LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şerên giran li Nexweşxaneya Wetenî û Baxçeyê El-Reşîd

Şerên giran li Nexweşxaneya Wetenî û Baxçeyê El-Reşîd

REQA – Di encama şerê giran di navbera QSDê û çeteyên DAIŞ ê de li taxa El-Emîn 33 çete hatin kştin, ji aliyekî din ve jî şerên giran li navenda bajarê Reqayê rû didin.
Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên QSD`ê ku derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê xistin, derbasî navenda bajarê Reqayê bûne û şerên giran rû didin.
Di vê çarçoveyê de, şerên giran ku duh li derdora Nexweşxaneya Netewî û Baxçeyî El-Reşîd ên ku dikevin taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqayê rû dabûn, ta vê kêliyê dewam dike.
Her wiha li heman taxê maşîneyeke bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rûxandin û du çalakiyên xwekujî jî ji aliyê şervanan ve hatin valaderxistin û çeteyên êrîşkar hatin kuştin.
Bi giştî di encama şerên giran ku heta niha li taxa El-Emîn de rû didin 33 çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên ku QSD`ê dane, di şerên giran ji duh heta niha rû didin de, 5 şervanên wan berxwedaneke bêhempa nîşan dane û gihîştine asta şehadetê.
Şerên giran li derdora Nexweşxaneya Wetenî û Baxçeyê El-Reşîd bi hemû dijwariya xwe didomin.
13.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً