LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Cenga mezin: Mizgefta Îmam El-Newî hate rizgarkirin

Cenga mezin: Mizgefta Îmam El-Newî hate rizgarkirin

REQA – Di şerê ku li navenda bajarê Reqayê de rû dide, mizgefta Îmam El-Newî hate rizgarkirin û di operasyona şervanan de çeteyên DAIŞ’ê dîl girtin.
Di çarçoveya kar û xebatên rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şer û pevçûn di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de li herdu eniyên bakur û rojava û navenda bajarê Reqa û bi taybet di taxa El-Nehda de berdewam dikin. Di encama şer û pevçûnan de şervanên QSD’ê Mizgefta Îmam El-Newî ya li taxa El-Nehda rizgar kirin. Şervanên QSD’ê di heman taxê de bi çalakiyeke taybet du çeteyên DAIŞ’ê dîl girtin.
Şer û pevçûn li navenda bajêr û li devera El-Cezrat berdewam dikin, li aliyekî din şervanên QSD’ê hemleya paqijkirina taxên El-Meşleb, devera pîşeyî, gundê Reqa Semra berdewm dikin ku di demeke borî de çeteyan bi dizî derbasî van deveran bibûn.
27.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً