LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Di Heftiyekê de êrîşên li ser Bakurê Sûriyê

Di Heftiyekê de êrîşên li ser Bakurê Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Faşîzma Turk û Rêjîma Sûriyê gelê Rojava ji bo bercewendiyên xwe ya sermeyadar dikin armanc, Rêjîm Turkiyê êrîşên xwe li ser Herêma Efrînê didomîne di nava heftiyekê de 9 caran dewleta Turkiyê herêma Efrînê kir armanc û topbaran kir.

Di nava hewildanên êrîşî Bakurê Sûriyê kirin di qonaxeke giring û dîrokî de gelê me li Bakurê Sûriyê û bi taybet li Herêma Efrînê di nav topên dagirkeriya Tirkiyê serî natewîne û karê xwe yê rêvebirinê û parastinê di hemna demê de dimeşîne.

Dewleta Turk bi baheneya parastina sînorê xwe rojane sivîlên herêma Efrînê tevî gundên wê topbaran dike. Erdan dişewitîne, çekên giran sewqî sînor dike û leşkeran li wir bi cih dike, belafirên keşfê rê dike û dîwaran avadike ,ev yek nîşaneya lebata faşîzma Efrdogan e.

Artêşa Tirk a dagirker bi dirêjahiya 4 kîlometreyan dîwar di navbera gundê Baliya yê girêdayî Efrînê û gundê Mercoq ê Bakurê Kurdistanê lêkir û li ser dirêjahiya xeta sînor kamîreyên kontrolkirinê danîn.

Di encama topbarana Turkê de du zarokên biryarên hev birîndar bûn.

Bi destpêkirina operasyona Bagera Cizîrê ya kontrolkirina Rojhilatî Dêra zorê Rêjîma Sûriyê jî har dibe, ji aliyekî din ve jî Rêjîma Sûriyê li hember hilbijartinên gel dixwaze tevlîheviyekê derbixe. Ji ber vê yekê di nava vê heftiyê de li Herêma Cizîrê kantona Qamişlo Rêjîmê motersîlk di nav sivîlan de teqand û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birînadr bûn.

Di nava heftiyekê de Rêjîm û Dewleta Turk ev êrîş pêkanîne:

ÊRÎŞÊN DEWLETA TURK:

Di 08.09.2017’an saet di navbera 22:00 û 23:00’an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi obûsan êrîşî herêma Minixê kirin, û bi çekên doçka êrîşî Gundê Merenaz û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera û herêma Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Şervanên ypg û ypj ê jî di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan.

Di 09.09.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa û bi çekên doçka êrişî gundên Belûniyê, Eyn Deqnê, Merenaz û Minnixê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Şervanên ypg û ypj ê jî di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan.

Di 10.09.2017’an saet 19:00’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û bi çekên doçka êrişî girên Baz, Barîn, Bahar û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê, bi çekên doçka êrişî Gundê Basûfanê û Bircikê Silêman yên navçeya Şêrawa û Eyn Deqnê, Minnix û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Di heman demê de Şervanên ypg û ypj ê bi gulleyên tangê bersiv dan êrişa çeteyan yên eniya Basûfanê.

Di 11.09.2017’an saet 21:00’an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi obûsan êrîşî gundên Belûniyê, Eyn Deqnê û Minix û bi çekên doçka êrîşî Gundê Merenazê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Şervanên ypg û ypj ê di heman demê de li eniya Cindirêsê bersiv dan êrişa çeteyan û di encam de çeteyek hat kûştin. Her weha di heman şevî de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêma Şera geriyan.

Di 12.09.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî Gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Herwiha di heman rojê de çeteyan bi treksekî ve li eniya Gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê hewl dan ku çeperên şer yên nû çêkin. Lê Şervanên ypg û ypj ê di heman demê de bersiv da çeteyan û bi topên hawanê li Qela Semanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dan.Dîsa Şervanên ypg û ypj ê bi gulleyan li wê treksa çeteyan xistin û treks dane sekinandin.

Di 13.09.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî gundên Basûfanê û Başemrê yên girêdayî navçeya Şêrawa, bi çekên BKC êrîşî Girê Barîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Şervanên ypg û ypj jî di heman demî de bi heman şêwazî bersiv dan çeteyan.

Di 14.09.2017’an saet di navbera 13:00 û 14:00’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Barîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê, Gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera û bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin.

Di 16.09.2017an de çeteyên Tirkiyê yên li derdora kela Seman bi cih bûne, saet di 22.00′yan de bi çekên giran gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê topbaran kirin û şervanên YPG′ê bersiv didin.

Di 17.09.2017an de Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora bajarê Ezazê bi cih dibin, bi çekên giran gundên Minix û Merenaz ên herêma Efrînê topbaran Kirin. derbarê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Di 17.09.2017an de jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên giêdayî wê gundê Basûfanê yê girdayî navçeya Şêrawa, topbaran kir di encama topbaranê de ziyan gihîşt mal û milkên welatiyên.

Di heman dîrokê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li kela Semanê bi cih dibin, bi çekên giran gundê Celemê yê girdayî herêma Cindirêsê topbaran kirin. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyên gund.

Di 18.09.2017an de Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li kela Semanê bi cih dibin, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê topbaran dikin.

Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker bi dirêjahiya 4 kîlometreyan dîwar di navbera gundê Baliya yê girêdayî Efrînê û gundê Mercoq ê Bakurê Kurdistanê lêkir û li ser dirêjahiya xeta sînor kamîreyên kontrolkirinê danîn.

Di 18.09.2017an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji derdora keleha Seman, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, topbaran kir. di encama topbaranê de du zarokên biryarên hev ên bi navê Cuma Mihemed Îbo (10) û Hoşan Mihemed Îbo (11), birîndar bûn. Her du zarok li nexweşxaneya Afrîn hatin dermankirin.

ÊRÎŞÊN RÊJÎMA SÛRIYÊ:

Di 18.09.2017an de Li nêzî baxçeyê Siyasî ya bajarê Qamişlo motorsîkletek hat teqandin, di encamê de zarokek 4 salî jiyana xwe ji dest da û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku fermandariya Asayîşa Rojava raghand Rêjîma Sûriyê debarê vê teqînê de berpirse.

23.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً