LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Li taxa Teyara ya bajarê Reqayê di encama teqîna mayîna ku çeteyên DAIŞʹê bi cih kiribûn de sivîlê 27 salî jiyana xwe ji dest da.

* Şîrketên Ezbe û Konîko yên stratejîk ên herêma Dêrazorê, piştî dorpêça du rojan hatin rizgarkirin.

* Hêzên Rêjîma Sûrî û milîşên bi ser ve, duh êvarî navçeya Tibî Li Dêra zorê û hejmareke gund li navçeyê kontrol kirin.

* Berdevkê Hêzên sûriya Demoqratîk Telal Solo ragihand ku ew guman dike ku pevçûn di nav HSDê û rêjîmê de nû bibin.

* Hêzên Rûsî bi topên palistî 22.09.2017an de navçeyên gundewarê başûrî Idlibê topbaran kirin bê ku agahî derbarê ziyanên de werin aznîn.

* Rêxistina Heyet Tehrîr El-şam û ya Ehrar El-Şam 22.09.2017an de sê rêgir ji hêzên Rêjîmê li gundewarê Hema yê başûr kontrol kirin.

BAKURÊ KUDISTAN Û TIRKÎ:

* Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe yê ji Amerîkayê bertek nîşanî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku, “Ew erd ne tenê yên kurdan in.”

* Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galip Ensarioglu polîtikaya hikûmeta Tirkiyê ya derbarê referandûma 25ê Îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de rexne kir û got çima hûn heke Kerkûk li herêma ereban bimîne wekî pirsgirêk nabînin lê ku têkeve ser hêrêma kurdan wekî pirsgirêk dibînin.

* Qedîr Tûbaş şaredarê Istanbûlê dest ji kar berda. Qedîr Tûbaş ragihand ku peywendiya xwe tev AKP`ê dimîne û dewamê dide xebatên xwe yên siyasî .

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Şanda Encûmena Bilind a Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û li gel berpirsên bilind ên Bexdayê dê bicivin. Di serdanê de, şanda Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê helwêstê herêma Kurdistanê ya derbarê referandûma serxwebûnê bo aliyên siyasî û hikûmeta Iraqê dê rawe bike.

* Piştî Herêma Kurdistanê ragihand ku referandum nayê paşxistin û dê di dema xwe de were encamdan, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî axivî û got ku: “Piştî referandumê jî em dê li gel Herêma Kurdistanê gotûbêjê bikin.” diyar kir ku, “Referandum di berjewediya Iraqê de nîne” û teqez kir ku gotûbêj baştirîn çareser e.”

* Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew pêşwaziyê li daxuyaniya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyê (KENY) dikin. KENYê ragihandibû, “Endamên KENYê rêzê li yekparçebûna xaka Iraqê digirin” û biryar hatibû dayîn, komîteyek lêkolînê bo tawanên DAIŞê yên li Iraqê were damezirandin.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Bi dehan pisporên asayişa netewî ya Amerîka nameyek ji serokê Amerîka Donald Trump re nivîsandin û jê xwestin, rêkeftina etomî ya bi Îranê re betal bike.

CÎHAN:

* Wezareta Derve ya Misirê li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê helwesta xwe zelal kir. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Misirê de, banga diyalogê li Hewlêr û Bexdayê hat kirin û wiha hat gotin, “Ji ber ku Misir pabendî yekîtî û îstiqrara Iraqê ye fikarên xwe tîne ziman.

* Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, wan Amerîka derbarê hewilên astengkirina têkoşîna dijî terorê li Sûriyê de, agahdar kiriye ku ew dê bêdeng nemînin.

* Wezîrê Dewletê yê Erebîstana Siûdî Samir Sebhan daxwazek pêşkeşî Serok Berzanî kir û xwest, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Iraqê navbeynkariya navdewletî qebûl bike.

23.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً