LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bîlançoya heftane ya Reqa

Bîlançoya heftane ya Reqa

REQA – Hemleya Reqa “Cenga Mezin” di roja 102 an de didome, di nava heftiyekê de şervanên QSDê ber bi navenda bajar ve diçin, niha li taxên navenda Reqayê taxa Nehda û Emîn şer bi dijwarî didome. Di nava heftiyekê de zêdeyî 200 çete hatin kuştin.
Cenga Mezin ango hemelya rizgarkirina navenda bajarê Reqayê ji aliyê fermandariya QSD ê ve di 6 Hizêranê de hatibû raghandin, di qonaxa 3 yemîn de ji hemleya Reqa bi pêşveçûna şervanên QSD ê ku şerên dijwar li hemberî çeyteyên DAŞ ê dikin derbasî roja xwe ya 102 an de dibe. Bi germahiya vê hemleyê û bi bedelên giran buha di nava heftiyekê de di şerên giran li taxên navend bajarê Reqa rû didin ku zêdyî 200 çeteyên DAIŞ hatin kuştin û bi pêşveçûna şervanan jî navenda Emin Cînayî û navenda Trafîkê û Qesir El-Edlî hatine rizgar kirin.
Taxa Mensûr û Taxa Nûr – Li taxa Mensûr a dikeve rojhilatê bajêr û taxa Nûr a dikeve navenda bajêr di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerekî dijwar rû da. Di encamê de navenda Emin Cînayî û navenda Tirafîqê yên dikevin taxa Nûr hatin rizgarkirin. Her wiha 23 çete hatin kuştin.
Navenda Reqayê Şervanan avahiya Qesir El-Edlî ya di nava navenda bajarê Reqayê de piştî şeregî giran a bi çeteyan re rizgar kirin. Her weha di şerên giran li derdora nexweşxaneya Wetenî 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Taxa Nehda – Li taxa Nehda ya rojhilatê bajar jî şervanên QSDʹê êrîşa çeteyan a bi erebeyeke bombebarkirî vala derxistin. Di şerên giran li vê taxê 47 çeteyên DAIŞ`ê 11 ji wan di erebeyeke leşkerî hatin kuştin. Her wiha depoyekî cebilxane û panzêreke çeteyan, kete destê şervanên QSD`ê.
Taxa Seknê û Mirûr – Li Taxên Sekenê û Mirûr ên dikevin navenda bajêr şerekî dijwar rû da û di encamê de 23 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin.
Taxa Rewda – Li taxa Rewda maşîneyek bombebarkirî hate rûxandin, li heman taxê 34 êrîşkar hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.
Txa Emîn – Li taxa Emîn maşîneyeke bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rûxandin û du çalakiyên xwekujî jî ji aliyê şervanan ve hatin valaderxistin û çeteyên êrîşkar hatin kuştin.
Bi giştî di encama şerên giran ku heta niha li taxa El-Emîn de rû didin 33 çete hatin kuştin, li vê taxê jî şervanên QSD’ê siwareyeke leşkerî rûxandin.
Li taxên Rewda û Emîn ên dikevin navenda bajêr, şerekî dijwar derket, di encamê de 15 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin û miqdarek cebilxane ket destê şervanan
Hêjaye bi bîr hatinê ku Fermandariya QSD ê raghandibû ku ji sedî 70 bajarê Reqa ji aliyê Şervanên QSD ê ve hatiye kontrol kirin.

 

15.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً