LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Li Dêra Zorê Çi dibe? – Beşê yekemîn

Li Dêra Zorê Çi dibe? – Beşê yekemîn

Adnan Mustefa
Beriya em behsa bûyer û pevçûnên li bajarê Dêra Zorê ku diqewimin bikin, divê em behsa girîngiya bajêr û erdnîgariya wê jî bikin. Bajarê Dêra Zorê yek ji bajarê herî stiratejîk û mezin li ser çemê Firatê ye, her wiha bajarê du welatên Ereb yên cîran Sûrî û İraq’ê bi hevdû re dide girêdan û di nava gelê herêmê de nav li bajarê Dêra Zorê “Dergeha Ber bi Rojhilat” tê kirin. Dîsa Dêra Zorê xwedî girîngiyeke ku bajar û bajarokê Bakur, Başûr û Rojava bi hevdu dide girêdan. Bajarê Dêra Zorê di warê şaristaniyê de xwedî dîrokeke dirêjê ku para xwe ji şahristaniya Mozputamiya girtiye. bajarê Dêra Zorê di serdemên cûda yên dîrokê de malovaniya Kurdan jî kiriye, bi taybet di serdema Selaheddîn Eyubî de Kurdan navenda Dêra Zorê cihê herî bi ewle ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê û İraqê ji xwe re hilbijartin.
Şer û qewmînên li bajarê Dêra Zorê dide nîşan kirin ku aloziya Sûrî ji qonaxeke herêmî derbasî qonaxeke navnetewî bûye. Ango pirsgirêka Sûrî û çareseriya wê asta Sûrî derbas kiriye. Emerîka, Rusiya, Îran, Sûrî û Kurd li ser Dêra Zorê di pêşbaziyê de ne. Ji aliyekî Hêzên hevpeyman û QSD di çarçoveya kontrolkirina bakur û Rojhilatê çemê firatê û beşek ji bajar biger û ji aliyê din ve jî Sûrî, Îran û Rusiya dixwezin başûrê çemê firat û navenda bajêr kontrol bikin. Her çendî hemû hêz di bin sîwana du cemseyan(qutip) de tên tasnîfkirin jî, lê her aliyek ji van hêzan xwedî projeyeke cûda ye. Emerîka ji bo projeya xwe ya bi navê “Rojhilata Navîn a Mezin” bibe serî pêwîste di herêmê de xwe bi cih bike û mutefîkên nû avabike. Her wiha Emerşka dixwaze di Sûrî de xeletî û şaştiyên di sala 2003an de ku li İraqê kiri li Sûriyê û Dêra Zorê bi taybet dubare neke. Rus ji bo xûna windakiriye di serdema şerê sar de, dixwaze careke din vegerîne. Ji ber vê yekê li Sûrî kete nava liv û tevgereke beriya wê nehatiye dîtin. Li Lazqiyê piştî bi cihkirina sîstema parastinê ya S400 ya fûzeyan, peymaneke bi 49 salan ji bo navenda leşkerî ya Himêmîm muhir kir. Daxwaza Rusiya ewe kontirolkirina Dêra Zorê, avakirina navendek leşkerî û bi cih kirina sîstema parastinê mîna sîstema Himêmîm li çûla Sûrî ku navenda wê bajarê Dêra Zorê ye. Bi vê yekê Rus dixwazin hebûna xwe li Sûriyê mayinde bike.
Rewşa Îran’ê di girtina bajarê Dêra Zorê de ji ya Emerîka û Rusiya cuda ye. Rusiya û Emerîka bi mebesta parastina berjewindiyên xwe mecbûrî li Dêra Zorê şer dikin, lê Îran ji bo statoya xwe li Rojhilata Navîn biparêze vê yekê dike. Ji bo Îranê Dêra Zorê xeleka zincîra di navbêra Sûrî, Lubnan, İraq û Îranê de ye. Bi kontirolkirina Dêra Zorê ji aliyê Îranê ve tê wê wateyê ku xewna “Wîleyetî Feqî” ya sedêsalan pêk tê. Ango girtina ji bo Îranê pêk anîna projeya “Hîlala Şî’i” ye.

 

19.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً