LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Aştî bi kê re çewa tê bidestxistin?

Aştî bi kê re çewa tê bidestxistin?

Nivîskar: Havîn Elî
Ji sala 1981an de Netewên Yekbûyî bi roja aştî ya cîhanê şahî dike. Mebesta lidarxistina şahiya di vê rojê de li ser bingeha ku şer û şêweyên çekdar ji cîhanê werin rakirin de ye.
Aştî çiye? Aştî bikêre ye? Aştî çawa bê bidestxistin?
Li gorî pîvanên navdewletî Aştî tê wateya ne şerkirin û lihevkirin ê ye. Gelo ev tenê wê bes be da ku aştî li deverekê hebe yanî dema şer nebe tê wateye ku aştî heye?
Da ku em bidin xuya kirin û em roniyê bavêjin ser vê yekê wek nimûne emê bibînin ku li Ormiyê li bakurê rojhilatê kurdistanê ku netewên Azerî û kurd bi hevre dijîn tu şer tune ye lê waliyê bajar dibêje navên kurdî ku li dezgeh û navendan heye pêwîste were rakirin, şer li Ormiyê di navbera kurd û azeriya tune ye, lê gelo li ser daxwaza waliyê azerî ku ji miletek bi sedsalan li ser xaka xwe jiyan dike dixweze ku navê xwe ji ser navendan rake ev tê wateya ku Aştî li wê deverê heye?! Bê guman bersiv di numûneyê de cih digre.
Aştî ne tenê ewe ku rewşa ne şer û pevçûn belav be, aştî tê wateya lihevkirin li ser esasê jiyaneke hevbeş ku mafê her kesî tê de were parastin, xirûra insan tê parastin û hebûna fikrî, olî û civakî ya pêkhatiyan xwedî nirxê buha ye.
Ev 36 sal netwên yekbûyî roja aştiyê ya cîhanî raghandiye, lê gelo UN heya kîjan astê û radeyê karîbû civakeke aştiyane avabike?! Yan herî kêm bingeha vê civakê amadebike?
Eger dewletên mezin yên di nav Netewên Yekbûyî UN de dibêjin kengî em bixwazin em dikarin şerbikin tenê bi rakirina siloganan di roja 21 Îlon ê de bê zagoneke durist aştî pêknayê.
Dema ev dewletên mezin bixwazin dikarin şerek li devera bixwazin pêkbînin ev yek tê wê wateya UN ne li hember erkê mezintrîn e ku jê tê xwestin bike.
Rewşa Lîbyayê, Afxanistan, Iraq, Sûriyê û hwd diyare û li ber çave ye çawa jiyana mirovan ji bo armancên dewletên mezin yên cîhanê nirxê herî erzan e. Armanc ewe ku bercewendiyên xwe qezenckirin e bêyî ku UN karîbe bi kêmanî di warê mirovî de alîkariya mirovahî bighijîne qurbaniyan yan jî kesên ku di encama şerê heyî de zirar dîtine.
Şerê ku di dema me ya îro de li cîhanê diqewime di nava dewletan de ye. Piraniya şerê ku heye şerê navxweyî ye di hundurê yek dewletê de ye. Ev yek vedgere esasê dema ku aliyên siyasî yên dijber lihevbikin wê karîbin aştiyê di nava civakê de pêkbînin? Nexasim ku hêza siyasî ya serwer ku bi dest xist eynî zihniyeta rêjîma kevin digre.
Tenê lihevkirina hêzên siyasî ne bese ku aştî pêk were
Dema peyva aştî tê gotin di bîra mirov de detspêkê aramî û ewlehî yanî şer nîne tê. Pêwîste destpêkê aştî di nava gel de cihê xwe bigre. Aştî li ser bingeha lihevkirin û biratiya gelan be. Biratiya gelan ku hemû nexweşî û nakokiyên ku sîstema dewletî di nav gelan de û pêkhatiyên civakê de daye çandin ji holê radike û li şûna wê hezkirin û itîfaq were çandin.
Wekhevî, adalet, hezkirin û rûmeta mirovan were parastin.Newekhevî û zordariya li ser kêmnetewan were rakirin wê demê aştî û aramî bi xwere tîne.
Federaliya Demokratîk rêbazê pêkanîna aştiyê ye
Li Rojavayê kurdistanê û Bakurê sûriyê projeya federaliya demokratîk hate raghandin. Sîstema Federaliyê piştî 5 sal şûn de ji şerê dijwar li sûriyê wek gaveke ber bi xwe rêxistinkirinê hate raghandin, da ku li Bakurê Sûriyê bi hemû netewên xwe sîstema rêvebirina gel were kirin de bû.
Bi derbasbûna salên şer li Sûriyê, piraniya heremên sûriyê hatin xerakirin, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes bê cih û war man û bûne penaber û koçber.
Li Rojavayê kurdistanê xeta sêyemîn ku civak û nirxên civakê ji xwe re kir asas di aramiyekê de jiyan dike.
Ev di şev û rojekê de ne hat, ev encama salan ji xebat û têkoşîna di nav pêkhatiyan de ye û ev yek bi diyalok û hevdîtin û tecrûbeya rêveberiya xweseriya demokratîk derketiye holê.
Fedraliya demokratîk ku li ser jiyana komînal û dadweriya civakî xwe bi rêvedibe ku her pêkhatî cihê xwe di nav de digre çi suryan, aşûr, kurd, çerkes û ereb be xwe di nav de bibîne aştî tê avakirin.
Bi avakirina civaka axlaqî û polîtìk çareye pirsgirêkên ku rê li pêşiya nakokiyan vedike tê dîtin. Civak xwe bi xwe rêdibe hêzên xwe yê siyasî û leşkerî tewcîh dikin ku hêzên aştîxwazbin ne şerxwazbin.

 

20.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً