LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Qamişlo teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da -LEZGÎN

Li Qamişlo teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da -LEZGÎN

QAMIŞLO – Li taxa Siyahê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê motorsîkletek teqiya û hat gotin di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da hejmara birîndaran jî gihişt 7’an. Asayîşa Qamişlo, daxuyaniyek da û diyar kir ku hêza Dîfayî Wetanî vê teqînî pêk aniye.

Li nêzî xwaringehekî Taxa Siyahê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo ya ser Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê motorsîkletek bi bombe barkirî ya li benda rê hatibû sekinandin hat teqandin. Li gor agahiyên pêşî hat gotin ku di encama teqînê de yek ji wan zarok 4 kes birîndar bibûn, lê Asayîşa Giştî ya Qamişlo li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekî aşkere kir ku teqîna ku di seatê êvarê 19.43’an de pêk hatî de yek ji wan zarok 7 kes birîndar bûne û dema rakirina nexweşxaneyê de zarokek 4 salî şehîd ketiye.

Asayîş: Teqînê hêza Dîfayî Wetanî pêk aniye

Motorsîklêta bombebarkirî ku li nêzî wesayîta hêzên Senadît hatî teqandin, jibilî kûştî û birîndaran zirara madî li hawirdor çêbûye.

Asayîş di daxuyaniya xwe de balkişand ser hêzên Rejîma Sûriye û destnîşan kir ku çeteyên girêdayên Dîfayî Wetanî yên girêdayê rejîmê ne, bi motorsîkletî vê teqînî pêk aniye.  Asayîş, di daxuyaniya xwe de bang li hemû niştecihên Qamişlo kir ku ji bo ewlekariyê bi motorsîkletan negerin û heta bangewaziya duyemîn gera motorsikletan qedexe ye.

Lêgerîna hêzên Asayîşê ya li cihê bûyerê berdewam dike.

18.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *