kêmanî 61 kes mirin

10.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً