LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Dengbêj Meryem: Koka dengbêjiyê di jiyana jinan de veşartî ye

Dengbêj Meryem: Koka dengbêjiyê di jiyana jinan de veşartî ye

WAN – Dengbêj Meryem Tûncer ku têkoşîna xwe ya bi koçberiyê dest pê kir, êş û mirinên ku şahidiya wê dikir bi klaman tîne ziman, got “Kengê mirinek, veqetandin an jî bûyerek civakî ku dilê min dişewitîne pêk tên ez klamek dînivîsin im. Arşîva min di kurahiya dilê min de veşartî ye. Ez dengbêj nîn im ez dertbêj im.”

 

Dengbêja jin Meryem Tûncer (41) ku li taxa Firat a li navçeya Artêmet a Wanê jiyan dike, têkoşîna jiyana xwe ya bi koçberiyê dest pê kiriye, êş û mirinên ku şahidiya wê dikir bi klaman tîne ziman. Meryem Tûncer ku li gundekî girêdayê Şirnexê ji dayik bûye, neçarî piştî Cizirê û Edeneyê koçberê Wanê kiriye. Meryem Tuncer ku di temena xwe ya biçûk de dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dane, salên xwe yên di sûrgunê derbas bûyî û bêrîkirina gundê xwe, bi gotina “Ez dengbêj nîn im ez dertbêj im” kurtejiyana xwe tîne ziman. Tuncer, anî ziman ku ew helwesta xwe ya li dijî zahmetiyan a qet dawî nabe jî bi fikrandina jinên dengbêj Eyşê Şan, Meryem Xan zindî dihêl e.

 

‘Hesreta di dilê min de veguhest klamê’

 

Tuncer ku hêj 14 salî bi kurapê bavê wê re tê zewicandin, destnîşan dike ku ji bo xwişka xwe Sûltan a di nava PKK’ê de jiyana xwe ji dest da û ku gora wê hêj jî nayê zanîn li ku ye, dîsa ji bo bavê xwe yê ew biçûk bû jiyana xwe ji dest da û dayika xwe ya dema li Edeneyê surgunê bû hate girtin bi dehan klaman çêkiriye û gotiye. Tûncer, got “Min hesreta di dilê min de kom bûne bi klaman veguhest hunerê”. Tuncer, ev tişt gotin: “Lewra wek e mirovek, bi taybetî jî wek e jinek ev têkoşîna bi salan e daye vê hunerî bi min da çêkirin. Bêguman tecrubeyek ji malbatê heye, xwestek hebû; lê tenê ev nebû sedem. Min bi hesreta xwişka xwe Sûltan û hêstirên çavên dayika xwe gelek elem kişand. Dema ew hemû ketin ser hej tije bûn min zivirand klaman.”

 

‘Min li Eyşê Şan guhdar dikir’

 

Tuncer, da zanîn ku wê di temenê xwe yê biçûk de dengbêjiyê pir meraq dikir û diyar kir ku dema ew li gund bûn ji bo dengbêj ê bi nave Salih guhdar bike şilî, berf, sar germ qet firq nedikir dimeşiya û diçû gundê wan. Tuncer, wiha got: “Ew dem înternet û televizyon, radyo tunebûn. Her tişt di ser çîrokan, klaman û dengbêjiyê hûner çêdibû. Tenê teybek hebû di gund de û min li Eyşê Şanê guhdar dikir. Dema bavê min dixwest ez teybê bigirim, ez diçûm mala apê xwe û li wir guhdar dikir. Berê de li her derî zarokek keç klam fêr bibe û bibêje şerm bû û heta heta digotin guneh e.”

 

‘Ne êşên min ne jî şerê min xilas nebû’

 

Tuncer, diyar kir ku hêj ew di zikê dayika xwe de zilmê naskiriye û wiha pê de çû: “Hê ez 8 mehî di zikê dayika xwe de bûm, leşkerên tirk avêtin ser gund û her kesî di îşkenceyê de derbas kirin. Dayika min ji ber îşkenceya lê hatî kirin, ez 8 mehî çêbûm. Ji dayikbûnê heta niha ne êşên min xilas bûn û ne li dijî êşan şer û têkoşîna min. Piştre bavê min rehmet kir, apên min wan min bi kurapê min re hêj 14 salî bûm zewicandin. Ez pir biçûk bûm, jiminkirî ku ez ji bo leyistikê bilîz im çûme wê malî.”

 

Koçberiya qet xilas nebûyî!

 

Tuncer, wiha vegot: “Piştre di sala 1988’an de di operasyonên destpêkê re gundê me hate valakirin û şewitandin. Em neçar man koçberê Cizîrê bikin. Di sala ku Sedam Huseyîn çekê kîmyewî avêtibû Helepçeyê. Ji komkujiyî malbatek ku zarokên xwe xilas kiribû û hatibû Cizîrê, em bi wan re koçberê Edeneyê kir. Me di avahiyekî hêj di înşeat bû de bi malbatekî din re nêzî 5 sal jiyan kir. Tabî mezinê malê ez bûm hemû bar ketibû ser milê min, min nikaribû rakiribûya. Min 5 zarokên xwe di wê avahiya zuha de anî dinê. Dema em ji gund koçber bûn hemû xizmên me her yek bi derekî ve belav bûn, hinek çûn Iraqê, hinek çûn Stenbolê. Piştre brayên hevjîna min, me dawetê Wanê kirin û me ji Edeneyê rabûn çûn Wanê.”

 

‘Min 7 sal bi komkirina giyayê zarokên xwe xwedî kir’

 

Tuncer, anî ziman ku piştî ew çûn Wanê bi hevjîna xwe re di çiftlixeke heywanan de dest bi xebatXê kir û wiha berdewam kir: “Di encama keda min de 5 zarokên min dikaribûn biçûna dibistanê bixwîn in. Di sala 2007’an de hevjîna min felç li serê wî da û jiyana xwe ji dest da. Dema hevjîna min mir, jiyana min careke din zivirî serî. Bi tena serê xwe neçar mam li zarokên xwe binêrim û xwedî bikim. Ji ber vê yekî jî di her bihar û havînê de li çiyayên gundên derdorê digeriyam û giyayên wek e siyabo, kereng, mendî û hwd kom dikir û difirot. 7 sal min bi komkirina giyayên şîfayê zarokên xwe xwedî kir. Kurê min ê mezin di firûnekî de dixebitî beranberê rojane 5 nan ê. Hin caran ew nan têr nedikir ez neçar dimam di karên pêvek de dixebitîm û ew nanê kêm diman temam dikir. Piştî mirina hevjîna min, dayika min jî li Edeneyê hate girtin. Bi salan min hem zarokên xwe xwedî dikir û hem jî diçûm Edeneyê û di zindanê de dayika xwe ziyaret dikir. Dayikbûn û têkoşînê jî ji dayika xwe hînbûm. Dayika min di girtîgehê de jî ji min re digot ‘keça min vê têkoşînê bernede, ez bimirim jî divê tu bernedî’. Min her tim vê gotina wê difikirî û cihê xwe di nava têkoşîna ku jinên kurd didin de girt.

 

‘Serpêhatiya Jinan Gûla Bavfileh’

 

Tûncer ku stranekê xwe digot, dihat çi wateyî vegot: “Strana Gûla Bavfileh, li ser jineke ciwan a bi navê Gûlê ku Xiristiyan bû hatiye nivisandin. Ya jina xiristiyan a bi navê Gûlê, axayek bi navê Mûsa dixwaze. Jixwe 3 hevjînên axa hebûn lê wî ya Gûlê ku pir xweşik e jî dixwest. Gûlê kengê ji bêriyê tê ev axa pêşiya wê dibire û ji bo pê re bizewice zext li ser dike. Gulê jî qet qebûl nake. Axa Mûsa rojeki ji Gulê re dibêje yan wê bibê misliman û pê re bizewice an jî wê bi xencerê serê wê jê bike û diranên wê bikşîn e. Li ser vê yekî Gulê, dibêje ‘Tu serê min jî jê bikî, diranên min bi kerpetenê bikşînî jî ez dê neyêm ser ola te’. Vaye ev çîroka jinên ku mirinê didin berçavên xwe û tiştê diparêzin, bawer dikin û diparêz in e.”

 

‘Min cara yekemîn di civatekê de dengbêjiyê dikir’

 

Tûncer, destnîşan kir ku ligel ew bi salane klaman dibêje, bi nasnameya jinê encax di sala 2010’an di civatekî de karibû klaman bibêje û wiha got: “Konê aşitiyê hatibû vekirin. Jinên li cem min pir israr kirin ji bo ez klamek bibêjim. Dayika min hêj jî di girtîgehê de bû, min li ser wê stranekî bi navê ‘Ax lê dayê’ çêkiribû. Min wê stranî cara yekemîn li wir got. Her kes ji dengê min re heyran ma. Piştre ez li Komeleya Dengbêjên Jin bûm endam. Hêdî hêdî min dengbêjiyê û bi jinan re têkoşîn meşandin bi malbat û derdora xwe da qebûl kirin. “

 

‘Arşîva min dilê min e’

 

Tûncer, diyar kir ku her kes wê bi nasnameya jinê hewildana ji bo hûnerê nas kiriye û da zanîn ku çanda kurd wek okyanusek bê binî ye. Tuncer, got ku divê her kes xwedî li van nirxan derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kengê mirinek, veqetandin an jî bûyerek civakî ya mezin ê dilê min dişewitîne pêk wer e ez klamek dinivisîn im. Hemû peyvên klamên ku ez dibêjim di hişê min de ne. Arşîva min di kurahiya dilê min de veşartî ne. Me fistanên xwe, reng, ziman û çîrokên xwe, bixwe re biribû metrepolan, koçberiyê. Divê jin qefil li deng û zimanên xwe nedin, koka dengbêjiyê di jiyana jinan de veşartî ye.”

27.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً