LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rojeva sereke ya Civîna Astana 6 dê Idlib be!

Rojeva sereke ya Civîna Astana 6 dê Idlib be!

ASTANA- Civîna Astana 6 li ber derî ye, aliyên ku dê di civînê de amade bibin xwe li gorî itîfaqên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îran de amadekirine, da ku hesabên nû li ser heremên Sûriyê werin kirin. Tê gotin ku rojeva sereke ya civînê Îdlib be.
Tê pilankirin ku civîna Astana 6 li paytexta Kazexistanê Astana di 14 û 15 Îlonê de were lidarxistin. Civîn ji aliyê her sê dewletên qaşo ku garantiya rawestandina şer li Sûriyê dikin Rûsya, Tirkiye û Îran tê birêvebirin. Her sê dewlet ji duh 13 îlonê ve dest bi civînên amadekariyê dikin.
Hat destnîşankirin ku rojeva civînê wê di çarçoveya tesbîtkirina heremên kêm pevçûn û hesabên li ser Idlibê be.
Li gorî ku hate raghandin mijarên sereke di civînê de agirbest û diyarkirina sînorên heremên kêm pevçûn bê ku tu heremên nû li wan were zêde kirin be. Di heman demê de gihandina alîkariyên mirovî ji kesên ku di şerê heyî de zirar gihiştiye wan de be.
Ji aliyê dewletên ku garantiya agirbestê dikin daxuyaniyên cur be cur hatin dayîn. Beriya heftiyekê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan ragihand ku danustandinên bê ji Astana wê pêvajoyê herî dawî ji bo çareserkirina krîza heyî ji 2011 an be. Erdogan hêvî kir ku ev danustandin pêvajoyê civîna Cinêv hêsantir bike.
Beriya niha her sê dewletên navborî çar heremên kêm pevçûn avakiribûn: herêma Bakur, Xûta, Humis û Herêma başûr li Sûriyê bûn.
Wezîrê derve yê Rûsyayê Serge Lavrov ji aliyê xwe ve ragihandibû ku wê itîfaqên ji bo avakirina heremên nû ên kêm pevçûn li gundewarê bakurê Idlibê di van danustandinan de çêbibin.
Ji aliyekî din ve Fermandarê di opozisyona Sûriyê de û Serokê Desteya Siyasî ya di Artêşa Îslamî de (Ceyş El-Îslam) Mihemed Alûş îdea kir û got: “Topbaran li gelek hereman kêmpevçûn rawstiya ye.”
Alûş wek opozisyon ji bo tevlîbûna wan ji Astana re diyar kir ku wê tevlîbûneke mezin ji civîna Astana re çêbibe. Alûş balkişand ku sereke wê nîqaş li ser Idlibê were kirin û wiha anî ziman “Idlib mijareke giring û hesas e.”
Derbarê hermên nû ku tevlî heremên kêm pevçûn bibin Alûş anî ziman ku herema Qelemon li gundewarê Şamê jî tevlî heremên dîtir bûye û wê heremeke nû jî were zêde kirin û ew jî bakurê Şamê ye.
Li ser nexşeya sînorên heremên kêmpevçûn Alûş da zanîn ku hin herem hatine zanîn û itîfaqa li ser hatiye erê kirin, lê hin heremên din jî hene ku nakokî û nîqaş li ser wan didomin û ji van hereman Humsê ye.
Opozisyon wê Idlibê radsetî Artêşa Niştîmanî Sûrî bike
Alûş di vê derbarê de raghand ku wan daxwaz kiriye sivîlên li Idilbê zextekê li ser Ebû Muhemed Elcolanî serçeteyê Cebhe El-Nusra bikin da ku werin asîmle kirin .
Alûş, destnîşan kir ku herî guncav ew e ku li Idlibê Cebhet El Nusra were tunekirin û sivîlên Idlibê rêvberiyekê sivîl damezrînin û bi vê artêşa azad vegere û rewşê kontrol bike heta ku damezrandina Artêşa Niştîmanî Sûrî bi dawî bibe.
Tê pêşdîtin ku opozisyon dixwaze xwe li Idlibê bi cih bike piştî itîfaqên di navbera welatên ku piştgiriya wê dike. Di heman demê de aliyên Rêjîma Sûriyê jî dixwazin bi van itîfaqên heremên Sûriyê di nav hev de parve bikin.
14.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً