LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Balkêş e piştî gefên Iraq, Îran û Tirkiyê tevlêbûna referandumê zêde bû!

Balkêş e piştî gefên Iraq, Îran û Tirkiyê tevlêbûna referandumê zêde bû!

SILÊMANÎ – Referanduma Herêma Kurdistana Federe, tevî hemû gefên derve îro serê sibê dest pê kir û didome. Gel diçe ser sindoqan û dengê xwe davêjin sindoqan. Lê balkêş e piştî gefên Iraq, Îran û Tirkiye, li Silêmaniyê dijberî gefan eleqeya li hemberî referandûmê zêdetir bû.

Referanduma li Herêma Kurdistan a Federe, serê sibê dest pê kir û didome. Gel diçe ser sindoqan û dengê xwe dide. Herêma Kurdistana Federe ku nêzî 5,5 milyon serjimara wê heye, di hilbijartina Parlamentoya Iraqê ya 2013’an de 2,8 milyon  hilbijêr çûbûn ser sindoqê û dengê xwe dabûn. Niha tê payin ku zêdeyî 5 milyon hilbijêr biçe ser sindoqê û dengê xwe yê ji bo diyarkirina statuya xwe bide.

Hilbijêrên ku diçin ser sindoqan, pusulaya ku pirsa “Hûn piştgiriyê didin ku herêma kurd lê dijîn û herêma Kurdistanê bibe dewleta serbixwe?” ji wan tê pirsîn dibersivînin. Hilbijêr ji bo Referanduma Serxwebûnê li herêma Hewler, Silêmanî, Duhok, Kerkuk, Halepçe, Selahaddîn, Tuzhurmatu, Xanekin û qesabayên Mendelî, Celewla û Karatepe, Mûsil, Şengal, Mexmûr, Tilkeyf, Hemdaniye, Şeyhan û Zimmar, Rabia, Nemrud û Bertille diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Li herêmê hilbijartin bi pergala elektronik pek tên. Li herêma Kurdistanê 7 hezar û li herêmên ku bi nakokî ne jî 5 hezar bi giştî 12 hezar sindoq hatine danîn.

Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartina Bilind û Referandumê li Hewlerê milyonek û 200 hezar, li Silêmaniyê milyonek û 280 hezar, li Kerkukê 750 hezar, li Duhokê 800 hezar, li Mûsilê 750 hezar û li herêmên din jî 420 hezar hilbijêr diçin ser sindoqan.

Li Silêmaniyê jî eleqe zêde bû

Wekî gelek bajarên Herêma Kurdistana Federe li Silêmaniyê jî referandum rastî eleqeyek mezin tê. Piştî Herêma Silêmaniyê ku Goran û Komela heta roja dawî digotin dê bêjin “Na” eleqeya ser sindoqan gelek zêde ye. Li Silêmaniye piştî bertek û nerazibûnên li dijî referandumê û gefên li dijî herêmê tevlêbûna referandumê û çûna ser sindoqan gelek zêde bû.

Bi taybetî piştî Tirkiye, Îran û Iraqê gef li Herêmê xwarin tevlêbûna li Silêmaniyê gelek zêde bû. Li Dibistana Pîramegirûn ku sindoq lê hatine danîn, welati ji bo dengê xwe bidin li lîsteya li dîwaran hatiye daliqandin digerin û diçin dingê xwe didin.

Hilbijartin dê heta saet 18.00’an bi dawî bibe.

25.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً