LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jinên ku êşkencexane veguherandin qadên berxwedanê

Jinên ku êşkencexane veguherandin qadên berxwedanê

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ser derbeya 12’ê Îlonê 37 sal derbas bûn. Piştî 37 salan dîsa bi heman rêbazan dixwazin dîl bigirin. Jinên ku li dijî zihniyeta wê demê li ber xwe dan, îro jî li girtîgehan li ber xwe didin.

Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Kenan Evren, fermandarê bejayî Nûrettîn Ersîn, fermandarê hewayî Tahsîn Şahînkaya, fermandarê Behrê Nejat Tumer û Fermandarê Jendermeyan Sedat Celasûn di 5 deqeyan de dest danîbûn ser rêveberiya dewletê. Ewil jiyan rawestandin, dawî li rayeya partiyên siyasî anîn, parlamento fes kirin, destûra bingehîn dan rawestandin, grev qedexe kirin, ji bo sendîkayan siyaset qedexe kirin, CHP û TDK girtin, dadgehên Ewlehiya Dewletê ava kirin, hiqûq rawestandin, mirovahî kirin bin lingan, pirtûk qedexe kirin, bi dehan mirov hatin girtin, êşkencekirin, qetilkirin û îdamkirin.

Helwesta li dijî qanûnan, rexnekirina generalan qedexe bû.  Ji bo dizan derfet çêbû. Kedkar di tarîtiyê de mabûn. Îro jî 15’ê Tîrmeha 2016’an faşîzma 12’ê Îlonê dide dubarekirin. Û jin… Her çiqas sal derbas bûn jî, desthilatdarî neguherîn û berxwedana jinan berdewam kir. Ji Tarsûsê heta Amedê girtiyên jin berxwedana xwe didomînin.

Xwestin bi êşkenceyê dengê wan bibirin

Heta îro bi giranî mêr derbarê 12’ê Îlonê de axivîn. Lê di dema darbeyê de jinan berxwedanên mezin nîşan dan.  Wê demê bi êşkenceyê xwestin dengê wan bibirin. Li dijî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê kadroyên pêşeng ên PKK’ê û gelê welatparêz ji nû ve dîrok nivîsandin. Jinan jî di vê nivîsandina dîrokê de mîsyona pêşeng girtin ser xwe. Di 1980’an de girtin li pey hev hatin jiyîn. Li herêma Sêwas û Dersîmê ku Apoyîbûn pêl bi pêl mezin dibû, dixwestin pêşiyê lê bigirin. Lê jinan di eniya pêş de cih girtin û li herêma Kurdistanê jî tevlîbûna jinan a PKK’ê roj bi roj zêde dibû. Ji ber vê jî li ser jinan rêbazên êşkenceya taybet pêk dianîn.
 
Berxwedana jinê 

Tevî hemû zextan li girtîgeha Amedê berxwedaneke mezin a dîrokê hebû.  Yekem mîlîtana jin a PKK’ê Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe ya li girtîgeha Amedê sîleyek li rûyê êşkenceya dewletê xist. Sakîne di parêznameyên xwe yên wê demê de diyar dike ku ew ne tenê di alî manewî de lê bi îrade, îdeolojî û hişmendiyeke mezin tevlî bûye.

Derbarê 12’ê Îlonê gelek pirtûk hatin nivîsîn. Lê jinên wê demê rastî êşkenceyên hovane hatin derneketin rûyê erdê. Jinan serî li dijî êşkenceyê netewandin, ji zextên civakê  şerm kirin, demeke dirêj veşartin.  Lê piştî têkoşîna rêxistinkirî zêde bû, berxwedana jinê jî zêde bû.

‘Vegotin ne hêsan e’

Ozlem Turkmenê der barê 36 sal berê ku wê demê 17 salî bû de wiha got: “Di 12’ê Îlonê de ji wan êşkenceyan ez sax mam. Ji bilî tiştên ez jiyame, nasên min jî jiya ne. Me hemûyan êşkence dît. Ez 17 salî bûm. Hîna zarok bûm. Lê me êşkenceyên giran dît. Ne hêsan bû.”

13.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً