LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / ‘Komîn bingeha Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ye’

‘Komîn bingeha Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ye’

QAMIŞLO – Di Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ku hilbijartina komînan dawî kirin, di dorê de hilbijartinên meclîsên navçe, bajêr û kantonan heye. Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartina Herêma Cizîrê Rûken Mella Ebrahîm, got ku komîn bingeha Federasyona Bakurê Sûriyê ne.

Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê di 22’ê îlonê de çûn ser sandoqan û hevserokên komînan hilbijartin. Li Herêma Cizîrê ya Bakûrê Sûriyê 437 hezar û 142 kes deng bikaranî, ji bo 2 hezar û 551 komînan ji nava 7 hezar û 687 namzetan 5 hezar û 102 hevserok hatin hilbijartin. Li Herêma Firatê; 135 hezar û 661 kes û 772 koçber deng bikaranîn, ji bo 849 komînan 3 hezar û 192 namzetan hezar û 698 hevserok hatin hilbijartin, li Herêma Efrînê jî; 155 hezar û 697 kes û 5 hezar û 395 koçber deng bikaranîn, ji hezar û 440 namzetan 830 hevserok hatin hilbijartin.

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartina Herêma Cizîrê Rûken Mella Ebrahîm, encamên hilbijartinên komînan û hilbijartinên rojên pêş de pêk werin nirxand.

Beşdarbûn ji sedî 70’yê derbas kir

Rûken Mella Ebrahîm diyar kir ku ligel hemû kêmasiyan wan hilbijartinên komînan bi serkeftî temam kir û da zanîn ku ligel hemû êrîşên DAIŞ’ê û komployên rejîmê roja hilbijartinê bi moral û coşek mezin derbas bûye. Ebrahîm, ji bo vê yekî jî hêzên Asayîşê yê Bakûrê Sûriyê û hemû hêzên ewlehiyê ku piştgiriyê dane wan ji azmûnê bi serkeftî derbas bûne û spasiya xwe ji bo wan anî ziman. Ebrahîm, diyar kir ku tevlîbûna hilbijartinan di ser sedî 70’yê bû, ji ber şervanên di eniya şer de û niştecihên li derveyê komînan mabûn nikaribûn dengê xwe bikar bînin bandorê li ser rêjeya tevlîbûna hilbijartinan kir. Ebrahîm, anî ziman ku ji bo di hilbijartinên pêşi ma de van pirsgirêkan derbas bikin dê ev pirsgirêk bêne çareserkirin û dê bi awayek pêşiya niştecihên bakurê Sûriyê karibin dengê xwe bikar bînin vebe.

Jinan mora xwe li hilbijartinê jî dan

Ebrahîm, balkişand ku tevlîbûna jinan pir zêde bû û wiha got: “Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Di serî de jinên kurd hemû jinên li bakurê Sûriyê çewa di hemû qadan de di komînan de jî bi awayek çalak tevlî bûn û çûn ser sandoqan dengê xwe bikaranîn. Jinan ji bo hevserokatiyê bûn namzet, deng bikaranîn û asta tevlîbûna hilbijartinê bilind kirin. Tevlîbûna jinên ereb hinek kêm ma, lê jinên ereb jî hêdî hêdî fêm kirin ku divê karibin tevlî hemû qadên jiyanê û birêve bibin. Di Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê de jin di her qadî de sedî 50 cih digirin û ev di tu derê cîhanê de nehatiye dîtin.”  

 Meclîs û Kongreya Gel

Ebrahîm, da zanîn ku ji niha û şûnde dê di 3’ê mijdara 2017’an de meclîsên navçe, bajêr û kantonan bên hilbijartin û destnîşan kir ku dê şaşî û kêmasiyên di hilbijartina yekemîn de dubare nebin û berdewamiya hilbijartinên komînan a bi serkeftî derbas bû bi serkeftî ev jî dawî bibin. Ebrahîm, bibîrxist ku pêvajoya hilbijartinê dê di 19’ê çileya 2018’an a bi hilbijartinên meclîsên Heremê û Kongreya Gel a Bakûrê Sûriyê re temam bibe û got ku 3 qonaxa hilbijartinê de meclîs bi sedî 60’î hilbijartinê û sedî 40’ê jî bi qebûlkirina giştî ya niştecihên di heremê de bê lidarxistin.

Komîn dê esas bin

Ebrahîm, ji bo hevserokên komînan ên hatine hilbijartin jî ev tişt gotin: “Niha êdî ew rêvebirên fermî yên karên îdarî ne. Perwerdeya wan dest pê kir û perwerdehiyê dibîn in. Komîteyên komînan ên li qadên wek e aborî, perwerdehî, tenduristî, çand û hwd hene. Yanî ew dê bibin esas û bingeha civakê. Dê bi gelên di komînan re civînan lidar bixin, pêdiviyên wan tesbît bikin û çareser bikin. Ew bingeha pergela me, Federasyona Bakûrê Sûriyê ne.”

Cîhan bêdeng e

Ebrahîm, anî ziman ku di hilbijartina komînan de ji cîhanê û Sûriyê çavdêr tevlî nebûne û hemû xebatan ji hêla gelê Bakûrê Sûriyê ve hate kirin û got ku heta niha jî bêdengiya xwe didomîn in, lê di rojeva wan û gelê bakurê Sûriyê de kesên din wê çi bibêjin nîn e, rojeva wan ji bo komînên ku hilbijartina wan bi serkeftî temam bûye bi awayek demokratîk bidin şixûlandin û xebatên hilbijartinên di rojên pêşiya me de pêk werin bimeşîn in e.  

28.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً