LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li çiyayê Cûdî pêvçûn: Gelek wesayîtên zirxî hatin derbkirin

Li çiyayê Cûdî pêvçûn: Gelek wesayîtên zirxî hatin derbkirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Leşkerên dewleta tirk ku li Çiyayê Cûdî operasyon da destpê kirin pêvçûn derket û tangek bi paletî û 3 wesayîtên zirxî yên bi tîpa dûbişkê hatin derb kirin.

Ji hêla leşkerên dewleta tirk ve ku ji duh ve li Çiyayê Cûdî yê nêzî navçeya Silopî ya Şirnexê dabû destpê kirin berdewam dike. Operasyona ku gelek cerdevan, tîmên taybet û leşker beşdar bûn de cih bi cih operasyon pêk tên.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê hatî girtin, leşkeran li heremên Girêçolya û Hesena operasyonên xwe berfireh kirine. Çavkaniyan diyarkirin ku ji qereqolên leşkeran ên derdorê gelek top û hawan tên avêtin û anîn ziman ku 1 tangek bi palet û 3 wesayîtên zirxî yên tîpa dubişkê di dema pêvçûnan de darbe xwarin e. Hat ragihandin ku wesayîtên zirxî yên derbe xwarine bi vînderan birine navenda navçeya Silopiya. Hat gotin ku li heremê tevgerîna helîkoptêran berdewam dike.

18.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً