LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Îlham Ehmed nivîsand: Dê jin çareserî û azadiyê bînin

Îlham Ehmed nivîsand: Dê jin çareserî û azadiyê bînin

MINBIC- Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, nivîsek derbarê kongreya jinan a ji gelek bajarên Sûriyê hatibûn û li bajarê Minbicê li hev civiyabûn, nivisand.

Bajarê Minbicê bû şahidê komek jin ên azadiya xwe digeriyan. Piştî 7 salan cara yekemîn e ku ji her derî Sûriyê hatin vê bajarî û pêşeroja xwe nîqaş kirin. Hevdîtinek e dîrokî bû. Ev jin pir bi coş û kelecan bûn. Her yek ji wan bi xeyalekê cuda li vir civiyan. Hin ji wan ji bajarên di bin qontrola rejîma Beas de hatibûn. Hinek bi tirs hinek jî bi coş û kelecanî gihiştin Qamişloyê. Heta gihiştin Minbicê bawer nedikirin ev herêm bi vê awayî hatiye ava kirin û azadkirin. Bawer nedikirin ewqas pêşketinên mezin pêk hatiye, devê wan vekirî mabû. Bi taybetî jî di mijara jinan de ji ewqas pêşketinên mezin re devê wan vekirî mabû. Jinan xwe negirt û ev peyv ji devê wan derket “Tiştê em dixwazin hemû li vir heye. Jinên Rojavayî yên gihiştine vê astî, pêşketin û astekî pir bilind e.”

Lê dihat dîtin, ji gotina nemerkezî (nenavendî) re bixwe re tirsên mezin tanî. Sedema wê ne ji ber ku projeyek perçekirinê ye. Ji ber ku rejîm ji her gotinekê re lêpirsîn vedike. Di nava tirsekî mezin de dijî. Çima ewqas ditirse? Lewra li hemberê pêşketinên li van herêman tê jiyîn baweriyek zeyîf heye.

Jinên ku ji heremên Heleb û Şehbayê ku cara yekemîne tên vir pir bi coş û heyecan bûn. Cara yekemîne ewqas jin têne cem hev û lihev kom dibin. Her kes tecrubeya ku li vir çêdibe wê çewa karibin bikşînin bajarên din ên Sûriyê diaxivîn. Di van şert û mercan de kombûna ewqas jin ne hêsan e.  Bi deh hezaran jin tên cem hev. Lê di welatên biyanî de, behr, qampên koçberan, kolanan de jinedî ve xanî ser serê wan de hilweşiya ye. Ji ber vê yekî vîna jinan şikiya ye. Ew bûne mexdûrê şer.

Çima jin ewqas dibin maxdûrê şer? Çima herî zêde jin zirar dibîn in? Rastiyek wiha li ortê ye. Jinekê ku di bin însafa zilam de mayî, her tim bûye qûrban. Ji ber vê yekî bi awayek zanebûn vîna wê ji destê wê derxistin e. Mafê xweparastinê ji dest girtin e. Wêneya wê ya herî vekirî û zelal di rastiya jinên Sûriyeyî de xwe dide der.

Ev rastî an jî rasteqîn xwedî êşek mezin e. Lê di kongreya jinê de xwesteka wê vê rastiyî biguherîne hat dîtin. Jinên Ereb, Kurd, Suryanî, Aşûrî, Tirkmen, Çerkes, Elewî, Sûnnî, Êzidî, Durzî, coş û kelecana wan pir zêde xwe dida der. Ewqas mozaîxa civaka Sûriyê, di kongreya jinê de hatin cem hev. Ji bo lêgerîna çareseriyê nîqaşan meşandin.

Gelek sazî û dezgehên jin ên sivîl, anîne ziman ku her tim ew ji siyasetê dûr in, siyaset ne îş û karê wan e. Bi vê awayî wan tirsandine, bi vê awayî ji siyaset û rêxistinbûnê dûr xistine. Meydan ji zilam re hatiye hiştin û şerê ku mirovahiyê davêje xeteriyê derxistine lûtkeyê. Dema jin kete firqa vê rastiya xwe û zilaman, evcar ber bi şoreşê ve gavan davêjin. Ev rastî di jinên Sûriyeyî de bi awayek kûr derdikeve holê.  Lê gelek sedemên ku wê dide girêdan hene. Malbat, civak, rejîm, partiya klasîk. Lê tê dîtin ku dema jin hişyar dibe û zana dibe, tu sedem û astengiyên li pêşiya xwe nasnake. Bes tenê bila bikeve firqa vê koletiyî û vê rastiyî bibîn e.

Yên hatin herêma Bakurê Sûriyê û yên xwe pir zana didîtin, wisa li xwe nihêrtin û dîtin ku di esasê xwe de tu tiştî nizan in. Dîtin ku ew bêçare ne. Gotin ku ji ber vê yekî divê em têkoşîn bikin û xwe azad bikin. Jin di jiyana xwe de biryara têkoşîn dayîn, biryarekê wek man û nemanê ye. Di encama vê de mimkune guherînên mzin derkeve holê. Ji bo vê jî jinan di kongreyê de biryara têkoşîn û guherînê dan. Biryara rêxistinbûnê dan. Biryara ji bo guherîna qanûnan têkoşîn dayîn dan.

Jinên ku temenê wan di ser 50 salî jî ku vê aşq û hêviya di çavên jinan de dîtin biryara dê têkoşînek xûrt bidin didin. Ev jî êdî dide nîşandan ku di Sûriyê de şoreş dest pê kiriye û 7 salin gavên ku zilaman nikaribûn bavêjin jin, ji bo zarokên xwe û pêşeroja xwe bê teredût biryara wê gavan bavêjin didin. Jinên ku vê hêz û tecrûbeyê dîtin gotin ‘Ev em in’. Jin ê bi salane li xwe digere gotin ‘me xwe li vir dît’. Ji ber vê yekî êdî jin pêşengên şoreşê guherandin e.

Nirxê ku dide jinê, wê bi rêxistinkirin û bi hêzkirinê re wek hev e. Divê enerjiya pê re heyî û yê jiyanê zindî dike û xweşik dike, wek e çemekê divê rê bidin jinê. Ji bo vê jî divê êdî zilam xwe bide aliyekî. Divê mêr dev ji feraseta desthiladariyê berde. Wê demê em ê karibin qala hebûna welatekê dikarin têde bijîn bikin. Ev jî encax bi dest û têkoşîna jinê çêbibe.

14.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً