LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Bagera Cizîrê: Şervanên QSD ê 15 mezra rizgarkirin

Bagera Cizîrê: Şervanên QSD ê 15 mezra rizgarkirin

DÊRA ZORÊ – Hemleya Bagera Cizîrê di roja 12 an de didome, şervanên QSD ê ji aliyê Ebû Fasbi pêşve diçin û ji duh ve şervanan 5 kîlometreyan bi pêş ve çûn û 15 mezra rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 12`an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Li rojhilatê Medîne Siniyê (Herêma Pêşezazî) ya bakurê Dêrazorê şervanên QSD`ê ji şeva din vê derdora 5 kîlometreyan pêş ve çûn û 15 mezra rizgar kirin.

Şervanên QSDʹê ji aliyê Ebû Fas ve jî di herêma Siwer bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin.

Di heman demê de li herêma navborî, çeteyekî DAIŞ`ê tevî çeka xwe ya BKC bi saxî ket destê şervanan.

Şerê li herêma Siwer ta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dike.

Ji aliyekî din ve sivîlên Dêrazorê ku jiyana wan ji ber şerê di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û hevalbednên wê Rûsiya û Îranê ya bi çeteyên DAIŞʹê re dikeve metirsiyê. Rojane sivîlên wan herêman xwe dispêrin herêmên di bin serweriya hêzên QSDʹê de. Di vê çarçoveyê de, ji şeva din ta saetên sibehê bi sedan sivîl xwe spartin herêmên di bin parastina şervanên QSD`ê. Şervanên QSD`ê ji aliyê xwe ve sivîl derbasî cihên bi ewle kirin.

20.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً