LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li 5 taxên Reqayê şerên giran rû didin

Li 5 taxên Reqayê şerên giran rû didin

REQA – Di pêşveçûna şervanên QSD ê di nava taxên Reqayê de niha di van kêliyan de şerên dijwar li 5 taxên barjar diqewmin.
Operasyona Reqayê “Cenga mezin” di roja 105 an de bi şerên giran di navbera çeteyên DAIŞ ê û şervanên QSD ê didomin.
Di van kêliyan de li 5 taxên Reqa şer diqewime, li taxên El-Emîn û Hena yên navenda bajarê Reqa û li taxên Rimêliye û Rewda yên aliyê rojhilat ên bajar û li taxa Tişrîn a bakur-rojhilat a Reqayê, şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin.
Şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyan dixin di encamê de çete bersiva xwe digrin û şervan bi pêşve diçin.

 

19.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً