LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li gor ankêta KDP’ê di referandumê de sedî 59.4 erê ye: Lê çima anket tê veşartin?

Li gor ankêta KDP’ê di referandumê de sedî 59.4 erê ye: Lê çima anket tê veşartin?

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor çavkaniyek ji xebatkarê navenda lêkolînê ya bi nave MERÎ ku girêdayê KDP’ê ye di referandumê de sedî 59.4 erê wê derkeve. Lê yê tê meraqkirin ev ankêt çima tê veşartin?

Tê payîn ku ji hêla Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) wê li başurê Kurdistanê ji bo dewletek serbuxwe di 25’ê îlonê de referandumê pêk bîne. Nîqaşên ku çima hewce bi referandumek wisa tê dîtin berdewam dike de, ji referandumê re jî tenê çend roj ma ye. Tê meraqkirin ku di referandûmê de wê çiqas deng bibêjin ‘erê’ û çiqas wê bibêjin ‘na’, yê herî balkêş heta niha tu anketek nehatiye çêkirin an jî hatibe çêkirin nehatiye aşkere kirin.

Navenda Lêkolînê MERÎ çima anketa xwe aşkere nake?

Derket holê ku navenda lêkolînê ya bi nave Middle East Research Institute/ Navenda Lekolînên Rojhîlata Navîn (MERÎ) ku girêdayê PDK’ê ye û navenda wê li bajarê Hewlerê ye, anketekî derbarê referandumê de amade kiriye. Çavkaniyeke ji navenda lêkolînê ya MERÎ ku nexwest navê xwe aşkere bike, derbarê anketa hatî amadekirin de hin agahiyan ji malpera ROJEV24 re parve kir. Çavkanî got ku navenda MERI anketên derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de çêkiriye lê hin ev anket nehatiye aşkerekirin û tenê bi rêveberiya navenda partiya PDK’ê re hatiye parve kirin.

PDK ji sedî 59.3 hêvî nedikir!

Çavkaniya ku nexwest navê xwe aşkere bike, da zanîn ku anketa MERI ya dawî di 19’ê îlonê de bi encam bûye û destnîşan kir ku belkî jî ji ber PDK vê encamî hêvî nedikir ji bo wê ye ji rayagiştî re aşkere nekiriye. Çavkanî wiha got: “Anket li ji niştecihên gund, navçe û bajarên Silêmanî, Hewlêr, Duhokê hatiye çêkirin. Di pirsa referandumê ‘hûn dewletek serbuxwe dixwazin?’ de, ji sedî 59.4 bersiva ‘erê’ hatiye dayîn. Ji sedî 39.1 bersiva ‘na’ û ji sedî 1.7 jî ‘min biryara xwe nedaye’ wek bersiv hatiye dayîn.”

Çima ‘na’ ?

Xebatkarê MERI, diyar kir ku balkêş e ku di anketê de li ser bersiva ‘na’ jî hin pirsên din hatiye vekirin û ev tişt gotin: “Mînak di bersiva na de pirsa ‘çima na’ hatiye vekirin. Ji kesên bersiva ‘na’ dane ji sedî 35.5’ê wê sedema nedestedayîna referandumê dijbertiya wan li hemberê desthiladariya Mesût Barzanî ye, ji sedî 34.2 jî gotin ‘hin ne dema wê ye’ her wiha ji sedî 13.9 kesan jî bersiva sedema ku wê referendum şer di navbera kurdan û hikumeta Iraqê derbixe ye.”

Hat diyarkirin ku di anketê de kesên bersiva ‘erê’ dane ji sedî 64.1 ‘referandum mijareke netewî ye û mafê kurdan ji bo dewletek heye’ wek sedema bersiva ‘erê’ daye. Ji sedî 29.4 jî ‘Ji ber ku ew Mesût Barzanî û PDK’ê destek dikin’ hatiye dayîn.

‘Eger referendum ne ji aliyê PDK’ê ve bûya wê min destek bida’

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku di anketê de di beşa pêşniyaran de tişteke balkêş derket holê û wiha got: “Di anketê de ‘eger referendum ne ji aliyê PDK’ê ve hatibûya destpê kirin wê piştgiriyê dabûya?’ ji sedî 84.7 bersiva ‘erê’ ji sedî 10.7 jî ‘nizanim’ bersivandin.

 

Malpera ROJEV24 ji gotinên çavkanî îstatîstîkên di derbarê Referanduma Başûrê Kurdistan de amade kir wiha ye:

23.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً