LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / LEZGÎN – Rûsya bi hawanan noqteyên QSD ê cardî topbaran dikin

LEZGÎN – Rûsya bi hawanan noqteyên QSD ê cardî topbaran dikin

DÊRAZOR – Hêzên Rûsya careke din bi hawan û katyoşan noqteyên şervanên QSD`ê li kargeha Konîko, topbaran dikin. Bombebarana bi balafiran jî li heman noqteyan didome.
Beriya niha bi nîv saetekê balafirên Rûsya dest bi bombebarana noqteyên QSD`ê yên li kargehan Konîko ya gazê, kir.
Di van kêliyan de jî, Hêzên Rûsya ji derdora Dêrazorê kargeha Konîko ya gazê bi hawan û katyoşan, topbaran dike.
Topbaran û bombebarana hêzên Rûsya li ser noqteyên QSD`ê ta vê kêliyê didome.
Kargeha konîko ku li bakur-rojhilatê Dêrazorê di 23`yê vê mehê de hatibû rizgarkirin.

25.09.2017
(ANHA)

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً